Sala nû bila bibe sala pêşxistina hişmendîya netewî û sala yekitîya netewî
Saleke din jî bi xweşî û bi nexweşîyên xwe ve bihurî.
Di sala 2017yê de li gel destkeftin û pêşkeftinên ku hêvîyên me geş bikin hebûn jî, li her çar perçeyên Kurdistanê dîsa ”qedera miletê me” nehate guhertin.
Sala 2017yê bi encamên referandûma serxwebûnê hest û bîr û bawerîyên me geş kir; bi dagir kirina Kerkûkê jî dilê me şikand.Erê ya serxwebûnê destkeftineke dîrokîye ku, tu kes dê nikaribe tune bihesibîne. Lê xwedî derketina encamên referandûma serxwebûnê, wazîfeyeke netewî ya hemû Kurdistanîyan e.
Weke salên berê, di sala 2017yê de jî pirs û pirsgirêka herî sereke , dîsa lawazîya hişmendîya netewî û bêtifaqî, tunebûna yekrêzî û yekitîya netewî bû.
Aşkereye ku heta hişmendîya netewî pêşnekeve û yekitîya netewî pêk neyê sala were jî dê ji ya çûyî ne baştir be.
Heta ku ev ezezîtî û berjewendîyên şexsî , malbatî û grûbî ji bo herkesî weke destpêka her tiştî be, heta ku jihev belavbûn, neyartîyên navxweyî, perçebûn û bêtifaqî bi vî rengî berdewam be, sala were jî dê ji ya çûyî ne baştir be.
Ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê pêwîstî û rojeva esasî pêknehatina yekitîyê û lawazîya hişmendîya netewî ye. Ev weke nexweşîyeke dîrokî heta îro jî berdewam bûye.
Li Bakurê Kurdistanê li gel bi deh hezaran can fîdayan jî me hîna zimanê Kurdî weke mafekî yasayî û resmî bidest nexistîye; divê em sebebên vê yekê baş binirxînin.
Li Başûrê Kurdistanê bi beşdarîya ji %72yê û bi erêya ji %93yê gelê me di referandûmê de gelê me ji serxwebûnê re got erê. Li hinek bajaran beşdarî gelek kêm bûbe jî, encamên giştî nîşana yekrêzîya gelê me bû. Lê bi alîkarîya beşek ji Kurdan Kerkûk hate dagir kirin û em ji ber derîyê serxwebûnê vegerîyan; divê em sebebên vê yekê baş binirxînin.
Li Rojavayê Kurdistanê li gel hemû van bedelên hatine dayîn, hîna jî ne dîyare dê siberoja miletê me çi bibe;divê em sebebên vê yekê baş binirxînin..
Li Rojhilatê Kurdistanê hîna jî Rejîma Îranê nahêle miletê me çavê xwe veke; divê em sebebên vê yekê baş binirxînin.
Heta ku em bersîveke maqûl ji pirsa ”Hişmendîya netewî çima lawaz e, Yekitîya Netewî çima çênabe?” nebînin; emê nikaribin dermanê vê wîrûsê, vê penceşêrê û vê birînê jî peyda bikin. Heta ku em dermanê vê pênceşêrê peyda nekin , emê gelek carên din jî ji ber derîyê serxwebûnê vegerin, emê gelek carên din jî bi tirsa şerê navxweyî ji xewnan şîyar bin, emê gelek carên din jî xwezîyê bi salên çûyî bînin.
Ji bo sala 2018yê jî bi xwezîyan û mixabinîyan derbas nebe, em weke şexs, weke partî, weke milet, weke dîn û mezheb tiştên ku heta îro me dizanîbûn û digotin divê bi çavekekî rexnegir ji nû ve binirxînin .
Me çi dizanî, me çi got, me çi kir? Divê em van hemû gotin û kiryarên xwe di mêzîneke wîcdanî de biwezinînin. Destpêka pêk hatina hêvî û xwezîyan dê ev gava me ya ewil be.
Xwerexnegiritin dikare bibe destpêka rê û dermanekî nû ji bo vê nexweşî û birîna me ya dîrokî.
Berîya her tiştî divê em bizanibin ku ji xeynî me , tu kes dê ne îroya me ne dahatûya me ji me re bihûne û dê tu kes azadîyê ji me re neyne.Tu kes dahatû û azadîya gelê me û ya welatê me dê ji me re bexş neke.Heger em bi xwe hebin, wê gavê piştgirî û alîkarîyên ji derve bên dê zêdetir bigihêjin armanca xwe.
Ji bo pêkhatina armanca me ya ”Azadî Ji Bo Kurdistanê, Azadî Li Kurdistanê”, gava yekem li xwe veger e, li ser bingeha bi xwe bawerbûnê, li xwe rexnegirtine. Werin em her yek ji xwe dest pê bikin. Heger em vê pêk bînin, sala nû jî wê gavê dê bibe destpêkek nû.
Li Bakurê Kurdistanê bi hêvîya geş kirina PAKê û ya projeya partîyeke xurt, girseyî, azadîwaz, demokrat, Kurdistanî; herweha li her perçeyekî Kurdistanê jî bi hêvîya pêşxistina hişmendîya netewî û hûnandina yekitîya netewî , ez sala nû ya hemû hevalên xwe yên PAKê, ya nas û dostên xwe ,ya gelê Kurdistanê û ya hemû gelên cîhanê pîroz dikim. 31.12.2017
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê