Gelî heval û hogirên Ezîz,
Kurdistanîyên qedir bilin û hêja,
Pêşîyên me gotine:
“Dinya weke gulekê, bi hevalên xwe re bîhn bike û bimeşe!”
Em bi hişmendîyek netewî, lehengê Kurd Dr Nureddîn ZAZA ku 32 sal berê ji nav me koç kir, bi rêz bi bîrtînin û bejna xwe li ber ked û xebatên wî ynê pîroz ditewinîn.
Nûreddîn Zaza, di heman deman de, pêşkêş û rêberekî zana, mamoste, rewşenbîr, sîyasetmedar, civaknas, komelvan, rexistinsaz û kesayetekî xwedî asoyek zelal bû.
Nûreddîn Zaza, serokê PDK Sûrî, têkoşer û pratîsyenê tevgera netewî bû. Mamoste û damezrênerê komela xwendekarên kurd yên li derva ye. Pêşkêşê, “Civata şagirdên Kurd li Ewropa”yê bû.
Nureddîn ZAZA, berpirs û dîplomatê hemû beşên Kurdistanê bû.
Nûreddîn ZAZA kedkar û xebatkarê doza netewî bû. Di hêmû deman de, hîxmetkarê gelê xwe, têkoşerekî rizgarîxwazê netewa Kurdistanê bû.
Em ji bakûrê Kurdistanê, weke şopger û hevalbendê Nureddîn ZAZA cardin dibêjin:
“DUNYA WEKE GULEKÊ, Bİ HEVALÊN XWE RE BÎHÎN BİKE Û BİMEŞE!”
Silav û rêz…
Cano Amedî / AMED