30 saliya Civaka Kurdî ya Almanya’yê

COSMO Kurdî 22.03.2024 28:25 Min. Verfügbar bis 22.03.2029

Civaka Kurdî ya Almanya’yê anku Kurdische Gemeinde Deutschland (KGD) rêxistineke sîwanê ya 31 komeleyên Kurd û Almanan e li 8 eyaletan. KGD îsal 30 saliya xwe pîroz dike. Emê bi cîgirê serokê civaka Kurdî bi birêz Mehmet Tanrıverdî re him li ser xebatên wan ên buhurî û him ji li ser projeyên wan ên sibêrojê dipeyivin.

Tê gûman kirin, ku li Almanya’yê dora milyon û 2 hezar Kurd dijîn. Kurdên ku wekî karkerên mêvan, wekî penaber, wekî xwendekar yan endamên malbatê hatine Almanya’yê gelek ji wan niha bûne hevwelatiyên Alman jî. Lê Kurd li Almanya’yê hîna jî têra xwe ne dîtbar in û temsîla wan a siyasî jî qels e.

Civaka Kurdî ya Almanya’yê anku Kurdische Gemeinde Deutschland (KGD) rêxistineke sîwanê ya 31 komeleyên Kurd û Almanan e, ku li 8 eyaletan bi cih in. Û îsal 30 saliya xwe pîroz dike.

Civaka Kurdî ya Almanya’yê jî di warê entegrasyona Kurdan û pêşxistina dialoga di navbera Kurdan û civaka Almanya’yê de kar dike. Rêxistin herweha beşdarbûn û temsîla a Kurdan a di siyaseta Almanya’yê de jî piştgirî dide Kurdan. Rêxistinê vê dawiyê pêşengiya wê yekê jî kir, ku di parlamentoya federal de komeke parlamenteran a ser jiyana Kurdî ya Almanya’yê were damezirandin.

Civaka Kurdî herweha di derbarê jiyana Kurdên li Almanya’yê lê herweha ya li Kurdistan’ê jî him siyasetmedaran û him jî raya giştî ya Almanya’yê jî agahdar dike.

Von Celil Kaya

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *