Civîna KURMANCÎ ya 58an li paytextê Kurdistanê dest bi karê xwe kir!

Di 21ê Gulana 2016an de Civîna Kurmancî ya 58an li paytextê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê dest pê kir. Civîn wê hefteyekê berdewam bike. Berî niha jî 3 civînên Koma Kurmancîyê li Başêrê Kurdistanê pêk hatibû.

Xebata Koma Kurmancî di sala 1987an de ji alîyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ve dest pê kiriye û heta niha bê navbêhn salê du caran bi dirêjahiya hefteyekê ev xebata xwe domandîye û herweha gelek lêkolîner, nivîskar û zimanzanên kurd û ya jî kurdîzan beşdarî nav vê xebatê bûne.

Endamên Koma Kurmancî: Reşo Zîlan, Ziya Avci, Têmûrê Xelîl, Hemîd Kilicaslan, Mistefa Aydogan, Lezgîn Çalî, Emîn Narozî, Rênas Awdal, Mehmûd Lewendî û Zinar Soran.

Mêvanên ku di vê civînê de alîkarîya karê Koma Kurmancîyê dikin: Eyub Sînan Kiran, Ehmedê Dirihî, Îsmaîl Taha Şahîn, Umîd Demirhan û Fadil Omer.

Bernameya civîna Kurncîyê ya 58an:
1. Balindeyên Kurdistanê, beşa duyem
2. Peyvên ji pirtûkên Xelîfe Ûsiv
3. Hin heÅŸare
4. Hin peyvên kêmnas/nenas
5. Termînolojîya pizîşkî
6. Çêkirina benî, bastêq û helîlan
7. Flora û fawûna
8. Ba û hewa.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *