Partiyên Kurdî têkildarî erdhejê daxuyaniyek hevbeş dan; Roj roja xîretê ye / 15 parti ve STK’den depreme ilişkin ortak açıklama: Stratejik bir merkez oluşturulmalı

Daxuyanî ji aliyê 15 partî û saziyên Kurdî ve û bi sernava “Roj roja xîretê ye; Ji bo derman kirina birînên  felaketa erdhejê em dest bidin hev” hatiye dayîn.

Partî û tevgerên Kurdî di daxuyaniya xwe ya hevbeş de spasiya wan dewlet, sazî û aliyan kirin ku alîkariya mexdûrên erdhejê kirine û gotin: “Em spasîya wan hemî dewlet, dezgehên navdewletî, dezgehên sivil, kes û dezgehên xêrxawazan û şîrketan dikin ku di dema karesata erdhejê dە hatin hewara gelê me, jibo alîkarîya neqdî û malî hewl dan û imkanatên xwe bi me rە par ve kirin.”

Di daxuyaniyê de partiyên Kurdî herwiha spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kirin û diyar kirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkarîya mexdûrên erdhejê  yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkîyeyê û Sûrîyeyê dimeşînin.”

Daxuyaniya hevbeş a partiyên Kurdî wiha ye:

Roj roja xîretê ye

Ji bo derman kirina birînên felaketa erdhejê em dest bidin hev

Di roja 06.02.2023yê da du erdhejên bi şîdeta 7.7 û 7.6ê, ku navenda wan du navçeyên bajarê Mereşê bûn rû dan. Paşê jî di roja 20.02.2023yê de li Hetayê erdhejeke bi şîdeta 6.4 rû da.

Erdhejê, di deh bajar û bi sedan navçe û gund û mezrayên ku ji 13 milyonan zêdetir mirov lê dijîyan rû da ku piraniya wan jî li Bakurê Kurdistanê bûn. Li gorî amarên heta îro hatine ragihandin, hejmara kesên ku di van erdhejan da jiyana xwe ji dest dane nêzîkî 42 hezaran e; hejmara birîndaran jî ji 100 hezar kesî zêdetir in. Bi sed hezaran avahî jî rûxane, xesareke mezin dîtine.

Tu şika me jê tune ye ku, zerara rasteqînî ya canî û malî  û herî zede wêrankirina derûnî ya gel, gelekî mezintir e û dê hîna jî zêdetir bibin.

Li Efrîn, Cinderes û Helebê jî ev erdhej bûne sebebê felaketeke mezin. Û mixabin alîkarîyeke berbiçav negihîştîye van deran. Heta nuha yên ku jîyana xwe ji dest dane ji 7 hezarî, yên birîndar jî ji 15 hezarî zêdetir in. Bi hezaran avayî xerabûne, zerareke mezin a madî çêbûye. Gel di rewşeke perîşan da ye.

Ji 6ê sibatê ve heta îro, aşkere ye ku Dewleta Tirkîyeyê bi qasî ku pêwîst bû û di wexta xwe da, li van bajarên ku erdhej lê çêbûne wazîfeyên xwe neanîye cîh.

Bi taybetî di 3 rojên ewil ên erdhejê da, di hawarçûyina ser kavilan û di alîkarîya mexdûran da, lawazî, bêkoordînasyonî, bêserûberî, xemsarî û îhmalkarîya hemû dem û dezgehên Dewleta Tirkiyeyê li ber çavan bû; dezgehên dewletê li seheyê tunebûn. Herweha  Dewleta Tirkîyeyê, bi taybetî di 3 rojên ewil da, hema hema rê neda ku ji derveyî wê gelek kes û dezgeh û alî bi îmkanên xwe yekser alîkarîyan bigihînin mexdûrên erdhejê. Niha jî li gelek deran ev astengî berdewam in.

Herweha dewletê rê li ber piranîya alîkarîyên ku dê biçûna Rojavayê Kurdistanê, Efrîn, Cindirês û Helebê jî girtiye û bi van kiryarên xwe xisara canî û ya maddî zêde kiriye.

Vê helwesta dewletê û berf û baran û sermaya heyî ya dijwar jî, mexdûriyeta erdhejê gelekî berfirehtir û kûrtir kiriye.

Helbet ne cara yekem e ku gelê Kurdistanê rûbirûyî van siyaset û helwestên Dewleta Tirkiyeyê dibe. Desthilatdariya AKPê û MHPê bi taybetî piştî 22ê Temûza 2015an careke din dest bi siyaseta şer kir. Û kiryar û siyaseta xwe ya li dijî kurdan û ya şerî, bi stratejiyeke nû, li sê perçeyên Kurdistanê berfirehtir kiriye. Ev  berhemên vê hişmendî, siyaset û helwesta Dewleta Tirkiyeyê û şêweyê sîstema rêvebirina wê ya takekesî û totalîter jî, texrîbat û xesarên erdhejê yên canî û malî mezintir û berfirehtir kirine.

Lê belê, li gel hemû astengiyên yasayî û fiîlî yên ku Dewleta  Tirkiyeyê heta nuha derxistiye û derdixe jî, gelê me bi hestyarî û bi lihevxwedî derketineke mezin alîkariya mexdûran dike. Li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û li dîyasporayê, me wek van partiyên ku ev daxuyanî îmze kirine û gelek partî û rêxistinên siyasî yên din, dezgehên sivîl, kesayet, belediye û şîrketan ji bo alîkariya birîndar û mexdûran, xebat û kampanyayên baş pêk anîne, pêk tînin.

Gelek dewletên cîhanê jî alîkariyên cûr be cûr digihînin deverên ku erdhej lê çêbûne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê  Başûrê Kurdistanê xebateke berfireh ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê  yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Sûriyeyê dimeşînin.

Em spasiya wan hemî dewlet, dezgehên navdewletî, dezgehên sivil, kes û dezgehên xêrxawazan û şîrketan dikin ku di dema karesata erdhejê da hatin hewarîya gelê me, jibo alîkarîya neqdî û malî hewl dan û imkanatên xwe bi me ra par ve kirin.

Erdhej rûdaneke xwezayî ye, meriv nikare rê li ber bigire. Lê em dikarin bêjin ku sebebên zerarên erdhejê ne xwezayî ne; berhemên bêwîjdanî, berjewendîperestî, bêûsûlî, gendelî, xeletî , şaşitî û bêprensîbiyên dezgehên fermî, şîrket û mirovan e.

Lê heger di erdhejekê de zerarên canî û malî çêbûbin, berpirsyarê yekem yê herî mezin, bi hemû dezgeh û wezartên xwe ve, bi belediyeyên xwe ve dewlet bi xwe ye.

Ji bo ku Tirkiye û Kurdistan rûbirûyî encamên xerab ên felaketa erdhejê nebin, beriya her tiştî divê gavên acîl ên ji bo sîstema ademî merkeziyetçiyê, ji bo rêveberîyeke demokratîk û azadîwaz bêne avêtin.

Ji bo avakirina avahiyên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin divê navendeke teybet a stratejîk bê avakirin.

Hemû tedbîr û xebatên ku ji bo avakirina bajaran û alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdhejê têne kirin, divê xwe ji hişmendiyeke ku demografiya herêmê biguherîne dûr bixe.

Ji bo gelê me yê ku di erdhejê de mexdûr bûye, bi taybetî jî ciwanên me, cîh û warên xwe terk nekin, li ser axa xwe bimînin, koçberî çênebin, divê em xebateke mezin bihûnin. Ji bo vê jî, em bangî gelên xwe, bangî hemû dezgeh û aliyên peywendîdar ên navxweyî û navnetewî dikin, da ku em ji mexdûrên erdhejê ra cîh û warên ku bikaribin di şertên însanî de lê bijîn peyda bikin; em ji bo alîkarî û piştgirîya aborî û ji bo ku ji wan ra kar peyda bikin, em seferber bibin.

Divê tu kes û der û dor yan jî dezgeh vê karesata erdhjê ji bo berjewendiyên xwe wek firsend bikar neyîne, mexdûriyeta gelê me îstismar neke, xwe ji zêdekirina kirêyên xanîyan û girankirina nirxên pêdawîsatiyan dûr bixe.

Ji bo ku îmkanên heyî, di xebatên rêlibergirtina rîskên erdhejê de bêne serfkirin û bajarên ku bikaribin xwe li ber erdhejê bigirin bêne avakirin; divê ew îmkanên ku ji bo şerî û çekan têne serfkirin bêne rawestandin, dawî li şerî bê anîn; divê daxwazên acîl ên miletê Kurd bêne qebûlkirin û bi awayên siyasî, demokratîk rêya çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê bê vekirin.

Dewleta Tirkiyeyê, divê bizanibe ku dê nikaribe îlankirina rewşa awarte, ji xwe re weke firsendekê bikar bîne da ku rê li ber xebatên alîkarî û piştgirîya mexdûrên erdhejê bigire, da ku rê li ber doza azadiya Kurdistanê û doza azadî, demokrasî, wekhevî  û edaletê ya li Tirkîyeyê bigire.

Em bangî gelên xwe, bangî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêvebirîya Rojavayê Kurdistanê, hemû dezgeh, partî û kesayetên Kurd û Kurdistanî û hemû dostên kurdan dikin da ku, em di xebata gihandina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê de berdewam bin, em wan bi tenê nehêlin, em lihev xwedî derkevin.

Helbete ku barê felaketên bi vî rengî, dikare bi îmkanên dewletan û bi alîkarîyên navdewletî bêne hilgirtin. Ji ber vê rastîyê jî, em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku rê li ber alîkarîyên dezgehên sivîl û yên dewletan negirin û berîya her tiştî  berpirsyarîyên xwe yên dewletî bicîh bînin.

Heta ku çareserîyên mayînde bêne bicîh anîn, di demeke herî kurt da divê pêwîstîyên mexdûran yên  acîl, yên wek alîkarîyên aborî, çadirên zivistanê, konteyner û cîhên ku lê bimînin, cil û bergên zivistanê, sobeyên cûr bi cûr, êzing, komir, erzaq, av, derman, pêwîstîyên zarok û jinan, nivîn û betanîyeyan temîn bikin.

Bêyî şik, wek her bûyereke xwezayî, civakî, sîyasî da  di vê erdhejê da jî mexdûrên herî mezin jin, zarok, kêmendam û kesên temen dirêj in. Ji ber vê rastîyê jî divê, di vê erdhejê da,  ji bo telafî kirina mexdûrîyeta van herçar beşên civatê bernameyeke taybet bê li dar xistin. Bi taybetî jî divê hemû xebat li ser esasê cudakarîya pozîtîf a jinan bêne hûnandin.

Em bangî hemî dezgeyên navneteweyî, Netewên Yekbûyî, Konseya Ewrûpayê dikin, da ku alîkarîyên pêwîst û berfireh bikin û ji bo ku Dewleta Tirkîyeyê di derbarê alîkarîya mexdûran da xebatên bi lez û berhemdar pêk bîne, dîyalogeke xurt pêk bînin.

 

DBP (Partîya Herêmên Demokratîk)

DDKD (Komeleya Şoreşgerên  Demokrat ê Kurd)

DTK (Kongreya Civaka Demokratîk)

HDP (Partîya Demokratîk a Gel)

HEREKETA AZADÎ

KKP (Partîya Komunîst a Kurdistanê)

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)

PARTÎYA AZADÎ

PDK (Partîya Demokrat a Kurd)

PDK-BAKUR (Partîya Demokrat a Kurdistanê-Bakur)

PDKT (Partîya Demokrat a Kurdistan a Tirkîyeyê)

PİA (Partîya Însan û Azadî)

PLATFORMA JINÊN KURD

PSK (Partîya Sosyalîst a Kurdistanê)

TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê(

Maraş merkezli 7,7 ve 7,6 şiddetindeki depremlerle ilgili yaşanan süreci değerlendiren Parti ve STK’lar, yaptıkları ortak açıklamada, “Gerçek can kayıpları ve maddi hasarların, depremin psikolojik tahribatlarının daha büyük ve korkunç boyutlarda olduğuna kuşku yoktur” ifadelerine yer verdi.
Depremin Afrin ve Halep’te de büyük bir felakete yol açtı dile getirilen açıklamada, şu hususlara dikkat çekildi:
“6 Şubat’tan bu yana, Türkiye Devleti’nin depreme maruz kalan bölgelere dair olması gereken boyutta ve zamanında görevlerini yerine getirmediği açıktır. Özellikle de depremin ilk 3 gününde, enkaz altındakilerin kurtarılmasında olsun, mağdurlara yardımların ulaştırılmasında olsun, devletin tüm kurum ve kuruluşları bir koordinasyonsuzluk, vurdum duymazlık, ihmal, başı bozukluk içindeydiler; devlet sahada yoktu. Ayrıca, depremin ilk 3 gününde, Türkiye Devleti, kendisi dışında, birçok kurum ve şahsiyetin kendi imkanlarıyla deprem mağdurlarının yardımına koşmalarına engel oldu. Şimdi de bir çok bölgede bu tür engellemeler devam etmektedir.”
“Depremin yol açtığı mağduriyet daha da katlandı”
Açıklamada, “Türkiye Devleti, deprem mağdurları için gönderilen birçok yardımın Afrin, Cinderes ve Halep’e ulaşmalarına engeller çıkarmakta, bu da can kayıplarının ve mağduriyetlerin daha da artmasına yol açmaktadır. Devletin bu tutumuna; kar, yağmur ve ağır kış koşulları da eklenince, depremin yol açtığı mağduriyet daha bir katlanmıştır” denildi.
“Birçok ülke deprem mağdurlarının yardımına koştu”
Kürt kentlerinde, Türkiye’de ve diasporada büyük yardım kampanyalarının başladığını anımsatan parti ve STK’lar, şu hususlara dikkat çekti:
“Birçok dünya devleti deprem mağdurlarının yardımına koştu. Kürdistan Bölge Hükümeti ve Güney Kürdistan halkı, Kuzey ve Rojava Kürdistanı ile Türkiye ve Suriye’deki deprem mağdurlarına yardım ulaştırmak için çok boyutlu bir çalışma yürütmektedirler. Deprem felaketinde mağdurlara, halklarımıza nakdi ve maddi yardıma koşan tüm devletlere, uluslararası kuruluşlara, sivil toplum ve yardım kuruluşlarına, şahsiyetlere, şirketlere teşekkür ediyoruz.”
“Depreme dayanıklı binaların inşası için stratejik merkez kurlmalı”
Açıklamada, “Depremin yol açtığı can kayıpları ve yıkımların en büyük sorumlusunun, bütün kurum ve kuruluşlarıyla, bakanlıklarıyla, belediyeleriyle bizzat devletin kendisi olduğu açıktır” denildi. Kürdistan ve Türkiye’de depremin yol açtığı felaketlerin önüne geçmek için, öncelikle, keyfi, aşırı merkeziyetçi, ranta dayalı, kayırmacı, günü kurtarmaya odaklı otoriter ve anti demokratik yönetim anlayışı terk edilmelidir. Depreme dayanıklı binaların inşası için stratejik bir merkez oluşturulmalıdır” denildi.
“Temel ihtiyaç malzemelerinin fiyatlarına zam yapmamalılar”
“Deprem mağdurlarına yardım ve deprem bölgesinin inşası için yapılan tüm çalışma ve tedbirler, bölgenin demografik yapısının değiştirilmesi anlayışından uzak bir yaklaşımla yapılmalıdır” denilen açıklamada, şu ifadelere yer verildi:
“Depremden zarar gören halkımızın ve özellikle de genç nüfusun yerini yurdunu terk etmemeleri, göç etmemeleri ve kendi şehirlerinde kalabilmeleri için, çok kapsamlı ve etkili bir çalışma organize edilmelidir. Bu amaçla, halklarımızı, yerel ve uluslararası tüm ilgili kesimleri, kurumları, deprem mağdurları için insanca yaşayabilecekleri yaşam alanlarının ve çalışabilecekleri yerlerin temini için; ekonomik yardım ve destek için seferber olmaya çağırıyoruz. Hiçbir kurum, kesim, şahıs, çevre, bu deprem felaketini kendi çıkarları için bir fırsat olarak görmemeli, halkın mağduriyetini istismar etmemeli; kira artışlarından, temel ihtiyaç malzemelerinin fiyatlarına zam yapmaktan uzak durmalıdırlar.”
Parti ile STK’lar “Tüm maddi kaynakları savaş ve silah yerine, deprem riskini asgariye indiren sağlam ve güvenli kentlere aktarmak için, savaşa ve silaha yapılan harcamalara son verilmeli; Kürt, Kürdistan meselesinin siyasi, demokratik yol ve yöntemlerle çözüm yolunun açılması için Kürt milletinin en temel acil talepleri kabul edilmelidir. Türkiye Devleti, OHAL ilanıyla, deprem mağdurlarına yapılacak olan yardımların önüne geçemeyeceğini; Kürdistan özgürlük davası ile Türkiye’deki özgürlük, demokrasi, eşitlik ve adalet mücadelesini engelleyemeyeceğini bilmelidir” dedi.
Açıklamanın devamında “Tüm uluslararası kuruluşları, Birleşmiş Milletler ve Avrupa Konseyi’ni deprem mağdurlarına yardım için daha ciddi ve etkili çalışmalar yürütmeye ve mağdurlara yardım konusunda daha hızlı ve sonuç alıcı çalışmalar yapması için Türkiye Devleti’yle daha güçlü bir diyalog geliştirmeye çağırıyoruz” denildi.
Açıklama şu parti ve STK’lar tarafından yapıldı:
Azadi Hareketi
Azadi Partisi
DBP (Demokratik Bölgeler Partisi)
DDKD (Devrimci Demokrat Kürd Derneği)
DTK (Demokratik Toplum Kongresi)
HDP (Halkların Demokratik Partisi)
KKP (Kürdistan Komünist Partisi)
Kürt Kadınlar Platformu
PAK (Kürdistan Özgürlük Partisi)
PDK (Kürt Demokrat Partisi)
PDK-BAKUR (Kürdistan Demokrat Partisi-Kuzey)
PDK-T (Türkiye Kürdistanı Demokrat Partisi)
PİA (İnsan ve Özgürlük Partisi)
PSK (Kürdistan Sosyalist Partisi)
TDK-TEVGER (Kürdistan Demokratik Hareketi)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *