Barzanî: Emê bi mêranî tola xwe ji DAIŞê vekin

Serok Mesûd Berzanî, di axaftina vê merasimê de eşkere kir ku Şingal carek din ji herêma Kurdistanê naqete û emê hewl bidin ku Şingalê bikin parêzgeh.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser standina Şingalê ragihand, plana operasyona standina Şingalê hatiye amadekirin û eşkere kir, di wê operasyonê de hêzên hevpeyman û hikûmeta Iraqê jî beşdar in.

Îro li Dihokê merasimek bi helkefta yekemîn salvegera karesata Şingalê hat lidarxistin.

Di merasimê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî axaftinek pêşkêşk kir û ragihand, çi ji destê wan were ji bo kontrolkirina Şingalê û rizgarkirina keç û jinên êzîdî yên di destê DAIŞê de bê bikin.

Barzanî li ser rizgarkirina bajarê Şingalê jî got, ji bo standina Şingalê amadekarî tên kirin û planeke berfireh hatiye danîn lê divê ew hinekî din jî li bendê bimînin da ku plan ji hev belav nebe.

Serokê Herêma Kurdistanê di destpêka axaftina xwe de ragihand: “Ez di vê hotê de dibêjim û soz didim ku bi hêviya xwedê gellek dem naçe û emê Şingalê bi temamî rizgar bikin, lê Şingal ketiye cihekî dûr û dijmin derfetê ji wê yekê dibîne û ew yek bûye sedem ku heta niha nehatiye rizgarkirin.”

Mesûd Barzanî wiha got: “Ez soz didim ku heta yek kes ji wan tawanbaran mabin emê tola ji wan vekin. Gotina min bo birayên min ên êzîdî ew e ku bi ew bi xwe ji xwe re dest bi tola xwe vekin, da ku bertexên xerab ne bi ser Kurdistanê û ne jî li ser we de neyên. Emê li meydana şer toleya wan vekin. Ew bi hovî û nemerdane êriş dikin û em li çeperên şer bi mêranî tola xwe vedikin.”

Barzanî herwiha bo parastina wan, kurdên êzîdî piştrast kir û wiha domand: “Qet hizra wê yekê nekin ku ew navçeya wan têkeve destê ti kesî din.”

Serokê Herêma Kurdistanê behsa biparêzgehbûna Şingalê jî kir û ragihand: “Daxwaza min ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku tevî vê kirîza aborî ku bi ser Kurdistanê de hatiye, girîngiyeke taybet bide Şingalê û emê hemû hewlên xwe bidin ku bi rêya Bexdayê Şingalê bikin parêzgeh.”

Barzanî da zanîn ku ti karesatekê mîna ya Şingalê dilê wî birîndar nekiriye û ragihand: “Tenê wê demê dê dilê me xweş bibe, dema ew tawanbar bikevin binê piyê kurdên êzîdî.”

Mesûd Barzanî keçên kurdên êzîdî wek şerefa kurdan da zanîn û soz da ku yên destê wan di wê tawanê de hebû, divê bigihên cezaya xwe.

Barzanî tekez kir ku ew berdêla ku kurdên êzîdî dane ji ber wê yekê bû ku ola xwe bi kurdî parastine û wiha got: “Tişta ku hat serê kurdên êzîdî, zincîrek bû ji karesatên ku hatine serê gelê kurd.”

Di beşekî dinî axaftina xwe de, Barzanî spasiya şervanên Rojavayê Kurdistanê jî kir û wiha domand: “Wan jî alîkariya me kirin bo parastina kurdên êzîdî û rêya derbasbûnê ji xuşk û birayên me yên li ser Çiyayê Şingalê re vekirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya axaftina xwe de ragihand: “Em bi mêrxasî şerê DAIŞê dikin û emê hemû bi hevre vegerin Şingalê.”

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/030820155

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *