PDKT û Çend Bûyerên Balkêş (1)

Ev demeke dirêj e ku ez li ser kurtedîroka Partiya Demokrat ya Kurdistana Turkiyeyê (PDKT) dixebitim. Lê mixabin ber zêde ji ber min naçe. Ev xebata min hêdî dimeşe. Heta ji destê min tê ez dixwazim ev dîrok bi awakî objektîf û rast bê nivîsandin. Lê ger ez bibêjim ku ev xebateke gelek bi zahmet û dijwar e, ez dê mubalexeyê nekim. Di vê derheqê de dijwariya herî mezin, tunebûn û zahmetiya peydakirina agahdariyên nivîskî ne. Mixabin di vî warî de arşîvek nivîskî ya bi rêk û pêk li ber destan tuneye. Peydakirina belge û wesîqeyên nivîskî jî ne ewqas hesan in.

Ji ber şert û mercên wê demê, zilm û zordariya dijmin û tirs û xofa ku agahdariyan nedin destên dewletê; ya jî ji ber kêmtecrûbe û hejariya kultura nivîskî, di derheqê tarîx, beşdarî, dabeşkirina wezîfeyên rêxistinî û biryaran de; herweha di derheqê hinek bûyerên girîng de agahdarîyên cihê cihê derdikevin holê. Pirê caran gelekî zahmet e ku mirov bikaribe wan agahdariyan di cihokekê de biherikîne; her carê ji cihokekê gelek cihokên din diherikin.

Ji ber vê yekê jî heta ji dest min tê, ez têkiliyê bi berpirsiyar û kadirên kevn yên vê rêxistinê re datînim, ji devên wan agahdariyan digrim, dinivîsim ya jî qeyd dikim û wan didim ber hevdu, da ku agahdariyên herî rast ya jî yên herî nêzîkî rastiyê bicivînim ser hevdu.

Li ser rêxistinên kurdan, herweha li ser PDKTyê jî, ji aliyên gelek kesen ve, gelek caran aghadriyên şaş hatine nivîsandin.

Di wan waran de, wezîfeya her nivîskar û siyasetmedarî ye ku ger di derheqê wan agahdariyên şaş de belge û agahdariyên rast di di destên wan de hebe, wan bi raya giştî re par ve bike û bixwaze wan agahdariyên şaş serast bike. Gava ez jî bixwazim di vî warî de wezîfeya xwe bi cih bînim, armanca min ne ew e ku ez bi hinek nivîskar ya jî siyasetmederan me yên navosere re têkevim nav gotûbêj û devjengîyê û neheqiyekê li wan bikim. Ez hergav ji ked û xebata her kesên ku ji bo doz û mafên miletê xwe yên neteweyî û demokratîk xebitînê re rêz û hurmet digrim.

Di vê çerçeweyê de ez dixwazim bi çend nivîsan li ser hinek bûyerên PDKTyê rawestim. Ez hêvîdarim ku ew kesên eleqedar bi agahdarî û serpêhatiyên xwe quncikên tarî û ne zelal yên dîroka me ya nêzîk rohnî û zelaltir bikin.

 

1- Mahkemeya Antalya ya 1968an

Di 19ê çeleya paşîn ya 1968an de li ser PDKTyê operasyonek taybetî dest pê kir. Teva 4 endamên damezrîner ên Partiyê 16 kes hatin girtin û mahkeme kirin.

Di vê operasyonê de, mohr, program û destûr, nameya serokê PDKT Av. Faik Bucak ku ji Serok Mustafa Barzanî re şandibû, belgeya nunertiya Ewropayê ya ji Îsmet Şerîf Wanlî re hatibû şandin, belavokên Partiyê û hinek belegeyên din hemû ketibûn destên dewletê.[1]

Pirsiyariya polîs li Diyarbekirê dest pê kir. Teva ku kesên hatibûn girtin ji wîlayetên Sêrtê, Diyarbekirê, Mêrdînê, Bîngolê, Bitlîsê, Mûşê û Agirî bûn jî Hakimê Pirsiyariyê yê Diyarbekirê doza PDKTyê, Ömer Turhan û hevalên wî, li gor xala 14/ 2an ya CMUKê û bi sedemê “parastina ewleyiyê” neqlî Mahkemeya Cezayê Giran ya Antalyayê kir. Li gor îdeanameya vê mahkemeyê, ev 16 kes li gor bandên 141/ 4 û 173/ 3an yên Qagona Cezayê ya Tirk hatin mahkeme kirin.

Em ji zeptên mahkemeyê dizanin ku di mahkemeya Antalyayê de ji derveyî Sait Elçi û Şakir Epözdemir tu kesekî din endametiya PDKTyê qebûl nekiriye û destûr û programa wê jî neparstiye. Lê teva vê yekê jî, dadgerên mahkemeyê hemû kesên hatine girtin li gor destûr û programê PDKTyê tewanbar kiriye û ceza daye wan. Dadgerên mahkemeyê weha digot:

“Gava em berevaniyên maznunên ku hatine tespît kirin, îfadeyên şahidan, program û destûra Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê û delîlên din bidin ber çavan, em dê bigihêjin vê encamê. Jixwe, gava em destûr û programa Partiya Demokrat şîrove bikin, baweriya ku hemû maznun tewanbar in derdikeve holê”.

 

  1. a) Li ser îfadeyên Mahkemeya Antalyayê

Derwêşê Sado di bîranên xwe de, li ser îfadeyên di Mahkemeya Antalyayê û beravaniya siyasî de weha dibêje:

“Ji zepta Dadgeha Antalyayê ya Cezayê Giran (Esas no: 1968/235, Karar No: 1971/81, C.M.U. No: 1968/420) tê zanîn ku ji wan 16 kesan, ji bo kesên din ceza wernegirin, sê kes li siyaseta PDK-Tyê xwedî derketine; program û destûra wê di dadgehê de parastine.”[2]

Ev aghadariya ku Derwêşê Sado dide û îfadeyên ku di îdeanameya mahkemeya Antalyayê de, li hev nake. Ev ideaname li cem min jî heye û min bi xwe bi hûrgilî ev xwendiye. Weke ku min li jor jî diyar kireye; ji zebta Dadgeha Antalya ya Cezayê Giran (Esas no: 1968/ 235, Karar No: 1971/ 81, C.M.U. No: 1968/420) tê zanîn ku ji wan 16 kesan, ne sê kesan, tenê du kesan rast û rast li PDKTyê xwedî derketine; program û destûra wê di mahkemeyê de parastine. Ev jî Sekreterê Pariyê Saîd Elçî û endamekî damezrîner Şakir Epözdemir e. Ji bo ez meseleyê bi belgeyên Mahkemeyê zelal bikim, ez dê îfadeya Saîd Elçî, Şakir Epözdemir û Derwêşê Sado ya ji zepta dadgehê li jêr binivîsim:

 

Îfadeya Şakir Epözdemir: (Zebta Dadgehê, r. 3-4)

“Rewşa siyasî ya Tirkiyeyê ya sala 1965an ji bona pêşketina Rojhilatê û pêşvebirina ferdî û civakî, xizmetek nîşan nedida. Li gor dîrokê, herêma rojhilatê ku ji berê de kurd li ser dijîn, weke Kurdistan tê zanîn; ji kesên li wê derê cîwar in jî Kurd tê gotin. Gelek paşde mane. Mafên wan bû ku ew jî weke mirova û bi awakî pêşketî bijiyana.

Bi vê bîrûbaweriya esasî, em bi rê ketin û me biryar da ku rêxistinekê bi navê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê ava bikin. Pêşengê vê bîrûbaweriyê awûqatê ku hate kuştin Faik Bucakoğlu bû. Vî mirovî prensîbên bingehîn yên destûrê, naveroka wê, awayên bi karanîna wê û wê kengî têxe jiyanê bi dûr û dirêjî îzah kir. Me lê guhdarî kir û xwend. Mebesta me, tirk û kurd bi biratî dest bidin hevdu û navçeya Rojhilatê bipêşxînin. Em li dora vê armancê civiyan. Îro jî, di nav tirk û kurdan de ferqek gelekî kûr û bêbinî hene. Yanî ferqên kûr yên newekheviyê hene. Me xwest ku em bi hevdu re vê valayê dagrin. Tu bîrûbawerî û tevgereke me ya ku me xistiye jiyanê tuneye.

Mebesta min ji newekheviya kûr û bêbinî ya di nav tirk û kurdan de, di warê aborî de bêbalansiya nav herêman e. Newekheviya kulturî, di maneya ku li dibistanan hakîmkirin û xwendina zimanê kurdî de ye. Destûr ne xerabxwaz e, li gor qanûna bimgehîn ya tirk e. Ji bona pêşketina xwe, me dest avêt vê riyê. Li Tirkiyê, li hemberî Rojhilatê helwest û zîhniyeteke şaş heye. Bi gotinek hîn zelatir, di hukûmetên wan de, esasê devjêberdan û îhmalkirina Rojhilatê heye.

Kesên li vir dijîn, bi riya rewşenbîrên xwe serî li hukûmetên demê dan, lê pêwîstiyên ku divyabûn bihatan kirin, nehatin kirin. Piştî şoreşa 27ê Gulanê şiyarbûnek çêbû. Ewladên wê derê xwe spartin qanûna bingehîn ya 1961ê û dest pê kirin ku xwe biparêzin û pêşve bibin. Ji bona hevwelatiyên me yên ku li Rojhilatê rûdinên nekevin bin tesîrên ku ji derve tên, ev partî hate damezrandin…….”

 

Îzaha Sait Elçi: (Zebta Dadgehê, r. 6-7)

“Tirkiye ji destpêka damezrandina xwe ve, xwediyê civateke etnîk e. Di nav de çerkez, ereb û kurd hene. Beşê mezin ji nîjada tirkan pêk tê. Ew bûn sedemên avakirina ji nav xirbeyê Împaratoriya Osmanî, damezrandina Tirkiyeyek ciwan. Di vê avakirinê de afirandin û fedekariyên weke hev hene. Zarokên welatên tirk, mebest çi dibe bila bibe, bi tu awayî ji hevdu nayên veqetandin.

Destên alîkariyê dirêjê kesên ku li Rojhilatê rûniştine nebûye û li gor vê mafên pêwîst û jiyanek pêwîst ji wan re nehatiye nas kirin. Ne nexweşxaneyek me ya bi hacet û pergalên pêwîst xemilandî, ne fabrîqeyek me, ne jî dezgehên me yên civakî û aborî hene; nehatine avakirin û yên avakirî jî naxebitin.

Ev cihêtî û kêmketina ku peywendiyên kulturî yên pêwîst neafirandin, em êşandin; lê em li hemberî welatê xwe nekirin dijmin. Hemû partiyên ku hene û hukûmetên wan, beriya werin ser hukum gotin ku em dê derdên Rojhilatê çareser bikin û tiştên pêwîst bikin. Gel ji wan bawer kir, lê vala derket. Ev, hêviya me şikenand. Em mecbûr man ku li çareya serê xwe bigerin. Amadekirina nîzamnameyê, ji vê bîrûbaweriyê derdikeve. Kurdistaneke serbixwe armanc nehatiye girtin. Mirovên birçî û tazî nikarin dewletan damezrînin. Gelek nivîskaran li dijî me nivîsîn û nerînên xwe empoze kirin.

Tevgera me ne li gor benda 141/ 4an ya Qanûna Cezayê ya Tirk e. Ev qanûn, ji qanûna faşîst ya Îtalyayê ya benda 270yî hatiye girtin. Bi ruh dişibe wê. Nerîn, bawerî û fikir nayên mahkûm kirin. Di nîzamnameyê de, fikir, bawerî û nerînên me hatine diyar kirin; rewşeke fiîlî tuneye. Ev nabe sûc jî.

Sedemên ku em derxistinin hemberî mahkemeyê ne bîrûbaweriyên cihêkirinê ne, berevaciyê vê bîrûbaweriyên hevgirtin û civandinê ne. Heger di radyoyên tirk de, li gor adetên kurdan muzîka wan bê weşandin, wê hukûmeta tirk tu tiştekî wenda neke. Ne curmê muzîkê û ne jî mahkemeya wê heye. Ev, zewqeke manewî ye. Mirov bi fesadiyên derve (Rusya û Erebîstan) û tesîra dewletên din nayê xapandin. Weşanên weke “tirk li we mêze nakin, we pêşve nabin” ne di wê hêza ku me ji Tirkiyeyê veqetîne de ne. Ji bona ku em vî mafê xwe biparêzin û ji berpirsiyarên xwe yên mezin re diyar bikin, em ketin vê riyê. Tu kurdekî ku li dijî welatê xwe casûsî nekiriye…”

 

Îzaha Derwêş Akgul (zebta mahkeyeyê r.7):

“Ez neketime nav tu rêxistinê. Haya min ji destûrê tuneye. Min alîkarî jî nekiriye. Di lêgerînê de kitêbên min yên olî û kitêbên min yên bi îngilîzî hatine bi dest xistin. Tu eleqeyan wan bi meselê tuneye…”

 

  1. b) Li ser Berevaniya Siyasî ya Mahkemeya Antalyayê

Bi munasebeta doza PDKTyê ya 1968an, Şakir Epözdemir li ser navê xwe Berevaniyek Siyasî daye Mahkemeya Antalyayê. Di tevgera netewî û demokratîk ya Bakurê Kurdistanê de, ev belgeyek dîrokî ye. Li gor şert û rewşa wê demê berevaniyeke weha xwedî cîhekî taybetî ye. Herweha hêja ye ku her siyasetmedar, nivîskar û lêkolînerê kurd vê belgeya dîrokî bixwîne.

Lê Derwêşê Sado di bîranînên xwe de, xwe jî dike şirîkê vê Berevaniyê. Ji bo ku meselê şîlo bike û mijê têxe ser rastiya vê meseleyê, navê rahmetiyê Saîd Elçî jî bi zanebûn bi kar aniye:

“Di doza PDK-Tyê ya li Antalyayê de, belgeyê herê giring, berevanîya siyasî çendî ku li ser navê Seîd Elçî, Derwêşê Sado û Şakir Epözdemirî hatîye kirin lê ev, berevanîya Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkîyê bûye …”[3]

Ya rastî di vî warî de jî mirov şaş û mat dimîne, ku siyasetmedarekî bi salan xebata siyasî û rêxistinî kiriye, şaşî û neheqiyek weha bike. Ev Berevaniya Siyasî ya Şakir Epözdemir e û wî li ser navê xwe daye mahkemeya Anyalyayê. Di binê vê berevaniyê ne navê rahmetiyê Saîd Elçî û ne jî yê Derwêşê Sado heye, tenê navê Şakir Epözdemir heye.[4]

 

  1. c) Bêahengiya nav birêvebiya PDKT

Di 12 adara 1971ê de, li Turkîyeyê darbeyek leşkerî dest datîne ser hukum. Sekreterê PDKT Saîd Elçî hevalekî xwe yê bi navê Mihemedê Begê di ser Kurdistan Sûriyeyê re, derbasî Kurdistana Iraqê dibin. Li wê derê ew bûyera trajîk ya malkambax çê dibe. Ji bo ku ev bûyerek piralî ye, ji hinek waran de jî tevlih e û ez dê dûre bi taybetî li ser vê rawestim, ez dê vê gavê nekevin hûrgiliya vê bûyerê. Lê di vê meseleyê de, ez dizwazim bi kurtayî li ser hinek bêahengî û bêrêxistiniya birêvebiriya PDKTyê rawestim.

Piştî bûyerê bi demekê, Derwêş û Şakir derbasî Kurdistana Sûriyeyê dibin û ji wê derê jî derbasî Kurdistana Iraqê dibin. Dêrwêş derbasî Navpirdanê dibe, Şakir û Mele Yûnis jî di ser Zaxo re derbasî meqerê Dr. Şivan yê Dişêşê dibe.

Li gor aghadariyên ku Şakir Epözdemir dide; gava bûyer deşîfre dibe, bi emrê Esad Xoşevî hemû kesên li meqerê Dr. Şivan in tînin Bamernê. Şakir Epözdemir jî di nav wan de ye. Esad Xoşevî ji Şakir daxwaz dike ku ew raporekê li ser têkiliyên nav Partiya wan û Dr. Şivan de binivîse. Şakir jî li ser vê daxwazê raporekê dinivîse û dide Esad Xoşevî. Piştî wê jî ew weha dinivîse:

”15ê tîrmehê bûyer li Bamernê pişkifî, di 16ê de me anîne Bamernê, roja 17ê Mele Hemdî hat bûyerê ji me re qise kir. 18ê temmûzê em çûn Hecîûmranê. Ew şev Dr. Şivan û Çeko xistin hindirê Hepsa Rayet. Di navbera 18ê Tîrmehê û serê Êlûnê 40-50 roj ez û Soro di vê Otêlê man li cem hev… Ez li Hecîûmranê xelet hatim fêmkirin. Bi rastî hevalên min jî ketne dijî min.

Min divê ku ev mesele baş bê kolondin û tehlîl kirin, ka gelo Doqtor vê cesaretê ji kû stand û ji bo çi vê şaşiya mezin kir. Rahmetiyê Idrîs nexwest kû bîne heyeta teşkîl bike û komisyon meseleyê bikolin, tetqîq bikin û dirêj bikin. Digo mesele kifşeye. Şivan ji ber quminîstiya xwe, casûsî û pera vê yekê kir. Min ji vana red kir. Bi tenê ku rahmetiyê Idrîs bi ya min û arznameya kû min nivîsî teqdîmê wî bikira, niha di heqê wan de wê hin rexneyên neyînî (rexneyên bêesil û estar) çênedibûwana û zimanê gelek însanan kurt bûya.”[5]

Li gor agahdariyên Derwêşê Sado dide; Şakir Epözdemir jî li barîgeha Dr. Şivan hatiye girtin. Ji bona ku Şakir berde, ew çûye ba Idrîs Barzanî, lê Idrîs Barzanî ji Derwêş re gotiye ku ”Şakir ne hevalê we ye, ew hevalê Dr. Şivanî ye” û wî nameya ku Şakir bo Idrîs Barzanî hinartiye û daxwaz jê kiriye ku Dr. Şivanî serbest bikin, nîşanê Derwêşî daye…

Derwêş li ser avêtina Şakir Epözdemir ji PDKTyê jî weha dibêje:

Çendî ku me bi biryara Partiyê di 1971ê de li Navpirdanê Şakir Epozdemir ji partiyê avêtibû jî, lê min dîsa ew bi xwe re bir Misircê û li kamyonekê siwar kir, hinart Tetwanê…”[6]

Di vî warî de çend xal hene ku divê bersiva wan bêne dayin û zelal kirin:

1) Di dema ku Şakir teva hevalên Dr. Şivan anîne Bamernê, Derwêş jî tê Bamernê cem Esad Xwoşevî. Ew bi xwe jî di nav lêpirsîna vê meseleyê de ye.

Hem Derwêş û hem jî Şakir endamên Koma Navkom ya PDKTyê ne, lê ji bo çi Derweş gazî Şakir nake û bi hevdu re li ser vê meseleyê ranawestin?

Ji bo çi Dêrwêş û Şakir bi hevdû re raporekê nanivîsin û nadin Esad Xoşevî, lê Esad Xoşevî ji Şakir dixwaz dike ku ew raporekê binivîse û teslîmî wî bike?

Herweha ji bo çi ew û Şakir bi hevdû re naçin Hecîumranê û Şakir bi Dr. Şivan û hevalên wî re dişînin Hecîumranê?

Di wê agahdariya ku Derwêş dide nezelalî heye. Ji ber ku Şakir li Barîgeha Dr. Şivan ne girtîye. Gava bûyer eşkere bûye, teva wî hemû kesên li barîgeha Dr. Şivan in anîne Bamernê. Heta wê gavê jî Şakir tu mektûb nedaye Idrîs Barzanî. Piştî ku Şakir dibin Hecîumranê ew mektubekê dide Idrîs Barzanî. Wê gavê, Idrîs Barzanî çawa bikaribe mektûbek hê negîhaştibe destê wî nîşanî Derwêş bide û bibêje ku ”Şakir ne hevalê we ye, ew hevalê Dr. Şivanî ye”?

2) Li gor aghadariyên Derwêş dide; Idrîs Barzanî ji Derwêş re dibêje ku Serok Mele Mustafa Barzanî bîr û rayên PDKTyê bi nivîskî dixwaze. Li ser vê dawzwazê Derwêş vedigere Turkiyeyê, bi heyetek ji 5 kesan (Derwêşê Sado, Şerafettin Elçî, Ramazanê Haşim, M. Elî Dînler û Mele Şebab) tên Hecîumranê. Lê balkêş e ku ew Şakir Epözdemir beşdarî nav vê heyetê nakin. Di 11 tebaxa 1971an de li ser navê PDKTyê Derwêş û Şerafettin Elçî nerînên xwe bi nivîskî pêşkêşê Serok Mele Mustafa Barzanî dikin.

3) Awayê avêtina Şakir Epözdemir û agahhdariyên di vî warî de jî, bi serê xwe sergêjiyek mezin e. Derwêşê Sado dibêje ku me ”bi biryara Partiyê di 1971ê de li Navpirdanê Şakir Epözdemir ji partiyê avêtiye” lê ew nabêje bê bi çi awayî Partiyê biryar daye û endamekî damezrîner û Koma Navkom ji Partiyê avêtine. Gelo li gor kîjan xala desûrê ya PDKTyê Şakir hatiye avêtin; di vî warî de civînek Koma Navkom çêbûye û kîjan endamên Koma Navkom beşdarî vê civînê bûne?

Li gor agahdariyên Şakir Epözdemir dide; piştî ev heyet paşde vedigere, wî bi xwe re nabin û heta îlona 1971ê wî li wê derê dihêlin. Bi dû re Şerafettin Elçî, Derwêş dişîne cem Idrîs Barzanî, destûra vegera wî digre û ew derbasî Cizîrê dibin. Li Cizîrê, li mala Şerafettîn Elçî, Şerafettin, Derweş û Şakir dicivin. Di derheqê vê civînê de Şakir weha dibêje:

”Di civînê de Derwêş napeyivî. Şerafettin ji min re got:

Di mesela mişkila Dr. Şivan de dîtinên me û yên te ne wek hev in. Ya tê fikra xwe rast bikî ya jî tê midetekê xwe ji xebata Partîyê dûr bikî.

Min ji Şeraffetin re got:

Cudabûna fikrên me ne ew e ku bibe sebebê ez ji xebatê dûr bikevim. Min du tişt xwestin. Min van herdû daxwazên xwe bi nivîskî da cenabê İdrîs Barzani. Yek jê ew bû ku min daxwaz kir ev mişkile ji terefê heyeteke akademik va bête kolan û analizkirin. Ya duyemin jî min xebata Partîyê xwest. Ev daxwazên min nabe sebebê ku ez ji Partîyê, ji xebata Partîyê bême dûrxistin. Program û destûra Partîyê te hazir kirî ye. Tu hiquqnas î.

Tu baş dizanî ku tu û Derwêş nikarin min ji Partîyê dûr bixin.

Lê xem nak e. Min biryar daye ku ez êdî di heyata xwe da ne di partîyên legal û ne yên îllegal da cih negirim… Ev biryara min ya şexsê min e.

Civîna me bi vî awayî qedîya. Qîma Şeref jî bi vê biryara min hat.”[7]

Li vê derê dîsa ne zelaliyek heye. Eger li gor Derwêş dibêje, wan “bi biryara Partîyê li Navpirdanê Şakir ji Partîyê avêtine” rast be; wê gavê ji bo çi li Cizîrê civînê bi Şakir re çê dikin û dozê lê dikin ku ya ew dê fikrê xwe biguherîne ya jî wê demekê ji xebata Partîyê dûr bikeve!

4) Bi vê munasebetê ez dixwazim ji hersê damezrînerên PDKTyê Derwêşê Sado, Şerafettîn Elçî û Şakir Epözdemir daxwazek însanî bikim. Gelo teva ku ew qas bi derengî jî ketiye, ma hun nikarin ji PDK ya Iraqê ya jî Hukûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz bikin, ku hun mezelên sekreterê xwe yê PDKT û hevalên wî Mihemedê Begê ji wê dera ku hatibûn veşarin derxînin û du gorên diyar ji bo wan çê bikin. Ez dizanim ku têkiliyên we bi serokatiya PDKI re heye û bi îhtimalek gelek mezin wê daxwzek we ya weha însanî red nekin. Eger mumkun be hun wan li welatên wan, eger ne mumkun be jî li cihekî Kurdistana Iraqê du gorên diyar ji bo wan çê bikin, da ku malbatên wan, heval û hogirên wan bikaribin herin ser gorên wan, rêz û hurmetên xwe ji wan re nîşan bidin, fatîheyekê li ser rûhê wan yê pak bixîne!

Ev li hemberî sekreterê we yê PDKTyê, li hemberî hemû endam û hogirên Partiyê û li hemberî malbatên wan wezîfeyeke we ya însanî û pîroz e. Bi hêviya ku hun vê wezîfeya xwe ya însanî û pîroz pêk bînin.

 

2- Cîgirtiya Sekretertîya PDKT ya Derwêşê Sado

Di pirtûka Jînewriya Derwêşê Sado de hatiye nivîsandin ku ”piştî şehîdkirina Saît Elçî, ew wek cîgirê sekreteriya Partiyê hatiye dest nîşankirin. Lê 1973an de, meha 10an de, kongreya Partiyê ya ewil çêbûye û Derwêş bûye sekreterê eslî yê Partiyê û sekreteriya wî heta 1975an domandiye.”[8]

Ji bo rohnîkirina vê meseleyê, divê em li ser çend xalên vê meselê rawestin û zelal bikin:

Gelo Derwêşê Sado li gor kîjan xala destûra PDKTyê û di kîjan civîna Koma Navkomê de, yan jî bi biryara kîjan endamên Koma Navkomê weke cîgirê sekretertiya Partiyê hatiye dest nîşan kirin?

Min bi xwe careka din destûra PDKT ya pêşî xwend û bi qasî ku agahdariyên ku ez dizanim, ev ”destnîşankirin” ne destûrî ye. Ji ber ku em dizanin ku di vê demê de, 4 endamên damezrîner yê Partiyê hene. Ev jî Derwêş Sado, Şakir Epözdemir, Şerafettin Elçî û Emer Turhan in. Du kesên ku vê dawiyê weke endamên Koma Navkom hatine hilbijartin jî Feqe Huseyin û Seracettin Unlu ne.

Li gor Derwêş Sado, Şakir Epözdemir li Kurdistana Iraqê, li Navpirdanê ji Pariyê hatiye avêtin! Di wê demê de, ji dervî Şakir, tenê Derwêş û Şerafettin li Kurdistana Iraqê ne. Di vê rewşê de, ya Derwêşê Sado û Şerafettîn Elçî di nav xwe de Derwêş weke cîgirê Sekreteriya Partiyê destnîşan kiriye; ya jî Derwêş bi serê xwe, xwe ”destnîşan” kiriye. Di her du alternatîfa de jî, ev ”destnîşankirin” ne destûrî ye…

Ji bo çi ez weha li ser meseleya ”destûrî” û ”destûrê” radiwestim? Ji ber ku mirov di destpêkê de, bingehê xanî çawa dînî, wê xanî jî li ser wî bingehî bilind bibe ya jî hilweşe. Siyasetmedarên kurdan baş dizanin ku me di jiyana siyasî û rêxistiniyê de destûrên partî û rêxistinên xwe li gor hatine nivîsandin û li gor ruhê huqûqî bi kar neanîne. Ji ber vê yekê jî di hemû rêxistin û partiyên kurdan de, li gelek însanan neheqîyên nedestûrî hatine kirin. Tevgera Kurdistanê ji ber vê kemasiyê, gelek zerar û azar diye…

Eger bêdestûrîyên weha bibe adet û kultur, dikare dûrê aqîbetên weha bê serê mirov bi xw jî. Teva ku ez dê dûre li ser vê meseleyê rawestim jî, ez dixwazim têbiniyekê li vir diyar bikim: Piştî kongreya 1975an Derwêşê Sado ji aliyê Koma Navkom ve ji PDKTyê hate bi dûrxistin. Bê guman ji bo ku ew endamekî Koma Navkomê bû, li gor destûrê biryara dawî ancax di kongreyê de bihata girtin.

Herweha mafê wî jî hebû di kongreyê de xwe biparêze. Lê mixabin hevalê wî yê herî nêzîk ew mafê destûrî neda wî, ew dawetî kongreya sala 1977an ya PDKyê nekir û de û bi biryara vê kongreyê ji Derwêşê Sado ji PDKTyê hate avêtin!

Eger em vegerin ser meseleya xwe, divê ev mesele cîgirê sekreteriya Partiyê ya Derwêş ji aliyê her sê damezrînerên Partiyê Şerafettin Elçî, Şakir Epözdemir û Derwêşê Sado ku hê li jiyanê ne bê eşkere kirin. Gelo bê bi rastî Derwêşê Sado piştî kuştina Sekreterê Partiyê rahmetiyê Saîd Elçî weke ”cîgirê sekretriyatê” hatiye hilbijartin? Eger hatibe hilbijartin li gor kîja xala destûra Partiyê û di kîjan civîna Koma Navkom de ya jî bi biryarek çawa hatiye hilbijartin?

Zelalkirina vê meseleyê berpirsiyariyek li hemberî hemû kevneheval û endamên vê Partîyê û gelê Kurd e.

Gava mirov van bûyerên di wê demê de li dû hev rêz dikin, mirov dighêje vê baweriyê ku hemû rê û derfet li pêşiya Derwêşê Sado vedibin ku ew bibe sekreterê PDKT. Ev mijar bi serê xwe hêja ye ku lêkolîn û analîzên taybetî li ser bê kirin…

 

zinarsoran@hotmail.com

[1]Türkiye Kürdistan Demokrat Partisi 1968/ 235 Antalya Davası Savunması, Peri Yayınları, Şakir Epözdemir, İstanbul, Mart 2005, r.135.

[2]Jînewariya Derwêşê Sado, Zeynelabidîn Zinar, Ajans Nas Yayınları, r.175.

[3]Zeynelabidîn Zinar, b.n.d, r.180.

[4]Têbiniya Şakir Epözdemir: Li ser destê Mehkema Asliyeyê ya Ceza Hakimîya Tetvan, bi nivîsara vê Mehkemeyê ya 52 hejmar û di roja 25.11.1969 hatîye tenzimkirin û di wê rojê da ev berevaniya siyasî ku 31 perên daktîloyêne ji postexana Tetwanê bi 679 hejmara İadeli Taahhütlü bi imzaya M. Şakir EPÖZDEMİR ji Mehkemeya Cezayên Giran ya Antalya ra hatîye rêkirin. Şakir Epözdemir bi vê yekê jî qima xwe nanîye, roja 28.11.1969yê bi (mexreca) hejmara 70 ji postexana Tetwan Telgrafek ji Riyaseta Mehkemeya Giran ya Cezayê ra rêkirîye Antalyayê û Mehkemeyê bi vê berevanîya xwe agahdar kirîye.

[5]Di Dîroka me ya nêzîk de bûyerek girîng: Bûyera Dêîd Elçî û Dr. Çivan, Şakir Epözdemir, Kovara War, Hejmar 5-6, r.25.

[6]Ji bo vê bahse binere: Jînewariya Derwêşê Sado, Zeynelabidîn Zinar, Ajans Nas Yayınları, r.208 -210.

[7]Ji aghadriyên taybetî yên Şakir Epözdemir.

[8]Zeynelabidîn Zinar, b.n.d, r.181.

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *