Biden derbarê êrişên li Îraq û Sûriyeyê daxuyanî da: Ev hê destpêk e!

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku wan dest bi bersivdayina êrşa baregehê kiriye û ev bersiva leşkerî “di dem û cîhên ku ew diyar dikin de” dê berdewam bike.

Ji ber êrişa ku li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin, artêşa Amerîkayê dest bi operasyonê kir.

Hat ragihandin ku di qonaxa yekem de li Îraq û Sûriyeyê zêdetirî 85 hedefên Supaya Quds a Pasdarên Îranê û milîsên şîe yên ku Îran piştgiriya wan dike, hatine bombebarankirin.

Serokê Amerîkayê li ser êrişên esmanî daxuyaniyek da tê de wiha got:

Li ser fermana min, hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê navendên ku ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê û milîsên ku ew piştgirî dikin ji bo êrişî hêzên Amerîkayê bikin bikar tînin dan.

Têkoşîna me îro dest pê kir. Ew dê di dem û cihên ku em hilbijêrin de berdewam bike.”

Em ne li Rojhilata Navîn û ne jî li cihekî din pevçûnê naxwazin.

Lêbelê yên ku armanc dikin zirarê bidin me divê vê bizanibin: Eger hûn zirarê bidin Amerîkiyekî, em dê bersiv bidin.”

Amerîkayê yê ragihand ku ji ber êrişa 28ê Kanûna Paşîna 2024an ya li ser baregeha Amerîkayê ya li ser sînorê Sûriye-Urdunê, cara yekem li herêmê êriş pêk anîne.

Di wê êrişa li dijî baregeha Amerîkayê ya bi navê Tower 22 ya Urudunê de 3 leşkerên Amerîkayê hatibûn kuştin û zêdeyî 40 leşker jî birîndar bûbûn.

Rêvebiriya Amerîkayê ragihandibû ku li hember vê êrişê ew ê bi demê re êrişên piralî pêk bînin û komên ku Îran piştgiriya wan dike bibin hedef.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku zêdetirî 85 hedefên Supaya Quds a Pasdarên Îranê û komên milîs ên girêdayî wê li Îraq û Sûriyeyê hatine bombebarankirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *