Şertên Festîvala Serxwebûna Kurdistanê Li Amedê Pêk Nehatin…

Kurdistaniyên Hêja, Heval û Dostên Giranbûha,

Demeke ku ji bona Festîvala Serxwebûna Kurdistanê xebat dom dike.

Hezar mixabin encama vê xebatê şertên lidarxistina festîvalê pêk nehatin.

Loma jî em bi xemgînî di derbarê vê de daxuyaniya Komîteya Amaadekar a Festîvala Sexwebûna Kurdistanê Li Amedê bi we re parve dikin.

Silav û rêz.

*****

Şertên festîvala serxwebûna Kurdistanê li Amedê pêk nehatin

Li Başûrê Kurdistanê biryareke gelek dîrokî û jiyanî û stratejîk ji aliyê serokê Kurdistanê, hikûmet û partiyên siyasî ve hat pejirandin.
Ev biryar, ji bona dewleta serbixwe, biryara referandûmê ye.
Ev biryar bes ne tenê li Başûrê Kurdistanê, li hemû beşên Kurdistanê dê qederê kurdan bigûhere. Li Başûrê Kurdistanê encama vê biryarê Dewleta Kurdistanê dê ava bibe. Li beşên din yên Kurdistanê jî dê ji bona tevgera milî û rêxistinî re, riya reforman veke. Dê bibe sedem ku li Kurdistanê pêvajoya ronesansekê dest pê bike.
Loma jî hemû kurdan an jî piraniya kurdan ji bona ku ji referandûmê re bibin alîkar û referandûm encama erênî bide, dest bi xebatê kirin.
Hîç şik tune ye ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê û partiyên ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re piştgirî dikin, di qada neteweyî û navneteweyî de xebatên gelek bê hempa dikin.
Li hemû beşên din û li Ewrûpayê jî xebatên piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dest pê kir.
Di destpêkê de ji van xebatan xebata zêdetir diyar, xebata Festîvala Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bû. Vê xebatê li Ewrûpyaê dest pê kir.
Lê biryar hatibû girtin ku li Hewlêrê, li Amedê, li Qamişliyê jî festîval bê lidarxistin.
Dema ku ev biryara pêşkêşî Bakûrê Kurdistanê bû; grubek kurdperwerên serbixwe ev xebata erênî dîtin û ji vê biryarê re piştgirî hat kirin.
Lê ev grub di wê baweriyê de bû ku hemû kurdperwer û partiyên Kurdistanê ji bona festivalê mil û dest bidin hev, bi hev re festîvalê li darbixin. Piştgiriyeke girseyî çê bikin.
Dîsa ev gruba kurperwer di wê baweriyê de bû ku bûyera referandûma serxwebûna Kurdistanê, bûyereke dîrokî û stratejik e ji bona me kurdan. Loma jî dê di nav partiyên Kurdistanê û tevayî kurdperweran de kalecaniyekê çê bike. Dê xabeteke piştgirî ya xûrt li darbixista. Ev jî mimkun bû ku bibûya destpêka gûhertineke girîng û bingehîn.
Di destpêkê de dema ku Komîteya Amadekar ya Festîvala Ewrûpayê bi me re, bi kesên serbixwe re danûstandin kir, gelek vekirî hat diyar kirin ku divê di destpêkê de bi Partiyên Bakûrê Kurdistanê re danûstandin bê kirin.
Xebatê jî wusa dest pê kir.
Loma jî di destpêkê de bi HAK-PARê, PAKê, PDKTê, PDK-BAKURê, PSKê re danûstandin hat kirin.
Di van danûstandinan de hevalek jî, bi komîteya Festîvala Ewrûpayê re raste rast xwediyê pêwendiyê bû.
Ji partiyan hat daxwaz kirin ku “wek partî diyar e ku hûnê ji bona referanbdûmê xebatekê bimeşînin. Festîvalê jî ji bona xwe bikin biryar. Komîteyeke mişterek ya partiyan û kesên serbixwe ava bikin. Lê partiyên me ji vê xebatê re pêşengî bikin.”
Hat gotin ku vê pêşniyarê bibin civîna partiyên hevbeş, bikin biryar.
Hezar mixabin di civîna wan de biryarek nehat girtin.
Di vê navberê de kesên serbixwe ji bona xebata Festîvalê civînek li darxistin. Di vê civînê de jî, ji bona ku beriya Komîteya Amadekar ya Festîvalê ava bibe, carek din biryar hat girtin ku bi partiyan re danûstandin bê kirin.
Dema bi partiyan re ji nû ve danûstandin dest pê bike, partiyên me jî diyar kirin ku dê bi hev re ji bona xebat û nexşerêya referandûmê bernameyekê amade bikin. Loma jî dê bicivin.
Lewra wan partiyan berê jî li ser navê 5 qolî bi hev re xebat dimeşandin.
Wê demê di vê çerçewê de bi berpirsiyerekî wan re danustandin hat kirin.
Piştî civînê diyar kirin ku “em amade ne ku ji festîvalê re bibin alîkar.”
Lê ji wan re hat diyar kirin ku “ji we alîkarî ne û pêşengî tê xwestin.”
Wan jî got ku “emê ji bona referandûmê komxebatekê çê bikin, vê pirsê li wir jî biaxivin.”
Me jî hêvî kir ku partiyên Bakûrê Kurdistanê dê di komxebatê de pêşniyara festîvalê nîqaş bikin û festîvalê bikin biryar.
Hezar mixabin komxebatê jî, di derbarê Festîvalê de biryar negirt. Komxebatê 13 kes ji partiyan û kesên serbixwe wek “înisîyatîfê” hilbijartin.
Ev însiyatîfa hat wezîfedar kirin ku bernameya xebata referandûmê diyar bike.
Hezar mixabin di civîna însîyatîfê de jî her çiqas mijara festîvalê ji aliyê endamekî de hatiye rojevê jî, endaman ev pêşniyara nekirine biryar.
Bi daxwaza komîteya amadekar ya festîvala serxwebûna Kurdistanê, însiyatîfa Komxebata Partiyan, bi komîteya amadekar ya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê re li Amedê rûniştinek pêkanîn.
Hezar mixabin biryara wan dîsa ew bû ku “komîte bila Festîvalê çê bike, ew jî dê alîkarî bikin.”
Gor baweriya me, ew helwesteke negatîf e. Lewra tê zanîn ku li Ewrûpayê yek-du partiyên li dijî referandûma dewleta serbixwe ne tê de, hemû partiyên Kurdistanê biryar dane ku di 26ê Tebaxê de bi kesên serbixwe re festîvalê lidarbixin.
Helwesta partiyên Bakûrê Kurdistanê bi helwesta hevalên wan yê Ewrûpayê re jî xwediyê nekokiyekê ye.
Kesên serbixwe jî, di destpêkê de piştgiriya xwe nîşan dan. Hezar mixabin di nav wextê de hat dîtin ku ew jî xwediyê kalecaniyekê nîn in. Loma jî neketin nav xebateke aktîf.
Komîteya me, ji bona pêkanîna Festîvalê li gelek bajaran civîn çêkir. Mixabin pêkanîna şertên xebata pêdivî nemimkun bû; nikarî şertên pêdivî yên civakî, siyasî û malî amade bike. Lewra ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê piştgiriyeke girseyî pêwîst e. Heger piştgirî girseyî nebe, dê zerar bida referandûmê.
Di encamê de, xuya bû ku li Bakûrê Kurdistanê refleksên tevgera kurd pir lawaz in, qeweta kes û grubên serbixwe jî têra xebateka wisa nake. Rêxistinên heyî statuparêziya xwe didomînin, ji bona gûhertin, reform û ronesansekê ne amade ne. Belkî hemû partîyan ji bona Festîvalê bigota “erê” jî, çêbûna piştgiriyek girseyî bi guman bû, çinkû problema pêkanîna çalakî û berhevkirina gerseyê li ber çavan e. Bi vê awayê, careka din rewş û refleksên tevgera Kurdên li Bakûrê Kurdistanê bi aşkere û zelalî diyar bû û derket holê.
Komîteya Amadekar a Festîvalê li Amadê
14. 08. 2017 /Amed

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *