Armanca Êrîşên Ser Herêma Kurdistanê!

Åžeyhmus Ozzengin

Li gor destûra İraq; Herêma Başûrê Kurdistanê, wek „herêmek fedaral, bi ser dewleta federal a İraqê“ ve ye. Ev rewş statûyek fermî a navdewletî jî dide rêveberîya Herêma Başûrê Kurdistanê. Lê ji ber alozîyên nav İraq, destdirêjî ya Îran û Tirkîyeyê a nav sîyaseta Bexda; Herêma Kurdistan, di warekî metirsîdar de û bi mesafe bi İraq re tevdigere. Ev rewş jî, herêma Kurdistanê dike wek „dewletek serbixwe û defakto“! Kurdistan wek dewletek serbixwe, lê ne îlankirî tevdigere. Ev jî li hesabê doijminên Kurd û Kurdistanê nayê!

Rewşa sîyasî a ku niha Herêma Başûrê Kurdistanê tê de ye, başe, lê ji bona li henber provakasyonên İraq; ku bi hemahengîya Îranê, Tirkîyê û beşek ji kurdan, bikaribe li ser ling bimîne, ev ne bese. Divê Kurd, bi gelemperî û bi hemahengîyek stratejîk xwedî li statûya Herêma Kurdistanê derkevin û biparêzin. Xwedî bikin û bipêş de bibin.

Serxwebûna gundekî Kurdîstanê, dibe dewleteke biçûk ji kurdan re. Kurdên Herêma Kurdistanê, îro bi vê statûya heyî, xwedîyê vê derfetê ne. Ji ber ku ev statû, ewqasî mezin e; ku ev destkevtî têkneçe, wê bibe dewleteke nîv serbixwe, xurt ya federal di nav Iraqê de û wê her hêvîya Kurdistanek azad li ser ling bihêle.

Rewşa İraq niha pir aloze. Eger Iraq jî wek dewlet, şikestinê bîne û hilweşe, ev statû ji kurdan re derfetek mezin bi xwe re tîne, ji bona ku Kurd serxwebûnê bi dest bixin. Lê nabe ku Kurd, bi kelecan li hêvîya vê rojê bin jî. Divê pêşî hêzên Kurd û Kurdistanê, li ser stratejîyek netewî, hevpar û hevgirtî, helwesta xwe bikin yek. Ku Kurd mîna niha perçe perçe, di destê dijminên xwe de bibin çek û li henber statûya Kurdistanê bên bikaranîn, eger heye ku Kurd vê statûyê jî wenda bikin!

Hikûmeta Bexda, bi rêka beşek ji kurdan, destê kurdan li Bexda her zeîf dixe. Naxwaze ku, destê kurdan hevgirtî û xurt bibe. Ev jî, ji dêlva pirsgirêkên navbera Bexda û hevlêr çareser bibe û Kurdistan nefesek Kûr bikişîne; tam tersê wê bi têkçûna Bexda re, hevlêr jî xwe di nava qeyran û alozîyan de dibîne. Ev jî ji bona pêşeroja statûya Herêma Başûrê Kurdistanê rewşek xerab û metirsîdar derdixe ber me.

Rewşa nefta Kurdistanê!

Kontrola derîyên sînoran û belafirgehên herêma Kurdistanê!

Rewşa destûra Federal a İraqê û statûya serwerîya Kurdistanê!

Rewşa herêmên Kurd yên dervê herêma Kurdistanê û pêkanîna madeya 140!

Rewşa aborîya Kurdistanê; ev çavkanî di destê İraq de, li henber Kurd û Kurdistanê, ku wek çeka terbîyekirinê têt bikaranîn! İraq bi vê çeka dahatan û mûçeyan, dixwaze statûya Kurdistanê têk bibe!

Ev pirsgirêk, hemû sîyasîne û İraq ticarî van pirsgirêkan bi herêma Kurdistanê re, di armancek hevgirtî û hevpar de çareser nake. Ji ber ku, ev Îrade bi İraq re tine ye. İraq, li Bexda; di destê hêzek nîjadperest û dijminê Kurd û Kurdistanê de ye û ev hêz jî hêza xwe ji Nîjadperestên Tehran, Enqera û Şamê û beşek ji xîyanetkarên nav mala Kurd digire. Heta ev îmkan di destê Bexda de hebe, wê Bexda, ji bona têkbirina Hevlêr, wê dijminatîya Herêma Kurdistanê bike.

Bexda, dixwaze ku Herêma Kurdistanê, nefta xwe radestî İraq bike.

Bexda dixwaze ku Herêma Kurdistanê; derîyên xwe yên sînorî û serwerîya balafirgehan radestî İraq bike!

Ev tê çi wateyê?

Bexda bi xwestina van xalên stratejîk, dixwaze ku herêma Kurdistanê serwerîya xwe, statûya xwe, îradeya xwe radestî Bexda bike. Ba û bahozên ku li ser mûçe û nefta Kurdistanê tên derxistin, mebesta radestkirina îradeya miletê Kurd û Kurdistanê bi xwe ye. Hêzên ku di nava van ba û bahozan de bi meramên Bexda û dijminan tevdigerin; hemû pergalên destê dijminan e.

Li gor „destûra İraq madeya 112 e“, ev made maf û destûrê dide Kurdistanê, ku nefta xwe ew bi destê xwe derbixîne û bigihînine bazara cîhanê. Lê li Silamanîyê beşek ji Kurdan; her sebeba nedana Mûçe û dahatên Kurdistanê, qeyranên aborî „neradestkirina nefta Kurdistanê bo İraq“ didin nîşan. Lê nayê hişê wan ku ev neft garantîya serwerîya Kurdistanê ye.

Parçebûna Kurdan, rê da Heşda Şabî, ku bi hêsanî dest deyne ser Kerkûkê û şermezarî û trajedîyek dîrokî û mezin ji Kurdan re bîne. Divê Kurd dersê ji dîrokê bigirin. Radestkirina Kerkûk û karesatên ku li Kerkûk û navçeyên derdorê tên serê kurdan bi sebeban re rast binirxînin.

Divê Kurd bi hev re kar bikin, an ji hev perçe perçe dibin. Ev jî wê armancên dijminên me bîne cîh.

11.12.2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *