PKK Û HEVALBENDÊN WÊ LI KURDISTANÊ BI DAXWAZA ÎRANÊ DEST BI ÊRÎŞÊN TERORÎSTÎ KIRIN…

İbrahim GUÇLU – Ahmet ACAR – Azad AKGUL

Hîç şik tune ye Herêma Federe ya Kurdistanê welatekî parlamenterîst, demokrat, pirpartî, maf û azadî parêz e. Desthilatdarîya siyasî bi hilbijartinên demokratîk tê gûhertin. Meclîs, bi hilbijartinê ji mebûsên neteweya kurd û hemû neteweyên din û bi berendamên partîyên Kurdistanê û serbixwe ava dibe.  Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê ji alîyê Meclîsê ve tê hilbijartin.

Hikûmeta dawî jî, ji piranîya partîyên Kurdistanî, berpirsên grûbên olî (îslamî, xirîstiyan, êzîdî) û  mezhebî  pêk hatiye. Hikûmeteke gelekî demokrat û plûral e.

Li Herêma Federe ya Kurdistanê her kes, her grubeke civakî, her neteweyek, her grûbeke fikrî, her partî û rêxistina Kurdistanê, her olek,  û her mezhebek xwedîyê mafên kesayetî û kolektîf in; bi azadî maf û azadîyên kesayetî û grûbî (kollektîf) bi kar tînin.  Loma jî xwedîyê maf in ku fikrên xwe bi her awayî îfade bikin, daxwazên xwe ji hikûmetê re bi awayekî demokratîk pêşkêş bikin.

Xwepêşandan yek ji platforma mafê demokratîk e. Encama azadîya fikrî û ramanî ye. Hemwelatî û grûbên cûdafikir daxwazên xwe yên siyasî û aborî di xwepêşandanan de pêşkêş dikin. Li Herêma Federe ya Kurdistanê jî ev platforma bi awayekî azadî û demokratîk tê bi kar anîn.  

Hezar mixabin, di van çend rojên dawî de tê gotin ku li Herêma Federe ya Kurdistanê xwepêşandan tên li darxistin. Lê dema ku armanca xwepêşandaran, metodên di xwepêşandanan de hatine/tên bi kar anîn, hêzên organîzekirî bidî berçav; beregehên partîyan şewitandin, bombebaran û gûlebaran kirin dîyar dike ku qewimandinên li Herêma Federe ya Kurdistanê, xwepêşandanên xwezayî û demokrat nînin. Maf û azadîyên kesayetî û kollektîf bi kar anîn nîne. Terorîzm e. Tahrîbkirina sîstema demokratîk ya Herêma Federe ya Kurdistanê ye. 

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî xwepêşandanan wek maf û azadî dipejirîne. Lê ew jî dibêje ku ew qewimandinên li Kurdistanê ne xwezayî ne û ne demokratîk in. Ne xwepêşandan in.

Serok wezîrê Kurdistanê dibêje ku: Bêguman Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bargiranî û jîyana dijwar a welatîyan hîs dike û spasîya xweragiran jî dike û xwepêşandanên aştîyane û şaristanî jî, weke mafekî rewa dibîne di çarçoveya yasayan de, lê hewla têkbirin û wêrankarî, ji daxwaza rewa ya xelkê cuda ye. Loma sazîyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê ligel parastina giyana hemû welatîyan, tevî xwepêşanderan, rê li ber alozî û tevlîhevî û tundî û têkbirina cihên giştî û baregehan bigre û mixabin hinek kes dixwazin debara xelkê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bînin û bi hinceta berevanîya maf û daxwazên xelkê Kurdistanê, hewla têkbirin û şewitandin û alozîyan didin.”

400 rewşenbîr, nivîskar, hiqûqzane, rojnamevan, karmend, pêşengên civatê wek di deklerasyona xwe de diyar kiribû,  armanca çalakîyan vekirî ye.

Ew armanc ji bona dema dirêj: Rûxandina Herêma Federe ya Kurdistanê ye.

Ji bona dema navîn: Sileymanîyê ji Herêma Federe ya Kurdistanê qetandin û bi Iraqê re girêdan e.

Armanca rojane jî: Ji bona Îranê Şengal ciyekî stratejîk e. Îran naxwaze ku Şengal ji destê wan û hêzên wê yên terorîst û dagîrker derkeve. Loma jî PKK`yî bi cilên leşkerên Iraqê vedigerin Şengalê. Li xendekan û li çîyan xwe vedişêrin. Rastiyên li Şengal diqewimin veşarti ne.

Loma jî maaş wek sedem hat diyar kirin, lê çalakiyên terorîstî û texrîbkirinê hatin kirin.

Gelek aşkere ye ku PKKê dibêje ku “serhildan” li Herêma Federe ya Kurdistanê pêk hatiye. Ev jî dîyar dike ku armanca çalakîyan xirakirina Herêma Federe ya Kurdistanê ye.

Di van çalakîyan de, 9 hemwelatîyên Kurdistanê hatin kûştin, ji sedî zêdetir hemwelatî brîndar bûn. Beregehên partîyan hat şewitandin. Ala Kurdistanê hat şewitandin.

Zirareke mezin ya malî jî heye.

Çendîn belge diselmînîn ku destê PKKê û destên ÎRANê di xwepêşandanên devera Silêmaniyê de heye. Berpirsîyarên Kurdistanê jî diyar kirin ku PKKyi di nav çalakiyên terorîst de hatine girtin.

Li gor ew belgeyên di destê BasNewsê de hene ku ji reyê xwepêşandanan hatine bidestxistin diselmînin ku destê PKKê û destên ÎRANê di xwepêşandanên li devara Germiyan û Silêmaniyê hene. PKK û Îran, bi rêya xwenîşandanan navendên baregehên siyasî û hikûmî dişewitînin û êrîşî hêzên emnî dikin.

Divê ku Meclîsa Kurdistanê, Serokatiya Kurdistanê, Hîkûmeta Kurdistanê, partîyên Kurdistanê ev rastîyên tehl bibînin. Pêşîya van xirabîyan bigrin. PKKê an bê çek bikin, an jî ji Kurdistanê derxin.

Wek me 400 kurdî gelek aşkere ji raya giştî diyar kir; ji Meclîs û Serokatî û Hikûmeta Kurdistanê re jî pêşkêş kir, Herêma Federe ya kurdistanê di bin xeterîyeke mezin de ye. Ev xeterî, bi destên gelek hêzên ne yasayî, biyanî, terorîst, dagîrker çêdibin. PKKê li Herêma Federe ya Kurdistanê, hêza xeter ya sereke ye.

Herêma Federe ya Kurdistanê, hêlîn û mala 50 mîlyon kurdên çar beşan û kurdên dinyayê ne. Divê hemû kurd ji hêlîn û mala xwe re xwedî derkevin. Li hemberî hêzên xeter yên li Herêma Federe ya Kurdistanê helwesta xwe zelal bikin û bikevin nav têkoşînekê. Ji bona ku PKKê ji Herêma Federe ya Kurdistanê bê derxistin, em dengên xwe bilind bikin. û xebat bikin.

Helwesta me di çarçovaya Deklarasyona 40 kurdî de ye. Em carek din dibêjin ku bila Meclîsa Kurdistanê, Serokatiya Kurdistanê, Hîkûmeta Kurdistanê, partîyên Kurdistanê van rastîyên tehl bibînin. Pêşîya van xirabiyan bigrin.

Diyarbekîr, 11.12.2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *