XÊR HATİNA SALA NÛ

Em carek din bi hevra, ji sala 2017 an re dibêjin “oxir be” ji sala nû re jî dibêjin “tu bi xêr hatî, dergûşa xewn û xeyalên min” Weke her demî em dîsa hêvî dikin sala nû derîyê xêrê, derîyê azadî û serxwebûnê li gelê me veke û bi xwe re pêşketîyên civakî pêşkêşî dîrokê bike.

Sala 2017 an têra xwe tije derbas bû. Li seranserê cîhanê bahozên terorê, kuştin, qetlîam û hovîtî bi alîkarî û zanyarîn dewletên dagirker û yên serdest jiyana mirovahîyê tarî kirin. Tirs û bandora terora dewletên dagirker li ser gelê Kurd wekî ewrekî reş her tim bi xwe re derîyê sûka mirin û komkujî yê vekir. Dem dem bûyer û rûdanên civakî, hewldan û biryarên sîyasî weke tîrêjên tavê hest û bawerîyên me ronî kir, xewn û xeyalên dîrokî li ser dika evîna welat pêşkêşî me kir. Kelecanîya destkeftîyên gelê Kurdistanê seranserê cîhanê deng da.

Sala 2017 an bi şahî û xweşîyên xwe, bi germayî û bilindkirina hêvî û daxwazên gelemperî, bi sekin û tewlîhevîya xwe li paş ma. Tevî rûreşî û astengîyên giran 2017 an hêvî û daxwazên gelê Kurd bi cîhanê da naskirin.

Em hemû şahidin ku rojên reş, rojên giran, rojên xayin, jahr û îxanet, bêhêvîtî, bêhestîyarî, bêpîvan û bêehlaqîyek sîyasî, li ser jiyana gelê Kurd bandorek xirab kir. Sala 2017 an dêrûnîyek giran xist nav cıvata Kurd. Lê em baş dizanin tûrikê jiyanê bi hêvî û daxwazên rojên pêşve girêdayîye. Em hêvî û daxwaz dikin weke hemû gelên dinê, gelê Kurd jî ji hêvî û daxwazên sala nû bêpar nemîne!

Hêvî dikim jiyan her dem li ser rêgeha azadî, wekhevî, û edeletê ber bi rojên xweş biherike, bidome. Azadî û serxwebûn merhela herî bilind û ya xweş e. Lê mixabin, bi sed salan e gelê Kurd ji hemû mafên xwe bêpar maye. Di heman deman de, di nav dijwarîya bindestîyê de, ji bo rojên xweş û azad tekoşînek giran daye. Bi kedek mezin, bi bedelek bêsînor, bi zehmetîyên herî giran rojên tarî li dû xwe hiştîye.

Sala 2017 an, bi taybetî li başûrê Kurdistanê, bi biryara referandûma serxwebûna kurdistanê, hêvî û dilxweşîya gelê Kurd, roja 25 îlonê gihîşt asta herî bilind. Gelê Kurd, di dîroka xwe de cara yekem bi şêweyek demokratîk û medenî helwesta xwe ya netewî dîyar kir û bi pileya %93 an dengê BELÊ tapûya serxwebûnê girt destê xwe.

Lê mixabin dewletên dagîrker û hevalbendên wan yên xayin 16 cotmehê de, “xençerek bi jahr” li pişta serkirdatîya netewa kurd xistin. Birîna 16 cotmehê gelek xeder bû. Kûrbûna birînê û bandora wê, li seranserê Kurdistanê û dîyaspora tesîrek giran çêkir. Dêrûnîya gelê Kurd serûbin bû, dost û hevalbendên gelê Kurd gelek xemgîn bûn, lê mixabin neyarê gelê Kurd-dewletên dagîrker bi têkçûn û birîndarîya gelê Kurd kêfxweş bûn. Xayin û xulamokên dagîrkeran têkçûna “birayên” xwe weke “serkeftina” ideolojîya xwe bi nav kirin. Ev wêne jî rastîya welatê me û profîla sîyasetmedarên me raxist ber çavan. Gelek kes ji bo ji xayin û xwe firoşan hesab bixwaze, rabûn êrîş û rexne birin ser mexdûran. Pişta xwefiroşan miz dan, lê kîn û nefrata xwe ya salên borî reşandin ser mexdûran.

Di 16 Cotmehê, 2017 an de, me carekî din dît ku dijmînê gelê Kurd tu carî bê deng û bê helwest namînin! Her dem li dijî gelê Kurd di nav xwe de îtîfaqên gemarî û tawanbar bi kar tînin. Do û îro çewa di nav xwe de peymanên qirkirin û jenosîdan çêkirine, wê sibê jî vê helwestê bidomînin. Heta ji wan bê, ewê hewl bidin, rê li ber karwanê azadîyê bigirin. Daxwaz û xewnê wan tunebûna gelê Kurd e! Gava mijar Kurd û Kurdistan be, şerê nav xwe radiwestînin û bi hevre li dijî gelê Kurd şer dikin. Li Bakûr, li Başûr, Li Rojhelat û li Başûrê Rojava kurdistanê rewş weke hev e. Li gor felsefa neyarên Kurd, Kurdên herî baş Kurdên mirî ne! Yên bêdeng û bêhelwest baş in! Li gel neyarên Kurd, hebûna xayin û xwefiroşan jî metirsîya xewnên wan e!

Lê belê, tevî hemû tengasî, bendav û bertekan gelê Kurd bêhêvî nebû û li doza xwe, li ked û têkoşîna xwe xwedî derket. Carek din gelê Kurd birînên xwe derman dike û xwe bi hêz dike. Di nav alozî û tengasîyên mezin de, di nav tunebûna derfetan de, di nav pêlên qeyranên sîyasî û aborî de gelê Kurd rêgeha xwe ronî dike.

Em baş dizanin ku gelê me bi salan e, li hemû beşên Kurdistanê ji bo maf û azadîya xwe têkoşînek gelek rewa û mafdar dimeşîne. Hemû xebat û fedakarî qelenê serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê ye.

Em hêvî dikin sala 2018 an êdî bihayê keda me bibîne û derîyê xêrê li ber gelê me veke. Sala nû carek din di warê xebat û têkoşînê de, di warê dîplomasî û pêwendîyan de encamên ber bi çav nîşanî me bide û ji bo salên bên, bibe dergûşek zêrîn!
Em hêvî dikin sîyasetmedar, rewşenbîr û sazîyên civakî bi hest û bawerîyên netewî tevbigerin û rolekî dîrokî bi cîh bînin. Êdî pêvajo rojane diguhere û şert û derfetên derdikeve holê rojane firsatên nû pêşkêşî civatê dike.

Em hêvî dikin di sala 2018 an de, partî, rêxistin û sazîyên Kurdistanî, li ser stratejîyek netewî tevbigerin, rê û rêbazên nû peyder bikin, birînan derman bikin û li ser bingeha berjewendîyên netewî sîyasetek Kurdî ya çarenûssaz bixin rojevê. Sala nû bi xwe re pêvajoyek dîrokî, fersendên demên zêrîn pêşkêşî me dike. Ez bawer dikim gelê Kurd, tevî zehmetî û tengasîyan wê van rojên dijwar bi hişmendîyek netewî derbas bike û li gor rastîya berjewendîyên netewî tevbigere.

Hêvî dikim sala nû wê dawî li alozî û qeyranan bîne û derîyê çareserîyê, derîyê azadî û serxwebûnê, derîyê yekrêzîya mala Kurdî, li hemû beşên Kurdistanê veke. Pirsgirêkên sîyasî, aborî û civakî ber bi çareserîyek dîrokî bibe. Bi hestên germî sersal hemû heval, hogir, dost, xwîşk û birayên Kurdistanî pîroz dikim. Sala 2018 an li gor dilê we, li gor daxwaz û hêvîyê we be! Bi taybetî bila sala nû bibe bûka dewleta Kurdî, bila bibe destpêka xewn û xeyalên me yên netewî. Bila her tişt li gor dilê we be! Silav û rêz ji bo hemû Kurdistanîyan re…

Cano Amedî 31:12:2017 AMED

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *