Li heyamê heyvekê de zêdetir ji 50 welatiyên Kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine girtin

Li heyva “Kanûna Duyem” ya 2024 de 8 kesên siyasî bo cîbicîkirina cezayên wan bo girtîgehê hatine gazîkirin û herwisa 43 welatiyên din jî bi awayê xoserane ji aliyê rêjîmê ve hatine binçavkirin.

Pêka rapora rêkxirava mafê mirovî ya Kurdpayê, Li heyama heyva derbasbûyî de 43 welatiyên Kurd bi awayê xoserane ji aliyê hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê ve hatine binçavkirin û bi jêpirsînan bo girtîgehên ewlehî hatine veguhastine.

Herwisa Kurdpayê daye zanîn ku 8 kesên siyasî jî bo cîbicîkirina cezaya bi serhev  22 sal û 3 heyv girtîgeh û 40 derbên qamçiyan, bo girtîgehê hatine gazîkirin û piştî binçavkirinê cezayên sepandî bi ser wan de hatine cîbicîkirin.

Herwisa yek ji wan girtiyan, binçavkiriyeke şoreşa “Jin Jiyan Azadî” yê ku çalakvana magfê jinan û parêzerê dadgehê li bajarê Sinê de bûye ku 6 sal û 7 heyv girtîgeyha ragirtî, bi ser de hatiye sepandin.

KM

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *