JI BO BÊHNA SÊVAN NÊYÊ!

Em di 27emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de bi rêzdarî bejna xwe li ber şehîdên komkujiyê ditewînin!

Di 16ê Adara 1988an de, bi gazên kîmweyî êrîş bi ser Helebçeyê de hate kirin û bi hezaran kesî jiyanê xwe ji dest dan. Hê jî bandora vî sûcê mirovahiyê berdewam e û em ji ber vê li ser navê mirovahiyê şerm dikin.

Komkujiya Helebçeyê, tenê xelekek ji rêzekomkujiyên bi navê “Operasyona Enfalê” ye. Komkujiya Helebçeyê bi plan hatiye kirin û li gorî armancekê hatiye pêkanîn. Armanca rejîma BEE’Sê ew bû ku gelê Kurd ji ser axa xwe ya qedîm dûr bike û qira wî bîne. Gava mirov bi vî awayî lê dinêre, dibîne ku ev êrîş li dijî gelê Kurd nijadkujiyek e!

Bandora komkujiyê piştî vê derba giran jî berdewam kir û heta îro 43.753 kes hatin kuştin û 61.200 kes jî ji ber êrîşa kîmyewî seqet bûn. Yek jê trajediya herî mezin a cîhanê ya mirovahiyê ye. Ligel vê yekê sîstema navneteweyî; NY, Sosyal Enternasyonal, Rêxistina Cîhanî ya Îslamê, Yekitiya Ereban li hemberî komkujiya li kurdan hatiye kirin hê jî ker û lalin.

Ji ber vê yekê em şehîdên Helebçeyê cardin  bi rehmet bi bîr tînin, ji bo komkujiyên wiha pêk neyên em dibêjin ji  gere ev qetliam wek jenosid we re naskirin û  azadiya gelê Kurdistanê bête ferzkirin.

Me ev roja reş a gelê Kurd, birîna reş a Helebçeyê ji bîr nekiriye, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrvekirin!

Komelaya Nûbiharê

www.komanubihar.org

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *