Li Holanda Salvegera Referandûma Serxwebûnê hat pîrozkirin!

Şahîya Referandûma Serxwebûnê hat li darxistin!

Îro li Holanda, li navenda bajarê Arnhem, partî, rêxistin û komeleyên Kurdên her çar beşên Kurdistanê, ji bo salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê şahîyek li darxistin!

Şahîya Referandûmê, bi axaftina hin nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî yên li ser girîngî û wateya referandûmê û pîrozkirina li gelê me yê bi helwesta xwe armanc û peymanên mêtinkaran têkbir, bi coş rêve çû!

Li beşdar û temaşevanan, şekirê cejna referandûmê hat belavkirin! Ji bo vexwendî û beşdaran çay, qehwe û meşrûbat hat pêşkêşkirin.

Şahî, bi durişmên; bijî Kurd û Kurdistan! Bijî serxwebûna Kurdistan!  Bijî Serok Mesûd Berzanî! Bijî Pêşmerge! Berdewam kir. Bi muzîka Kurdî û dîlan û libakirina alên Kurdistanê, bi kêf û şahî bi dawî hat.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *