TÊKÇÛN Û QEYRANÊN NAV NİFŞAN

Cano AMEDÎ

Medyaya civakî bûye cîhê pozbilindî, quretî û çêran! Ev demek dirêj e, em dibînin ku li ser dîka ‘sanal‘ê, ji dêvila ziman û ramanên cuda, çêr, heqerat, dijayetî û hevdû fam nekirin cîh girtîye. Ev dijminatî û pêlên xirabîyê zirar û zîyanek mezin dide nîrxên civatê. Ew enerjî û hêrsbûna ku divê li dijberî dijmîn bê bikaranîn, em dibînin ku li dijberî hev tê meşandin. Ev sîyaseta hanê jî di nav civatê de weke `kurmê darê` hêdî hêdî rê li ber rizandin û pûçkirinê vedike!

Hinek jê, şev û rojên xwe li ser kêmxistin (biçûkxistin) û dijîtîya hempayê xwe dibuhurînin. Weke dîkên li hemberî neynîkê bi xwe re şer dikin, basqê xwe dihêjinin û bi quba qubayek hovane bi xwe re, bi derdora xwe re şer dikin û dengê qêrîna wan, li gel wan dengvedide. Ji bo wan kesan, gohdar kirin an nekirin ne problem e!  Ya girîng ego û dengê qêrîna wan e! Mirov gelek carî dixwaze bi sebir guhdar bike, lê camêrên doza dîkbûna nav elokan dikin, bi sîya xwe re şer dikin. Ji ber dengê şîrqe şîrqa şûrê wan, mirov naxwaze nêzîkî sîya wî/wan bibe!

Gelo em dixwazin çi bikin?

Bi gilî û gazinan, bi dijîtî û kêmxistina hev, bi helwestên xirabkirin û zimanê jahrî, emê çewa bi hevre di bin sîwana berjewendîyên netewî de bicîh bibin? Di neqebên teng û tarî de, emê çiqasî bi hev bawer bibin ku bi hevre bimeşin? Emê di jojên tengasî û xweşîyê de, çewa bi destê hev bigirin? Piştî ewqas dijayetî û xirabîyan emê çiqasî bi karibin li rûyê hev binihêrin? Bi alîkarîya bersîvên van pirsan, divê em ji xwe bipirsin, gelo ev helwest û sekna me, heta niha çi ji me re anî û çi ji me bir?

Li ser erdê û di kûraya bîrên bê binî de, em çil kes in û çil sal e jî em ji hev re çîrokan dibêjin. Bi taybetî, hejmara kesên ku şahid û paleyên pêvajoya borî ne, hêdî hêdî ber bi kêmbûnê ve diçin. Piranîya me, xwedî du pasaport û du nasname ne. Ji me ji sedî nodûneh li bender û deverên ewlehîyê ne. Şûrê me tûj e, çaplîya me tije ye û li xerîbîyê, bi hestên tenêtîyê, em derketine nêçîra ez û ezîtîyê. Ji nîyet xwendinê bigirin heta tawanbarî, darizandin, siza kirin, heq û hûqûqê yên hempayê xwe, di bin dest û hukmê xwe de dibînin.

Bi salan e, li qada jiyanê û di nav demsalên sîyasetê de, herkes li gor xwe seknekî nîşan daye, dide û didomîne. Zimanê me, hişmendîya me, raman û kirinên me, karekter û ehlaqê me, bi şêweyekî cûda şekil girtîye. Ji axaftin û bertekên me, ji rabûn û rûniştina me, ji çûndin û hatina me, ji raman û hişmendîya me, nasnama me dîyar dibe. Lê mixabin, di pêvajoyên têkçûn û tengasîyê de, zimanêkî jahrî xurt dibe û bandora bêhêvîtîyê geş dibe. Ev jî bi xwe re perçebûn û ji hev dûrketinê tîne.

Divê em ji xwe bipirsin û bersîvên zelal û bawerkirin bidin. Gelo em çiqasî xwedî çandek medenî ne? Em çiqas dikarin hevdû guhdar bikin, rêz li dîtinên hev bigirin? Em çiqasî li hemberî hev nefsbiçûk û tahamulkar in? Gelo sedem çi ye û çima ala têkoşînê di navbera nifşan de, bi berdewamî dom nekirîye û nake? Çima di warê sekin û hişmendîyek hevbeş de, di warê helwest girtin û sivikkirina barê civakî de em nelihevkirî ne? Gelo ji bo çi, bi cîhanîna erkê civakî de, em dibin dîlê naqokîyên pûç û rê li ber derîyê têkçûnê vedikin?

Em zanin ku nifşên bi trawmayên civakî û sîyasî re rûbûrû bûne, xwedî çîrokên trajedîk û giran in. Ew kesên ku di wan pêvajoyan de derbas bûne, demek dirêj dibin bandora wan trawmayan de dijîn.

Ev hest û ramanên hêvîşikestinê, tirs û bêbawerî, rê li ber têkçûnê vedike. Şik û pirsên bê bersîv, her diçe paradigma jiyanê serûbin dike. Ev hestîyarî, wekî `kurmê darê` roj bi roj dêrûnîya pûçbûnê geş dike. Bi bandorek xirab, civatê dîl digire, pergalên sîstemê, li gor daxwazên desthilatdarîyê dişuxilin û perçînên tirs û xofê dişidînin. Eger mirov nikaribe ji problemên xwe re rêya çareserîyê û bersîvek maqûl bibîne, wê bayê tirs û xofê xurt bibe û herweha rê li ber bêhêvîtîyê, bê bawerîyê û têkçûnên dêrûnî veke.

Di demsalên gilî, gazin, tawanbarî, buxtan û fesadîyê de, her tim ewrên reş desthilatdar dibin û rê li ber pêvajoyên têkçûnê vedike. Di pêvajoyên têkçûnê de “pêşbirikên” xwe paqij kirinê, sedemên dûr ketinê, hîmên mafdarîyê, gilî û gazinên “neheqîyê” destpê dike. Kes li kesî gohdar nake. Derîyên dîyalogê li hev digirin û dest bi tawanbarî û dijîtîya hev dikin. Hevok û têgehên heq, huqûq û heqîqet tên ji bîr kirin. Pêwîstîya fêrbûna bûyer û rastîyan ji holê radibe û êdî şert û mercên demê li ber çav nayên girtin. Ew hestên têkoşîn û tolhildanê ku do li hemberî dijmîn germ dibû  êdî, hêdî hêdî sar dibe û li dijî heval û hogirên xwe bi kar tînin. Ev dêrûnîya hanê, di mêjî û ruhê wan kesan de bayên poşmanîyê geş dike û ew nîrxên weke ûjdan, ehlaq, û karekterek çêkir, li ser xwe wekî barekî giran dibînin. Ji bo rojekî zûtirîn ji bin wî barî derkevin û di navbera xwe û rastîyan de neqebên kûr ava dikin û dîwarên dijîtîyê bilind dikin.

Bi derew û çîrokên berewajî, ji xwe re kirasên heft reng çêdikin û çîrokên hêvîşikestinê li hev zêde dikin. Bi xwe re, bi derbasbûyina xwe re, bi ked û xebatên xwe yên hevbeş re şer dikin.  Pirî caran li xwe û derdora xwe neheqîyên mezin dikin. Ji dêvila heqîqet û rastîyan şîrove bikin, kêmasî û şaşîyên çêbûnê jê ders bigirin û bi derbasbûyina xwe re rûbirû bibin, dijîtaya hev dikin. Ev helwest û seknên hanê jî, meqesa navbera nifşan ji hev dûr dixe. Derizandineke sîyasî, çandî û civakî geş dike.

Her nifşê nû, li hemberî nifşê pêşîya xwe, bi hêrs û xwedî zimanekî tûj e! Ev hewldan û têkoşîna hanê ji bo postê desthilatdarîyê ye. Li gor pîvanên jiyanê jî ev tiştekî xwezayî ye. Lê gava ziman bi jahr û lehîyên dijminatîyê geş bibe, wê gavê xezîna tecrube û dîrokê xisar dibîne. Ev jî rê li ber valahî û neqebên kûr vedike.

Ez bawerim wê tevgera rizgarîxwaz a netewa Kurdistanê bi stratejîyek guncav, bi sîyasetek kurdewarî rêgeha têkoşînê ronî bike û hêvîyên gelemperî hembêz bike.

Ji bo serkeftinê jî divê li ser bingeha tecrube û têkoşîna do û îro û sibê bi kelecanîyek germ bi hevre têbikoşin. 21/01/2022 Cano Amedi

Leave a Reply

Your email address will not be published.