Hate ragihandin ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê, vê sibehê zû bi awayekî çaverênekirî, dest bi vekişîna ji du baregehên sereke yên Iraqê Eyn el-Esed û Viktoriyayê kir.
Hate diyarkirin, proseya vekişînê îro dest pê kiriye û beşek ji leşkeran ji her du baregehan derketine û tê çaverêkirin, di nava çend rojên bê de ev her du baregeh bi temamî bêne valakirin.
Li gorî agahiyan, li baregeha Eyn Esed nêzîkî du hezar leşkerên Amerîkî hebûn, li baregeha Viktoriyayê ya ku dikeve nav Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê jî hejmareke din a leşkerên Amerîkî hebûn.
Çavkaniyê daye zanîn ku beşek ji wan leşkerên ku ji van baregehan hatine vekişandin, ji bo Hewlêrê hatine veguhastin.
Hêjayî gotinê ye, ev pêngav piştî daxuyaniya hikûmeta Iraqê ya 17ê Tebaxê hate avêtin ku hatibû ragihandin, erka Hevpeymaniya Navdewletî bidawî dibe û pêwendiyên ewlehiyê bi wan re veguherîn pêwendiyeke berevaniyê ya dualî, ku di bin sîwana pêwendiyên siyasî, aborî û çandî de birêve biçe. (PK)


