BERNAMEYA PARTÎYA AZADÎYA KURDISTANÊ (PAK)

Destpêk

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) li Kurdistana Bakur û li Tirkîyeyê çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê ji xwe re kiriye armanc. PAK di 19.10.2014an de ava bû.

PAK ji xwe re organîzekirineka weha dike bingeh, da di çarçoveya daxwazên demokratîk yên neteweyî de xwe bigihîne derûdora herî berfireh ya mimkin.

PAK, li wan berxwedan, serîhildan û destkeftîyên neteweyî û civatî bi xwedî derdikeve ku ji bo mafên neteweyî û demokratîk ên kurd û Kurdistanê peyda bûne, ji çewtî û kêmasîyên wan dersê derdixe û xwe wekî berdewamîya têkoşîna neteweyî û demokratîk dibîne.

PAKa ku têkoşîna xwe ya neteweyî û demokratîk ji demokratîzebûna siyaseta li Kurdistanê û têgihiştin û kultureka pirreng cuda nabîne, di çarçoveya dîtin û armancên siyasî yên bingehî yên jêrîn de xebata xwe ya siyasî didomîne.

KURD Û KURDISTAN

Ji hezaran salan vir ve ye ku gelê kurd li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û Asya Nêzik bi awayekî dêmanî dijîn. Zimanê kurdî aîdî malbata zimanên Hindûewropayî ye û ji çar zaravayên sereke; Kurmancî, Kirmanckî (Zazakî), Soranî û Goranî pêk tê.

Kurdistan xwedîya çavkanîyên binerd û sererd yên zengîn e. Ew cara pêşîn di 1639an de bi Peymana Qesra Şîrînê bû du parçe ku di navbera Împaratorîyên Safewî û Osmanîyan de pêk hatibû. Vê statuyê heta Şerê Cîhanê yê Yekem dom kir. Kurdistan mêtingeheka navneteweyî ye ku bi dû guftugoyên Peymana Lozanê re ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di pêşengîya Îngilistan û Fransayê de çêbûyî, di navbera Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê de careka din hat parçekirin.

Rewşa Kurdistanê û ya neteweyê kurd ya ku ji derveyî îradeya xwe hatiye parçekirin, neheqîyeka navneteweyî û dîrokî ye. Herçendî dem, rê û metoda wê ji niha ve nehên texmînkirin jî yekîtîya kurdan û ya Kurdistanê bi netewetî û bi welatî mafek e. Divê neteweyê kurd û civata Kurdistanê ji bo vê yekîtîyê û li ser awayê pêkhatina vê yekîtîyê bikarin bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin.

Li gel şertên bikêrhatî yên ji nakokî û şerên herêmî û navneteweyî peydabûyî, bi saya yekîtîya gelê kurd û têkoşîna wî ya neteweyî ya biryardar ku bi dehan salan dom kir, li Kurdistana Başûr dewleteka federal ava bû. Îroj li gel ku Kurdistana Başûr ber bi dewleteka konfederal ve an jî ber bi dewleteka serbixwe ve diçe jî ev wekî neheqîyeka navneteweyî berdewam e ku neteweyê kurd û Kurdistanê di qada navneteweyî de bi tevayî hê jî tu statu bi dest nexistiye.

PARTÎ

Nav, amblem û navnîşana Partîyê:

Navê partîyê Partîya Azadîya Kurdistanê ye. Navê wê yê kurt PAK e.

Amblema Partîyê li ser zemîneka pembe, ji çar pelên bi rengên kesk, sor, zer û spî pêk hatiye.

Herçendî navenda wê ya giştî bi fermî Ankara ye, lê çalakîyên xwe fiilî li Dîyarbekirê bi rê ve dibe. Adresa navenda Partîyê;

İzmir 1 cad. Daire No: 22/14, Kızılay / ANKARA ye.

Taybetmendîyên wê:

PAK partîyeka girseyî ya neteweyî, demokratîk, azadîxwaz, welatperwer, demokrat û wekhevîparêz e ku ji dîtinên cuda re vekirî ye û dixwaze beşên kurd û kurdistanîyan yên civatî û çandî yên herî berfireh himbêz bike.

PAK xwe bi tu kes, grup, çîn, dîn an jî mezhebekê tarîf nake.

PAK siyaseteka neteweyî û demokratîk ji xwe re dike bingeh ku daxwazên etnîk, dînî, mezhebî û çandî yên beşên civata kurd û Kurdistanê yên herî berfireh tîne zimanî.

PAK di têkilîyên xwe yên navxweyî de, di hemû prosesên biryardanê de û di awayê birêveberîyê de xwe dispêre birêveberî û rêxistineka demokratîk û pirreng.

Armanca wê:

PAK ji bo pêkhatina mafê neteweyê kurd yê çarenivîsê têdikoşe.

PAK “mafê pêkhatina çarenivîsa xwe” li Bakurê Kurdistanê bi beşdarî û lêbixwedîderketina hemû kêmneteweyan, wekî mafê damezrandina dewletê dibîne.

Li Kurdistanê armanca damezrandina dewletekê, bi awayê ku têkoşîna ji bo bidestxistina destkeftîyên herî kêm jî tê de, dikare federasyoneke dudewletî ya li ser esasê wekheviyê be jî , an dikare ji dewleteke konferderal an serbixwe jî pêk bê.

PAK li gor şertan dikare ji van awayên çareserîyan awayekî derxe pêş.

Armanca PAKê ya sereke ku ew dê hertim pê ve girêdayî bimîne; avakirina sîstemeka civatî ya ji bo bextîyarîya merivan ya li gel jîngeha wan ya xwezayî ye ku hemû beş û çînên civatî, nasnameyên etnîk, dînî û mezhebî yên civata kurd û Kurdistanê tê de bikarin bi hevûdin re di aştîyê de bijîn, hiqûqa gerdûnî tê de serdest be, adil, demokratîk û azadîxwaz be û di refaha civatî de parvekirinê bike bingeh û sivîl û ji xwevenêrînê re vekirî be.

Prensîpên Partîyê:

PAK mafên etnîk, çandî û demokratîk yên wan hemû kêmneteweyan li xwe digire ku bi kurdan re di heman cografyayê de dijîn. PAK dê bixebite da ew li ser bingehê cudakarîya erênî di organên birêveberîyê de cih bigirin.
PAK li ser bingehê serdestîya hiqûqa hevdem û navneteweyî, maf û azadîyên merivan dixe navenda siyaseta xwe û li dijî hemû awayên cudayîyên neteweyî, nijadî, zimanî, çînî, dînî, mezhebî, civatî, cinsî, herêmî û hwd têdikoşe.
PAK bêyî ku lê binêre bê ew xwe xwe çawa dibînin û çi navî li xwe dikin, ji bo herkesî mafê azadîya ramanî, derbirîn, bawerî û rêxistinîyê diparêze.
PAK bêyî ku li benda dewleteka serbixwe, konfederasyon, federasyon, otonomî û hwd bimîne, ji niha ve ji bo avakirin û pêşdebirina dezgehên civata Kurdistanê têdikoşe. Bi vê şîarê tevdigere; “Ji niha ve Kurdistan!”
PAK ji bo gihîştina armancên xwe, rê û metodên têkoşînê yên vekirî, sivîl, demokratîk û meşrû ji xwe re dike bingeh.
PAK hebûna xwe ya siyasî, ne li gor tevgereka din, lê li gor wan prensîp û helwêstên xwe yên siyasî tarîf dike ku ji bo çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê pejirandine.
PAK li Bakurê Kurdistanê têkoşîna hêzên demokratîk ya li ser bingehê daxwazên hevbeş wekî hêmanê rizgarîya neteweyî û dewletbûnê yê esasî dibîne û ji bo pêkanîna yekîtîya îradeya siyasî ya di asta neteweyî de, hemû kar û berpirsîyarîyên xwe pêk diîne.
Bernameya armancên demokratîk yên aktuel

PAK tesbît dike ku dewleta Tirkîyeyê bi siyaseta xwe ya înkar, qirkirin, sirgûnkirin û asîmîlasyonê ya ku zêdeyî van 90 salên dawî domandiye, tevina Kurdistanê ya demografîk, civatî û neteweyî gelek xerab kiriye. Ji ber vê yekê ye ku PAK têdikoşe da armancên aktuel yên jêrîn tavilê pêk bên.

Divê hemû amadekarîyên qanûnî û makqanûnî yên pêwîst bên kirin da hemû kesên mexdurbûyî, kesên ji ber pirsa kurd û Kurdistanê hatine girtin an cezakirin, yên ku mecbûrî jîyana penaberîya li derveyî welatî bûne, yên mecburî şerî hatine hêlan bêyî ku bi tu lêpirsînan re rû bi rû bibin, bikarin bi awayekî azad vegerin welatê xwe û karên xwe yên siyasî bi awayekî azad bikin.
Ji bo ku pirsa kurd û Kurdistanê bi rê û awayên siyasî, wekhev û demokratîk çareser bibe, divê ku hebûna neteweyê kurd û mafên wî yên neteweyî bên qebûlkirin û divê ku ev maf di qanûnan û makqanûnê de bên misogerkirin.
Divê berî hertiştî perwerde û hîndekarîya bi zimanê dayîkê ya bi kurdî (kurmancî û zazakî) ku erkeka dewletê ye û herweha azadîya fikir, bawerî û xwerêxistinkirinê bi rêya qanûn û makqanûnê bên gmisogerkirin.
Divê hemû astengên li pêşîya azadîya fikir, bawerî û xwerêkxistinkirinê ji holê bên rakirin û divê mafê kurdan di qanûnan û makqanûnê de bê misogerkirin da bikarin bi nasnameya xwe ya neteweyî û welatî xebata siyasî bikin.
Divê ku li Tirkîye û Kurdistanê şertên demokratîk, azad, adil û wekhev bên amadekirin û ev şert di çarçoveya peyman û lihevhatinên navneteweyî de bên misogerkirin.
Divê ew hemû şerh bêne rakirin ku ji bo Peymana Ewropayê ya Otonombûna Birêveberîyên Deverî hatine danîn û divê ev peyman bi tevayîya bendên xwe bê bicihkirin.
Divê hemû wêrankarîyên li Kurdistanê yên aborî, civatî, çandî, ekolojîk, leşkerî û siyasî li gel tevayîya encamên xwe ji holê bên rakirin û divê ji bo dana cirmên zerarên wan merivên sirgûnkirî, li ser bingehê cudakarîya erênî, bernameyek tavilê bê bicihkirin.
Divê hemû cureyên têgih û derbirînên nijadperest û cudakar û helwêstên ji wan peydabûyî, di serî de ji qanûn, destûr û biryarnameyên perwerde û hiqûqê û herweha ji lîteratura dewletê bên derxistin. Divê helwêst, reftar, biryarên adlî û meylên civatî yên weha di kategorîya sûcan de bên dîtin û bikevin ber cezayên qanûnî.
Divê hemû awayên sermayerazandinên leşkerî yên li Kurdistanê bên rawestandin.
Divê sîstema “cerdevanîyê” bê rakirin.
Divê hemû avakirinên wan bendavan tavilê bên rawestandin ku xwezaya Kurdistanê, struktura wê ya demografîk têk dibin û mîrata wê ya dîrokî di bin avê de dihêlin. Divê her cureyên wan sermayerazandinan yekser ji holê bên rakirin ku tevina ekolojîk xerab dikin.
Pêkhatina van armancên aktuel û pêşdetir û misogerkirina wan ya bi qanûnan û bi makqanûnê dê ji bo çareserîyeka siyasî ya aştîyane bibin garantîyên bingehî.

LI KURDISTANÊ BiRÊVEBERÎ Û JÎYAN

Li Kurdistana Bakur kîjan awayê dewletê (federal, konfederal an jî dewleta serbixwe) pêk bê jî PAK dê sîstemeka demokratîk ya birêveberî û jîyanê biparêze ku xwe dispêre prensîpên wekhevî, azadî û edaletê.

Heger şertên pêkhatina federasyon an jî konfederasyoneka dudewletî ya li ser bingehê wekhevîyê hebe, PAK dê ji bo çareserîyên li ser vî bingehî peydabûyî vekirî be.

Herçî federasyon, konfederasyon û dewleta serbixwe ne, xweserîya her yekê ji wan ya bidezgehbûnê heye. Lê ji bo van hemû awayên dewletbûnê, armanca PAKê ya bingehî ew e ku birêveberî û jîyana li Kurdistanê xwe bispêrin van bingehên hevbeş yên li jêrê dîyarkirî:

Demokrasî û bidezgehbûn
(Sîstema Parlamenter)

PAK di warê demokrasî û bidezgehbûnê de prensîpên jêrîn ji xwe re dike bingeh:

Li Kurdistanê bi awayekî hûrbijar parastina prensîpa cudabûna wan hêzên desthilatdarîyê ku ji qanûndanîn, birêvebirin û dadgehîyê pêk tên.
Damezrandina sîstemeka parlamenter ya pirreng ku xwe dispêre wê prensîpa beşdarî û venêrîna hevwelatîyan ya yekser.
Xwespartina prensîpa şefafîyê.
Pêkanîna parlamentoya dezgeha dewletê ya qanûndanînê ya herî bilind ya bi rêya demokratîk ku xwe dispêre sîstemeka hilbijartinê ya giştî, yekpêngavî, wekhev, dengdana nehênî û hejmartina eşkere ku hemû partî û yek bi yek şexs bikarin bi awayekî azad beşdarî wê bibin.
Amadekirina qanûneka bingehî ya demokratîk.
Divê meclisên deverî yên dê bi hilbijartinan pêk bên, di warê perwerde, çand, tenduristî, ewleyî û hwd de xwedîyên desthilatdarîyên berfireh bin.
Divê di wan pirsan de pêkanîna referandûmê bibe prensîpeka giştî ku têkilîya wan û paşreoja welat û neteweyî heye.
Rakirina hemû astengên li pêşîya bawerîyên elewîtî û êzidîtîyê ku bi salan e hatine îhmalkirin û herweha peydakirina wan şertan ku birayên me yên elewî û êzidî bikarin tê de li gor bawerîyên xwe îbadetên xwe bikin.
Di serî de ermenî û asûrî-keldanî, divê ew hemû kêmnetewe û gel mafên xwe yên etnîk, nasname, bawerî û demokratîk werbigirin ku li gel kurdan li eynî cografyayê dijîn û divê ku bi cudakarîya erênî mafên wan yên nûnerî di birêveberîyê de bên misogerkirin.
Siyaseta aborî, mafên aborî û civatî
PAK di van mijaran de prensîpên jêrîn xwe re dike bingeh:

Plankirina hilberînê ya li gor berjewendîyên tevayîya netewe û welatî. Peydakirina qadên xebatên aborî yên li gor şîyan û meylên şexsan.
Nehêlana bêhevsengîya di parvekirina hatinîyê de û avakirina civatekê ku dê xwe bispêre refaha civatî û taswasa wê ya paşeroja aborî nebe.
Pêkanîna pêşveçûna aborîyê ya li gor berjewendîya tevayîya welat û neteweyî ku xwe dispêre nêrîneka hilberîn û parvekirina li ser bingehê edaleta civatî.
Kurdistan bi nifûsa xwe ya ciwan û dînamîk, bi çavkanîyên xwe yên binerd û sererd yên xwezayî yên zengîn ji bo pêşveçûna aborî xwedîya potansîyeleka bihêz e. Ev hêz dê bê derxistin û li gor berjewendîyên netewe û welatî bê bikaranîn.
Bi armanca pêşveçûna aborî û têrbilindkirina refaha civatî, divê bernameyên taybetî pêk bên û piştgirîyên pêwîst bên peydakirin da hilberîna endustrîya sektora dewletê û ya sektorên şexsî bê pêşdexistin.
Birêveberîyên deverî
Birêveberîyên deverî ji wan organên pergala dewletê yên bingehî ne. Şertê kêmtirîn ew e ku divê li Kurdistanê pêwîstîyên Peymana Ewropayê ya Otonombûna Birêveberîyên Deverî” pêk bên ku pêşemercekî endametîya Konseya Ewropayê ye jî û dê sîstemeka desantralîzekirî bê bicihkirin da birêverîyên deverî bikarin xwe bi awayekî azad bi rê ve bibin.

Perwerde û çand
PAK giringîyeka mezin dide siyaseta perwerdeyê ku di paşeroja civatê de roleka wê ya sereke heye.

PAK perwerdeyê wekî gihandina merivan ya di çarçoveya raman an îdeolojîyeka taybetî de nabîne; ew sîstemeka perwerdeya weha ji xwe re dike bingeh ku dê nifşên azad, şîyandarên mihakemekirinê û yên li gel pirrengîya welatê xwe ahengdar bigihîne ku di şertên dema me de di bin ronahîya hêjayîyên gerdûnî yên hevdem de xwe bispêrin zanistê.

PAK li gor prensîpa wekhevîya mafan ya tam, li Kurdistanê hemû ziman û çandan wekhev qebûl dike; hebûn û maf û azadîyên hemû kêmnetewe, dîn, mezheb û zaravayan dipejirîne. Divê ku her ziman û her bawerî bêyî ku rastî tu astengan bibe, bikare di hemû qadên jîyanê de bijî û divê ev di çarçoveya qayîdeyên hiqûqa navneteweyî de bê misogerkirin.

PAK xweserîya her çandekê li ber çavan digire û siyaseta perwerdeyê û zimanê perwerdeyê ji birêveberîyên deverî re dihêle. Her çandek xwedîya wî mafî ye ku di struktura xwe ya xwezayî de bijî, pêş ve biçe û bê guherîn. Asîmîlekirin û înkarkirina çandan sûc e. Azadî û jîyana azad ji bo pêkvebûn û tevjîna hemû gel û çandan misogerîyên bingehî ne.

Siyaseta navneteweyî
PAK liherêmê û li cîhanê li dijî bêedaletî û neheqîyê derdikeve û siyaseteka weha ya bi şertê dûrî dijminîya neteweyan bi rê ve dibe ku di warê navneteweyî de dijminên neteweyê kurd kêm dike û dostên wî pir dike.

Maf û azadîyên jinan
Jinên ku di hilberîn û berdewamîya jîyana madî û manewî de xwedîyên roleka sereke ne, di şertên Kurdistanê de li gel zordestîya neteweyî, herweha bi zordestîya kevneşopî, cinsî û siyasî ve jî rû bi rû ne.

PAK ji alîyekî ve bêyî tu dudilîyan li dijî zordestîyên civatî, neteweyî û cinsî yên li ser jinên kurdistanî têdikoşe û ji alîyê din ve jî vê wekî wezîfeyeka xwe ya bingehî dibîne ku bi siyaseteka cudakarîya erênî encam û têkilîyên ji ber serdestîya mêran peydabûyî ji holê rake.

PAK ji bo wergirtina tedbîrên civatî, makqanûnî û birêveberî yên pêwîst têdikoşe da hemû maf û azadîyên jinan yên ku xwe dispêrin peymanên navneteweyî bên bicihkirin. Di vî warî de ji tecribeyên welatên cîhanê yên sûdê werdigire.

Ciwanî
PAK ciwanan ji bo îroj û paşerojê wekî hêzên dînamîk û veguherkar dibîne.

PAK dê bi her awayî hewil bide da ciwanên tendirust, bixwebawer bigihêjin ku bikare bi zanyarîya bidestxistî bibin xwedîyên tercihekê û fikirên rexnegir û bibin demokrat û xweşbîn. PAK misogerkirina mafê ciwanan ya ji bo kar, perwerde û paşerojeka mirefeh wekî wezîfeyeka xwe ya bingehî dibîne.

Zarok, kal û pîr û handîkap
Partîya me ji bo ku hemû maf û azadîyên zarok, ciwan û handîkapan yên merivî di jîyana civatî de bên bicihkirin, bernameyên li ser bingehê cudakarîya erênî diparêze.

Tenduristî
Mafê jîyanê mafê merivan yê herî bingehîn e. Loma jî partîya me di xizmetên tenduristîyê de li gel wê yekê ye ku divê hekîmîya berlêgir û perwerdekar bê pêşxistin û xizmetên tenduristîyê belaş bên kirin.

PAK tenduristîya civatê wekî yek ji wan pêwîstîyên jîyanê yên bingehî dinirxîne û loma jî di vî warî de ji bo hemû zanyarî, tecribe û teknolojîya navneteweyî veguhêze Kurdistanê, dê bernameyên taybetî amade bike.

Di vî warî de ji bo pêşvebirina sektora dewletê û ya şexsî piştgirîyê pêşkêş dike.

Pirsên jîngehê û germbûna global
PAK girîngîyeka taybetî dide pirsên jîngehê û germbûna global û xwe wekî tevgereka jîngehparêz dibîne; wekî parçeyekî têkoşîna navneteweyî di vî warî de dê hewildanên çalak bike.

PAK dê ji bo ku ew plan û projeyên li welatê me yên texrîbkar tevî hemû encamên xwe nemînin, li ser bingehê berjewendîyên netewe û welatê me bernameyan amade bike.

Têkilîyên bi parçeyên Kurdistanê yên din re

PAK li hemû parçeyên Kurdistanê mafê çarenivîsa xwe diparêze. PAK ji bo çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê qîmeteka heyatî dide hebûn û destkeftîyên Dewleta Federal ya Kurdistana Başûr; ji bo parastina Dewleta Federal û ji bo serxwebûna wê an jî konfederasyonê û ji bo pêşdebirin û berfirehkirina demokrasîya wê bi her awayî piştgirîya pêwîst dike. PAK ji bo ku Kurdistana Rojava yekîtîya xwe ya neteweyî pêk bîne û bigihêje çareserîyekê ku xwe dispêre mafê destnîşankirina çarenivîsa xwe, bi her awayî piştgirîyê dike.

PAK di vê çarçoveyê de, di navbera hemû parçeyên Kurdistanê de pêwîstîya yekîtî, piştgirî û tevgera hevbeş diparêze, ji bo damezrandina dezgehên neteweyî yên pêwîst yên şêwir û piştgirîyê, her curevatinîyên pêk tîne.

Kurdên li Tirkîyeyê û têkoşîna demokrasîyê

Ji ber siyaseta dewleta Tirkîyeyê ya demdirêj ya qirkirin, înkar, sirgûn û asîmîlasyonê, îroj bi milyonan kurd li herêmên Tirkîyeyê yên cuda bi cih bûne.

Em di wê bawerîyê de ne ku heger pirsa Kurdistanê bi awayekê adil, demokratîk û payîdar çareser bibe, beşekê mezin ji van kurdan dê vegere welatê xwe.

PAK ji bo ku mafên kurdên li Tirkîyeyê bicihbûyî yên neteweyî û demokratîk bên qebûlkirin, niha û di paşerojê de dê li gor mafên kêmeteweyan têbikoşe ku di hiqûqa navneteweyî de misogerkirî ne. Di vê çarçoveyê de, li Tirkîyeyê li herêmên ku kurd di piranîyê de ne, divê ku kurd bi nasnameya xwe birêveberîya xwe bikin. PAK vê yekê wekî pêwîstîyeka demokrasîya hevdem dibîne û ji bo pêkanîna vê têdikoşe.

PAK di wê bawerîyê de ye ku di navbera qebûlkirina mafên kurdan yên neteweyî û demokratîk û li Tirkîyeyê bicihbûn û pêşveçûna demokrasîyê ya tevî hemû dezgehên xwe de têkilîyeka xurt heye. Bicihhbûn û pêşveçûna demokrasîyê ya li Tirkîyeyê dê tesîreka erênî li çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê jî bike.

PAK li ser bingehê vê bawerîyê, li gel wan hemû hêzan pêwîstîya piştgirîyê dibîne ku li dijî şovenîzmê helwêsteka eşkere werdigirin.

Kurdên li dervayî welêt

PAK di navneteweyîbûna pirsa kurd û Kurdistanê de girîngîyeka mezin dide xebatên kurdên li welatên cîhanê yên cuda bicihbûyî. PAK li gor şertên van welatan, hem di xebata navneteweyîkirina pirsa kurd û Kurdistanê de û hem jî di têkoşîna bidestxistina mafên demokratîk de xebatên kurdên dîyasporayê teşwîq dike û piştgirîya wan dike.

KÜRDİSTAN ÖZGÜRLÜK PARTİSİ(PAK)

Programı

Giriş

Kürdistan Özgürlük Partisi (PAK), Kuzey Kürdistan ve Türkiye’de Kürt ve Kürdistan sorununun çözümünü hedefler. PAK, 19.10.2014 te kuruldu.

PAK, ulusal demokratik talepler ekseninde mümkün olan en geniş kitlelere ulaşarak, örgütlenmeyi esas alır.

PAK, Kürt ve Kürdistan’ın ulusal demokratik hakları için yapılan direniş ve başkaldırılara, bugüne kadar elde edilen ulusal ve demokratik kazanımlara, yapılan yanlışlık ve eksikliklerden ders çıkararak sahip çıkar ve kendini ulusal demokratik mücadelenin devamı olarak görür.

Ulusal demokratik mücadelesini, Kürdistan’da siyasetin demokratikleşmesi ve çoğulcu bir kültür ve anlayışın geliştirilmesinden ayrı tutmayan PAK, aşağıdaki temel siyasi görüş ve hedefler çerçevesinde politik faaliyetini sürdürmeyi esas alır.

KÜRTLER VE KÜRDİSTAN

Kürtler, Yakındoğu, Orta-doğu ve Önasya’da binlerce yıldan beri yerleşik olarak yaşayan bir halktır. Kürt dili, esas olarak dört ana lehçeden oluşan (Kurmanci, Zazaki, Sorani, Gorani) Hint-Avrupa dil gurubuna mensup bir dildir.

Kürdistan, zengin yeraltı ve yerüstü kaynaklarına sahiptir. İlk kez 1639 yılında Kasr-i Şirin’de Persler ile Osmanlı İmparatorluğu arasında yapılan anlaşmayla ikiye bölündü. Bu statü I. Dünya savaşına kadar devam etti. I. Dünya savaşından sonra, İngiltere ve Fransa’nın öncülüğünde yapılan Lozan görüşmeleri sonrasında Türkiye, Irak ve Suriye arasında bir kez daha bölünen Kürdistan, uluslararası sömürge bir ülkedir.

Kürdistan’ın ve Kürt ulusunun kendi iradesi dışında bölünmüş olan yapısı, uluslararası ve tarihsel bir haksızlıktır. Zamanı, yol ve yöntemi şimdiden kestirilemese de ulus ve ülke olarak Kürtlerin ve Kürdistan’ın birliği bir haktır. Bu birliğe ve birliğin nasıl gerçekleşeceğine, Kürt ulusu ve Kürdistan toplumu kendi özgür iradesiyle karar verebilmelidir.

Uluslararası ve bölgesel çelişki ve çatışmaların yarattığı elverişli koşullar yanısıra, Kürt halkının on yılları alan kararlı ulusal mücadelesinin ve birliğinin bir sonucu olarak Güney Kürdistan’da Federe bir devlet kuruldu. Bugün Güney Kürdistan’da artık konfederal ya da bağımsız bir devlete doğru yol alınmasına rağmen, bir bütün olarak Kürt ulusu ve Kürdistan’ın uluslararası alanda hala herhangi bir statü elde edememesi, uluslararası bir haksızlık olarak devam etmektedir.

PARTİ:

Partinin adı, amblemi ve adresi:

PARTİ’nin adı Partiye Azadiya Kurdistanê / Kürdistan Özgürlük Partisi’dir. Kısaca adı PAK’dır. Amblemi, açık gülkurusu zemin üzerinde sarı, kırmızı, yeşil ve beyaz renklerde dört adet yapraktır. Genel merkezi resmen Ankara olmakla birlikte faaliyetlerini fiilen Diyarbakır’dan yürütür. Partinin Genel Merkez Adresi, İzmir 1 cad. Daire No: 22/14, Kızılay / ANKARA’dır.

Niteliği

PAK, özgürlükçü, yurtsever, demokrat ve eşitlikçi Kürt ve Kürdistanlıların en geniş toplumsal ve kültürel kesimlerini kucaklamayı hedefleyen, farklı görüşlere açık ulusal demokratik bir kitle partisidir.

PAK, herhangi bir şahıs, grup, sınıf, din ya da mezhep ile kendisini tanımlamaz.

PAK, Kürt ve Kürdistan toplumunun en geniş etnik, toplumsal, dinsel, mezhepsel, kültürel kesimlerinin taleplerini dile getiren ulusal demokratik bir politikayı esas alır.

PAK, kendi iç yaşamında, bütün karar süreçlerinde ve yönetim şeklinde demokratik ve çoğulcu bir yönetim ve örgüt anlayışını esas alır.

Amacı:

PAK, Kürt ulusunun kendi kaderini tayin hakkının gerçekleşmesi için mücadele eder.

PAK, “kendi kaderini tayin hakkı”nı Kürdistan’daki tüm ulusal azınlıkların katılım ve sahiplenmeleriyle, Kürt ulusunun Kuzey Kürdistan’da devlet kurma hakkı olarak görür. Kürdistan’da bir devlet hedefi, en küçük kazanımlar için mücadeleyi de içerecek şekilde, eşit, iki devletli bir federasyon, konfederasyon ya da federe ya da konfederal devlet olabileceği gibi, bağımsız devlet şeklinde de gerçekleşebilir.

PAK, koşulları gözönünde bulundurarak bu çözüm biçimlerinden herhangi birisini öne çıkarabilir.

PAK’nin, her zaman bağlı kalacağı temel amaç; Kürt ve Kürdistan toplumunda tüm sosyal katman ve sınıfların, etnik, dini ve mezhebi kimliklerin barış içinde bir arada yaşayabilecekleri, evrensel hukukun eğemen olduğu, adil, demokratik, özgürlükçü ve toplumsal refah içinde paylaşımı esas alan, sivil ve kendi kendisini denetlemeye açık, doğal çevresiyle birlikte insanın mutluluğunu öngören bir toplumsal düzen yaşam kurmaktır.

Partinin İlkeleri:

PAK, Kürtler’le aynı coğrafyayı paylaşan tüm azınlıkların etnik, kültürel ve demokratik haklarının sağlanmasını taahüd eder; yönetim organlarında, pozitif ayrımcılık temelinde etkin bir şekilde yer almalarını sağlar.

PAK, çağdaş ve evrensel hukukun üstünlüğü ilkesine bağlı olarak insan hak ve özgürlüklerini siyasetinin merkezine koyar ve her türlü ulusal, ırksal, dilsel, sınıfsal, dinsel, mezhepsel, sosyal, cinsel, bölgesel ve benzeri ayrımcılıklara karşı mücadele eder.

PAK, insanlığın evrensel değerleri temelinde, kendisini nasıl gördüğüne veya nasıl tanımladığına bakılmaksızın, herkes için düşünce, ifade, inanç ve örgütlenme özgürlüğünü savunur.

PAK, bağımsız devlet, konfederasyon, federasyon, otonomi ve benzeri kurumsallaşmayı beklemeksizin, Kürdistan toplumunun kurumlarını şimdiden oluşturmak ve geliştirmek için mücadele eder. ‘’Kürdistan; Hemen Şimdi’’ şiari ile hareket eder.

 PAK, belirlemiş olduğu hedeflere ulaşmak için açık, sivil, demokratik ve meşru mücadele yol ve yöntemlerini esas alır.

 PAK, kendi siyasal varoluşunu, mevcut herhangi bir siyasal harekete göre değil, Kürt ve Kürdistan sorununun çözümünde benimsemiş olduğu siyasal tutum ve prensipler üzerinden tanımlar.

 PAK, Kuzey Kürdistan’da ulusal demokratik güçlerin ortak talepler temelinde birlikte mücadele etmelerini ulusal kurtuluşun özgürlüğün ve devletleşmenin temel ögesi olarak değerlendirir ve ulusal düzeyde siyasi irade birliğinin sağlanması için üzerine düşen her türlü görev ve sorumluluğu yerine getirir.

Güncel Demokratik Hedefler Programı

PAK, Türk devletinin son 90 yılı aşkın süre boyunca izlemiş olduğu imha, inkâr, tehcir ve asimilasyon politikalarıyla Kürdistan’ın demografik, sosyal ve ulusal dokusunu derinden tahrip ettiğinden yola çıkarak, yapılan tahribatların telafisi için aşağıdaki güncel hedeflerin derhal yerine getirmesi için mücadele eder:

 Kürt ve Kürdistan sorunu nedeniyle tutuklanan veya cezaya çarptırılan, yurtdışında mülteci olarak yaşamaya mecbur edilen, savaşmak zorunda bırakılan, mağdur edilen herkesin hiçbir koğuşturmaya maruz kalmadan özgür bir şekilde ülkelerine dönebilmeleri, özgürce siyaset yapabilmeleri için, her türlü yasal ve anayasal düzenlemeler yapılmaladır.

 Kürt ve Kürdistan sorununun siyasal, eşitlikçi, demokratik yol ve yöntemlerle çözülmesi için, Kürt milletinin varlığı ve ulusal hakları tanınmalı ve bu haklar anayasal güvenceye kavuşturulmalıdır.

Devletin bir görevi olarak Kürtçe (Kurmancca ve Zazaca) anadilde eğitim ve öğrenim başta olmak üzere, düşünce, inanç ve örgütlenme özgürlüğü yasal ve anayasal güvencelere kavuşturulmalıdır.

 Düşünce, inanç ve örgütlenme özgürlüğü önündeki tüm engeller kaldırılmalı ve Kürtlerin de kendi ulusal ve ülkesel kimlikleriyle siyaset yapabilmeleri hakkı yasal ve anayasal güvencelere kavuşrulmalıdır.

 Türkiye ve Kürdistan’da eşit, adil, demokratik ve özgür koşullar yaratılmalı ve bunlar, uluslararası sözleşme ve anlaşmalar çerçevesinde güvence altına alınmalıdır.

 Avrupa Yerel Yönetimler Özerklik Şartı’na konulmuş tüm çekinceler kaldırılmalı ve bu sözleşme tüm maddeleriyle uygulanmalıdır.

 Kürdistan’da yaratılan ekonomik, sosyal, kültürel, ekolojik, askeri ve siyasal tahribatlar bütün sonuçlarıyla birlikte ortadan kaldırılmalı, tehcire tabi tutulan halkın tüm ziyanlarının tazmin edilmesi için pozitif ayırımcılık temelinde bir program acilen yürürlüğe konmalıdır.

 Eğitim ve hukuk mevzuatı başta olmak üzere, devlet literatüründe yer alan her türden ırkçı ve ayrımcı ifade, kavram ve bunlardan kaynaklanan yaklaşımlara derhal son verilmelidir. Bu türden tutum, davranış, adli karar ve toplumsal eğilimler suç kategorisinde değerlendirilip yasal cezaya tabi suçlar olarak tanımlanmalıdır.

Kürdistanda her türlü askeri yatırıma son verilmelidir.

Koruculuk sistemi lağvedilmelidir.

Kürdistan’ın doğasını, demoğrafik yapısını bozan, tarihsel mirasını sular altına gömen baraj inşaatlarının ve her türden ekolojik dokuyu tahrib eden yatırımların derhal sonlandırılması sağlanmalıdır.

Bu güncel ve öncelikli hedeflerin gerçekleşmesi ve koşulsuz olarak yasal ve anayasal güvencelere kavuşturulması, barışçıl bir siyasal çözümün temel güvenceleri olacaktır.

KÜRDİSTAN’DA YÖNETİM VE YAŞAM

Kuzey Kürdistan’da hangi devlet şekli gerçekleşirse gerçekleşsin (federatif, konfederatif ya da bağımsız devlet) PAK eşitlik, özgürlük, adalet prensiplerine dayalı bir yönetim ve yaşam tarzını esas alan demokratik bir sistemden yana olacaktır.

Eşitlik temelinde iki devletli bir federasyon ya da konfederasyonun gerçekleşme koşulları varsa, PAK, buna göre geliştirilecek çözümlere açıktır.

Federasyon, konfederasyon ve bağımsız devletin her birisinin kendine özgü kurumsallaşması vardır. Ama tüm bu devlet şekilleri için, Kürdistan’da yönetim ve yaşamın aşağıda ifade edilen ortak esaslara dayanması, PAK’nin temel hedefidir:

1.Demokrasi ve Kurumlaşma

( Palamenter Sistem)

Demokrasi ve kurumlaşma hakkında PAK aşağıdaki ilkeleri esas alır.

 Kürdistan’da yasama, yürütme ve yargıdan oluşan kuvvetler ayırımı ilkesini titizlikle korumak.

 Vatandaşların doğrudan katılımı ve denetimi ilkesine dayanan, demokratik çoğulcu parlamenter bir sistem kurmak.

 Açıklık ilkesini temel almak.

 Devletin en yüksek yasama organı olan parlamentoyu demokratik yoldan tüm Partilerin ve tek tek bireylerin serbestçe katılacakları genel, eşit, gizli oy ve açık sayım esasına dayanan tek dereceli seçim sistemiyle oluşturmak.

 Demokratik bir anayasa hazırlamak.

 Seçimlerle oluşturulacak yerel meclisleri eğitim, kültür, sağlık, güvenlik ve benzeri alanlarda geniş yetkilere sahip kılmak.

 Ülkenin ve ulusun geleceğini ilgilendiren temel sorunlarda halkoylamasına başvurmayı bir genel ilke haline getirmek.

 Yıllardır ihmal edilen Alevi ve Ezidi inancı önündeki bütün engelleri kaldırmak ve Alevi ve Ezidi kardeşlerimizin inançları doğrultusunda ibadet etmelerini sağlamak.

 Kürtler’le aynı coğrafyayı paylaşan Ermeni, Asuri-Keldaniler başta olmak üzere, tüm azınlık ve halkların etnik kimlik, inanç ve demokratik haklarına kavuşmaları ve ortak vatanda özgürce yaşamaları için pozitif ayrımcılıkla yönetimde temsil haklarını güvence altına almak

Ekonomik Politika, Ekonomik ve Sosyal Haklar
PAK bu konularda aşağıdaki ilkeleri temel alır:

 Üretimi tüm ulus ve ülkenin çıkarları doğrultusunda planlamak. Bireylerin yetenek ve ilgi alanlarına göre ekonomik faaliyet alanları yaratmak

 Gelir dağılımındaki dengesizlikleri gidermek, ekonomik gelecek kaygısı olmayan sosyal refaha dayalı bir toplum inşa etmek.

 Ekonomik gelişmeyi tüm ülke ve ulusun çıkarları temelinde, sosyal adalete dayalı bir üretim ve paylaşım anlayışını esas alarak sağlamak.

 Genç ve dinamik nüfusuyla, zengin yer altı ve yerüstü doğal kaynaklarıyla ekonomik kalkınma için ciddi bir potansiyele sahip olan Kürdistan’da bu gücü açığa çıkarmak ve ulus ve ülke çıkarları için kullanmak.

 Ekonomik kalkınma ve sosyal refahın üst boyutlara taşınması amacıyla devlet ve özel sektörün sanayi üretiminin geliştirilmesi için özgün programlar uygulayarak, gerekli destekleri sağlamak.

Yerel Yönetimler
Yerel yönetimler devlet sisiteminin en temel organlarından birisidir. Kürdistan’da, en asgari koşul olarak, Avrupa Konseyi üyeliğinin de önkoşulu olan Avrupa Yerel Yönetimler Özerklik Şartı’nın gerekleri yerine getirilerek, yerel yönetimlerin özgür bir şekilde kendi kendilerini yönetebilecekleri ademi merkeziyetçi bir sistem uygulanacaktır.

4.Eğitim ve Kültür

PAK, toplumun geleceğinde başat rol oynayan eğitim politikalarına büyük önem verir.

PAK, eğitimi belli bir düşünce veya ideoloji çerçevesinde insan yetiştirmek olarak görmez; günümüz koşullarında çağdaş dünya değerleri ışığında bilimi esas alan, özgür, muhakeme yeteneğine sahip, yaşadığı ülkenin çok renkliliğiyle uyumlu kuşaklar yetiştirecek bir eğitim sistemini esas alır.

PAK, Kürdistan’da, tam hak eşitliği prensibi gereği bütün dilleri ve kültürleri eşit olarak kabul eder; tüm ulusal azınlıkların, dinlerin, mezheplerin, lehçelerin varlığını, hak ve özgürlüklerini tanır. Her bir dilin ve inancın hayatın her alanında hiçbir kısıtlamayla karşılaşmaksızın yaşam bulmasını benimser, evrensel hukuk kuralları çerçevesinde güvence altına alınmasını kabul eder.

PAK, her bir kültürün özgün yapısını göz önüne alırak, eğitim politikasını ve dilini yerel yönetimlere bırakır. Her bir kültür doğal yapısı içinde yaşama, gelişme, dönüşme hakkına sahiptir. Herhangi bir kültürün asimile edilmesini ya da yok sayılmasını suç olarak tanımlar. Özgürlük ve özgürce yaşamak, bütün halkların ve kültürlerin bir arada, barış içinde yaşayıp kaynaşmasının temel garantisidir.

Uluslararası Politika
PAK, bölgede ve dünyada adaletsizliğe, haksızlığa karşı çıkar ve hiç bir millete düşmanlık yapmamak kaydıyla, uluslararası alanda Kürt ulusunun düşmanlarını azaltan, dostlarını çoğaltan bir siyaset izler.

Kadın Hak ve Özgürlükleri
Maddi ve manevi yaşamın üretilmesinde ve idamesinde temel bir aktör olarak rol oynayan kadın, Kürdistan şartlarında ulusal baskının yanısıra sosyal, cinsel, politik ve ekonomik baskıyla da karşı karşıyadır.

PAK, bir yandan Kürdistanlı tüm kadınlar üzerindeki sosyal, ulusal ve cinsel baskı ve haksızlığa karşı ikircimsiz mücadele ederken diğer yandan erkek egemen değer ve ilişkilerin şimdiye kadar yol açtığı sonuçların pozitif ayırımcılık temelinde ortadan kaldırılmasını temel görevlerinden biri olarak görür.

Kadınların uluslararası sözleşmelerden kaynaklı tüm hak ve özgürlüklerinin uygulanması için gerekli sosyal, yasal, anayasal, idari tedbirlerin alınması için mücadele eder. Bu konuda dünya ülkelerinin tecrübelerinden yararlanır.

Gençlik
PAK, gençliği, günümüz ve geleceğin dinamik ve dönüştürücü gücü olarak görür.

PAK, sağlıklı, kendine güvenen, edinmiş olduğu bilgi sayesinde tercihte bulunabilecek eleştirel düşünceye sahip, demokrat ve hoşgörülü bir gençliğin yetiştirilmesi için her türlü gayretin içinde olur. Gençliğin iş, eğitim ve mürrefeh bir gelecek hakkını garantiye almayı temel görevlerinden biri olarak görür.

Çocuk, Yaşlı ve Özürlüler
Partimiz, çocuk, yaşlı ve özürlülerin toplumsal yaşamda insani tüm hak ve özgürlüklerinin sağlanması için pozitif ayrımcılık temelinde özgün programların oluşturulmasını savunur.

Sağlık
Yaşama hakkı insanın en temel hakkıdır. Dolayısı ile Partimiz eğitici ve koruyucu hekimliğin geliştirilmesi için gerekli önlemleri alma ve sağlıkta ücretsiz hizmeten yanadır.

Toplumun sağlığını yaşamın en temel gereksinimlerinden biri olarak gören PAK, bu alanda uluslararası tüm bilgi, tecrübe ve teknolojinin Kürdistan’a taşınması için özel programlar geliştirir.

Bu alanda devlet ve özel sektörün gelişimi için destek sunar.

Çevre ve Küresel Isınma Sorunları
PAK, Çevre ve küresel ısınma sorunlarına özel bir değer verir ve kendisini çevreci bir hareket olarak görür. Uluslararası mücadelenin bir parçası olarak bu doğrultuda aktif bir çaba sarf eder.

PAK, ülkemizde tahribat yaratan plan ve projelerin tüm sonuçlarıyla birlite ortadan kaldırılabilmesi için ülke ve ulus çıkarlarımızı esas alarak programlar geliştirecektir.

Kürdistan’ın Diğer Parçalarıyla İlişkiler

PAK, Kürdistan’ın tüm parçalarının kendi kaderini tayin hakkını savunur. PAK, Güney Kürdistan Federe Devleti’nin (KFD) varlığını ve kazanımlarını Kürt ve Kürdistan sorununun çözümünde hayati değerde görür; KFD’nin korunması, bağımsız ya da konfederal bir devlete dönüştürülmesi ve demokratik yönde geliştirilmesi için gerekli her türlü desteği sunar. Batı Kürdistan’ın ulusal birliğini oluşturarak, kendi kaderini tayin hakkı temelinde bir çözümle çıkabilmesi için her türlü desteği verir. Doğu Kürdistan’da Kürt milletinin kendi kaderini tayin hakkını savunur.

Bu bağlamda PAK, Kürdistan’ın tüm parçaları arasında birlik, dayanışma ve ortak hareket etme gerekliliğini savunur, bu yönde gerekli ulusal danışma ve dayanışma kurumlarının yaratılması için üzerine düşen her tür sorumluluğu yerine getirir.

Türkiye’deki Kürtler ve Demokrasi Mücadelesi

Bugün milyonlarca Kürt, Türkiye devletinin uzun yıllar süren imha, inkâr, tehcir ve asimilasyon siyaseti sonucunda Türkiye’nin değişik bölgelerine yerleşmiş durumdadır.

Kürdistan sorununun adil, demokratik ve kalıcı bir çözümü halinde Kürtler’in önemli bir kesiminin kendi yurtlarına döneceklerine inanıyoruz.

PAK, mevcut durumda ve gelecekte Türkiye coğrafyasında yaşayan Kürtlerin, azınlıklarla ilgili uluslararası hukuk kurallarının öngördüğü ve güvence altına aldığı ulusal demokratik haklarının tanınması için mücadele eder. Bu bağlamda Kürtler’in Türkiye coğrafyasında çoğunlukta oldukları bölgelerde, kendi kimlikleriyle kendilerini yönetmelerini çağdaş demokrasinin bir gereği olarak görür bunun gerçekleşmesi için mücadele eder.

PAK, Türkiye’de yaşayan Kürtler’in ulusal demokratik haklarının tanınması ile Türkiye’de demokrasinin tüm kurum ve kurallarıyla yerleşip gelişmesi arasında yakın bir bağ olduğuna inanır. Türkiye’de demokrasinin yerleşip gelişmesi, Kürt ve Kürdistan sorununun demokratik çözümünü de olumlu bir şekilde etkiler. PAK, bu inançla, şovenizme karşı açık bir tutum alan bütün güçlerle dayanışmanın gerekliliğine inanır.

Yurtdışındaki Kürtler

PAK, Kürt ve Kürdistan sorununun uluslararasılaşmasında dünyanın diğer ülkelerine yerleşmiş Kürtler’in mücadelesine büyük bir değer verir. PAK, bu ülkelerin koşullarına göre, hem Kürt ve Kürdistan sorununun uluslararasılaştırılmasında, hem de demokratik hakların elde edilmesi mücadelesinde diaspora Kürtler’inin çalışmalarını teşvik eder ve destekler.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *