DOMANDINA KARESETA 16Ê OKTOBIRÊ: XWEPÊŞANDANÊN PLANKIRÎ Û DI HIKÛMETÊ DE BÛXRAN DERXISTIN…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahîmguclu21@gmail.com)
16ê Oktobira 2017an, di dîroka Kurdistaniyan û neteweya kurd de ciyekî girîng û tarî û reş girt. Lewra ev roja, roja ku Kerkûk û gelek herêmên din yên Kurdistanê, bi piştgiriya Grûba Xiyaneta ya ji nav YNKê derketî bi Dewleta îraqê û Îranê re, hat îgal kirin. Bi vê êrişê, armanca mezin ew bû, ku pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bigrin. Lewra di 25ê Îlonê de Kurdistaniyan bi referandûmê biryara dewletavakirinê dabûn. Vê biryar û qanûnê, dewletên dagirkar û Dewleta Iraqê gelek tırsand.

XWEPÊŞANDANÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERDEWAMİYA KERESETA 16Ê OKTOBIRÊ YE…

Piştî îşgala Kerkûkê, Dewleta Îran û Iraqê ji Grûba Xiyanetê re sipasî kir. Aşkere diyar kirin ku heger Grûba Xiyanetê piştgırî û hevaltî bi wan re nekira, wan nedikarî êrişî Kurdistanê bikin û Kerkukê îşgal bikin.

Loma jî Dewleta îraqê û Îranê qiymetek mezin da wan. Ji wan re beşekî Kurdistanê pêşkêş kirin. Ji wan re gotin ku “hûn li Herêma Kerkuk û Sileymaniyeyê desthilatdar bin.”
Ew bi lezûbez vexwendin Baxdatê û ew xelat kirin. Planên xwe yên bi Grûba Xiyanetê ve bê meşandin, aşkere kirin. Bi Grûba Xiyanenê re pêwendiya xwe xûrt kirin.

Piştî wan danûstandina diyar bû, ku Grûba Xiyanetê dê xerabiyên mezin yên din jî bike.

Armanceke Grûba Xiyanetê ew bû ku Kurdistanê parçe bikin. Kurdistan bibe du herêm. Loma jî tevlihevî çê bikin. Gel ji desthilatdariya Kurdistanê eciz bibe û dûr bikeve.

Piştî ku gel ji desthilatdariya Kurdistanê dûr ket jî, gelê dê wê demê bixwaze ku xwe bi Hikûmeta Teokratîk ya Iraqê re girê bide.

Gelek berpirsiyarên YNKê û bi taybetî jî di van rojên dawî de endamê Mektebî Siyasî yê YNKê Qadîr Ezîz gelek aşkere diyar kir ku Hikûmeta Kurdistanê divê ji Hîkûmeta Iraqê ya Teokratîk re bîad bike û biryarên Hikûmeta Iraqê bê qeyid şert pêk bîne û tetbîq bike.

Armanceke din ya Grûba Xiyanetê jî ew bû ku di nav Kurdistaniyan de şerekî hûndir derxin û gûr bikin. Serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê, Kerkûk fedayî vê armancê kir ku, ev armanca pêk nayê. Loma nexwestin ku destwerdana Kerkûkê bikin.

Armanceke Grûba Xiyanetê jî, Serok Barzanî tasfiye kirin e. Loma jî divê Barzanî ji berçav bê xistin û qedir qiymet bibe. Lewra dewletên kolonyalîst baş dizanîn ku dema Mesûd Barzanî tasfiye bikin, gelek bi hêsanî dikarin pêşiya dewletavakirina Kurdistanê bigrin. Kurdistanê dikarin gelek bi rehetî bixin bin bandor û nufûza xwe.

Armanceke Grûba Xiayanetê jî ew ku dewleta federal bê wate bikin û xerab bikin. Desthilatdariya neteweu kurd û Kurdistaniyan dawî bê. Neteweya kurd bindest be û Kurdistan mustemlekeya Iraqê be. Iraq jî mustemlekeya Dewleta İranê be.

Hîç şik tune ye ku hemwelatiyên Kurdistanê jî xwediyê maf in ku xwepêşandinan bikin. Xwepêşandin û mixalefet mafekî demokrat ya hemwelatiyê ye.

Desthilatdariya Kurdistanê jî ev mafê hemwelatiyên Kurdistanê pesinandin.

Lê xwepêşandinên tên li darxistin elemata demokrasî û mafê demokratîk yê hemwelatiyan xûya nakin.

Xwepêşandar Kurdistanê dixwazin xirab û tevlihev bikin. Beregehên Dewleta Federe û partiyên siyasî û yên kamûyê dişewitînin. Kesên berpirsiyar dikûjin û dixwazin bişewitînin. Yanî gelek aşkere ye ku şidetê û çek bi kar tînin.

Loma jî ev xwepêşandanan çalakiyên demokratîk nînin, li hemberî Hikûmet û desthilatdariya Kurdistanê bi şidetê û bi çek, serhildan e.

Ev yêka jî nîşana dewleta federe xirab kirin û li Kurdistanê şerê hûndir derxistine.

Ev tevlihevî derxistin plana Dewleta Teokratîk ya Iraqê ye û bi Grûba Xiyanetê jî ev plana xwe dide meşandin.

Van rojan li der dora Maxmurê û gelek deverên din yên Kurdistanê leşker mewzîkirin jî parçek ji vê plana qirêj e.

Divê ku pêşiya van xerabiyan bên girtin. Berpirsiyarên van bûyeran bên girtin û bên dadgeh kirin û ciza kirin.

GORAN Û KOMALA ÎSLAMÎ YA KURDISTANÊ JÎ XIZMETÎ VÊ PLANÊ DİKİN…

Goranê û Komalaya Îslamî, ji destpêkê de jî, xizmetî karên Grûba Xiyanetê kirin. Loma jî li hemberî Grûba Xiyanetê û îşgala Kerkukê mixalefeteke xûrt li dar nexistin.

Ji binî de wan jî xwest ku Hikûmeta Kurdistanê û Serok Barzanî qels bibe. Li Kurdistanê qrîza siyasî çê bibe, Ji vê qrîzê derfet bibînin û xûrt bibin.

Vê yekê gelek aşkere xizmetî plana Dewleta Tokratîk ya Iraqê jî kir.

Di vê merheleya ku bi serhildanan tevlihevî çê dibe de, Goran û Komala Islamî ji Hikûmeta kurdistanê xwe vekişandin.

Gelo ev helwesta herdu partiyan tê çi watê ye?

Tê wê wate ye ku bila Kurdistan bê desthilatdar û hikûmet bibîne. Li Kurdistanê qrîza siyasî derkeve. Dewletên Kolonyalîst gelek bi hêsanî planên xwe bimeşînin û li Kurdistanê tevlihevî çêkin.

Amed, 28. 12. 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *