Platforma Zimanê Kurdî: Divê zimanê Kurdî di Newrozê de bibe mijara sereke

Platforma Zimanê Kurdî banga nivîskarên Kurd kir

Amed (Rûdaw) – Platforma Zimanê Kurdî bang li nivîskar, rewşenbîr û hunermendan kir ku ji bo zimanê Kurdî xwe tevlî xebatên platformê bikin û ragihand ku di Newrozê de  bibe mijara sereke.

Platforma Zimanê Kurdî ya ji bo pêşxistina zimanê kurdî, zimanê kurdî bibe fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê ku ji 9 partiyan pêk tê, îro çarşemê (12.12.2018) li avahiya  Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a Amedê civîneke rojnamevanî li dar xist û bang li nivîskar, rewşenbîr û hunermendan kir ku xwe tevlî xebatên wan bikin.

Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku di civîna dawî, 3 berdevk diyar kirine û wiha axivî: “Ev sê berdevk dê sê mehan carekê bên guhertin. Di komxebata hat lidarxistin de, biryara me ya şênber ev bû. Di heman demê de me sê komên xebatê ava kirin.”

Şerefxan Cizîrî herwiha diyar kir hemû kes berpirsê ku zimanê Kurdî bide naskirin û got: “Xebatên me yên derbarê ziman de berdewam dikin. Emê çalakiyên Roja Zimanê Cîhanê 21ê Sibatê li dar bixin. Divê zimanê Kurdî di Newroza 21ê Adarê de weke mijara sereke bê dest girtin.”

Berdevkê Platformê herwiha bangî nivîskar, ronakbîr û hunermendên Kurd kir ku beyî ku li benda wexwendnamê bin, xwe tevlî paltformê bikin.

Platforma Zimanê Kurdî, ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Platforma Demokratên Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) pêk tê, bi diruşmeya “Îro zimanê me sibe neteweya me” dest bi komxebatan kiribûr, daku zimanê kurdî bi pêş keve, bibe zimanê fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê.

Platforma Zimanê Kurdî 29-10-2018an li Amedê hate avakirin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/121220188

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *