Civîna 3yem ya Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî

Tora Komîsyonên Zimanê Kurdî yên Baroyên Herêmê 3yemîn civîna xwe 19yê gulana 2024an bi mêvandarîya Baroya Wanê pêk anî.

Ji xeynî Baroya Wanê; Baroyên Batman, Dîyarbekir û Şirnexê jî tevlî civînê bûn.

Civîna 1em 14.01.2023yan li Amedê, civîna 2yem 26.11.2023yan li Batmanê hatibû lidarxistin. 

Ji Baroya Amedê Sekreterê Komîsyona Zimanê Kurdî Prz. Velî ÇELÎK, ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê Prz. Huseyîn ÎNAL, ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê Prz. Cîhat ÎNEÇ, Prz. Abdullah DÎCLEHAN û wek mêvandar Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê Serokê Komîsyonê Prz. Kadîr ORKAÇ û endamên Komîsyonê Prz. Sîpan GOKHAN, Prz. Kadîr KURTEVÎ, Prz Veysî ATAY, Prz. Alî ŞAPKACI tevlî civînê bûn. 

Botan Times temamîya biryar û encamên civîna wan diweşîne.

Di civînê da tevî xurtkirina xebatên Torê û aktîvgirtina komîsyonên me bi xebatên berdewamî, çendîn qerar hatin girtin. Hin ji wan qeraran ev in: 

  1. Wê karê berdevkîya Torê ji bo 6 mehên din jî Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Batmanê bicih bîne. 
  2. Komîsyonên Ziman ên Baroyên tevlîbûyî -xisûsen bi nivîsên xwe- destek bidin du kovarên bi kurdî yên hiqûqê, kovara Aşdad û Dadistanê. 
  3. Wek Tor di daxuyanî û weşanên xwe yên bi kurdî yên Komîsyon û Baroyên me da ji alîyê qaîdeyên zimanî ve em ê rîayeta Rêbera Rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê bikin. 
  4. Wek Tor di daxuyanî û weşanên xwe yên bi kurdî da em ê ji alîyê têgihên hiqûqê ve li pey Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya Komxebata Hiqûqê biçin. 
  5. Hate biryardayîn ku ji bo xurtkirina xebatên hevpar yên Torê, civînên Torê 3 mehan carekê wekî online were lidarxistin. Civîna were ya rûbirû wê di 15ê cotmeha 2024ê da li Mêrdînê were lidarxistin. 
  6. Ji xebatên me yên berê, perwerdehîya hiqûqê yê bi kurdî ya online, tevî hevkarîya bi Weqfa Mezopotamyayê temam bû û ji yên tevlîbûyî re belgeya beşdarbûnê hate dayîn. Ger mimkin be wê ev xebat were domandin. 
  7. Rapora li ser mafên zimanî yê hate hazirkirin. Wê ev rapor piştî kontrolê li ser navê Torê were weşandin. Ji bo salên pêşî hewl were dayîn ku ev rapor di 21ê sibatê da were weşandin. 
  8. Ji bo Torê wê hesabekî medyaya civakî were çêkirin. 

Di civînê da ji xeynî biryarên jorî, bi rêya xebatan aktîvkirina komîsyonan, bi awayekî bitertîb pêkanîna civînên komîsyonê, her sal çêkirina kursên zimanê kurdî yên bi çendîn astan, hevkarîya bi sazîyên din ên zimanî re ji bo lidarxistina panelan an projeyên din, lidarxistina panel an hevpeyvînên bikalîte yên li ser zimanê kurdî jî hatin plankirin. 

Ji xeynî van derbarê rewşa Komxebata Hiqûqê da jî agahî hatin dayîn ku bi hevkarîya Komîsyonên Zimanê Kurdî û Weqfa Mezopotamyayê tê lidarxistin. 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *