Operasyona Îranê/ Şoreşa Neteweyî ya Îlonê / Vegera KDPê ya Kerkukê

İbrahîm GUÇLU 

Li hemû beşên Kurdistanê gelek qewimandinê girîng hene. Ez dixwazim li ser sê qewimandinên girîng rawestim.

DEWLETA ÎSLAMÎ Û KOLONYALÎST A ÎRANÊ, HERÊMA FEDERE YA KURDİSTANÊ BOMEBARAN KIR…

Wek tê zanîn ku li Herêma Federe ya Kurdistanê li hemberî PKKê operasyonên Dewleta Tirk ya Kolonyalîst dom dikin.

Dîsa herkes baş dizane ku Dewleta Îranê, li Iraqê bi Hêza Haşdî Şabî û PKKê û Milîsên Îslamî xwedîyê desthilatdarîyeke girîng e. İran bi her awayî destwerdanê li Iraqê dike. Li Herêma Federe ya Kurdistanê jî bi destên gelek rêxistinên îslamî û kurd desthilatdar e. Bi taybetî jî, bajarê Suleymanîyê bi her awayî wek eyaleta xwe bi kar tîne. Her çiqas ev rewşa ne bi dilê kurdan û Hikûmeta kurdistanê be jî, bi taybetî helwesta YNKê dibe sedem ku Dewleta Îranê li Herêma Federe ya Kurdistanê xwedîyê rolek xirab dibe.

Qewimandineke girîng ya van rojên dawî jî ew e ku Dewleta Kolonyalîst ya Îranê ji bona ku Rêxistin û Partiyên Rojhelata Kurdistanê li Herêma Federe ya Kurdistan ne, ji Hikûmeta Federe ya Kurdistanê daxwaz kir ku rêxistin û partîyên Kurdistanê ji axa xwe derxin, wan nekin mêvan. Ji bona vê jî xebata partî û rêxistinên Rojhaleta Kurdistanê li Îranê nîşan dan. Lê baş tê zanîn, Îran jî dizane ku xebata pêşmergetî partî û rêxistinên Rojhelata Kurdistanê li axa Dewleta Federe ya Kurdistanê nayê meşandin. Lewra partî û rêxistinên Rojhelata Kurdistanê ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê zirar nebîne, gelek fedekar û bi berpirsiyarî û bi hesteke neteweyî tevdigerin. Bes xelkê sivîl yên Rojhelata Kurdistanê wek penaber jiyana xwe li Dewleta Federe ya Kurdistanê didomîne.

Dewleta Îranê ji bona ku Hikûmeta Federe ya Kurdistanê daxwaza wan pêk neanî, dest bi operasyon û bombabaranê kir, zirar da gelek dever û gundên Kurdistanê.

Berîya hilbijartina Dewleta Federal ya Iraqê, ev operasyona Dewleta Kolonyalîst ya Îranê gelek watedar e. Îran dixwaze bi van operasyonan desthilatdarîya xwe ya li Iraqê heyî xûrttir bike.

Gorî beşek şirovekar û analîzkarên Dewleta Tirk jî, ev operasyona Dewleta Îranê li dijî Dewleta Tirk dibînin. Dibêjin ku Îran dixwaze ku pêşîya operasyona Dewleta Tirk li Iraqê bigre û ji PKKê re derfet çê bike.

Gelek aşkere ye ku armanca hemû dewletên kolonyalîst, hevalbendên wan, PKKê; xirakirina Kurdistanê ye û tunekirina kurdan e.

 

ŞOREŞA NETEWEYÎ YA ÎLONÊ DI DÎROKA KURDISTANÊ DE XWEDIYÊ GIRÎNGIYEKE MEZIN E…

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, ji bona ku xwedîyê taybetîyekê û girîngiyekê ye, dil û rih û zanyarîya hemû kurdan de cîh girtîye. Kurdên hemû beşên Kurdistanê û kurdên hemû dinyayê her sal Şoreşa Neteweyî ya Îlonê bi coşeke mezin, bi dilsozîyeke xurt û bi kêfxweşî pîroz dikin. Îsal jî bi coşeke nû û xurt hat pîrozkirin. Serokê Şoreşê Mele Mistefa Barzanî û hemû hevalên wî û pêşmergeyên qehreman û pêşmergeyên wê demê û nûha Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî bi kêfxweşî hatin bîranîn û ji wan re rêz hat girtin û minet ji wan re hat dîyarkirin.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê bes nehat pîroz kirin, şoreş ji nû ve hat zîndekirin, ji nû ve hat şîrovekirin.

Her sal di derbarê Şoreşa Neteweyî ya Îlonê de lêkolîn dibin, ji nû ve her alîyekî wê tê ronîkirin û fahmkirin; îsal jî heman kar hatin kirin û dê bên kirin.

Gelek aşkere ye ku Neteweya kurd, 200 sal e ku ji bona çarenivîsa xwe û dewleta xwe ava bike xebat û têkoşîna millî dimeşîne. Dema ku Şoreşa Neteweyî ya Îlonê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, 150 sal bû ku têkoşîna neteweya kurd ji bona çarenivîsa xwe dom dikir.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, di sala 1961an de li ser bingeh û ceribandinên serhildan û têkoşînên milî yên Kurdistanê qewimî.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, ji hemû tevgerên neteweyî û serhildanên neteweyî yên Kurdistanê sûd wergirt.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, encama ceribandin, çanda Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê ye.

Şoreşa Neteweyî  ya Îlonê çewa ku encama xebat û têkoşîneke dîrokî û dirêj e; di heman dem de encama amadekarîyeke mezin e jî.

Ji bona Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, amadekarîyeke mezin hebû. Serok Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî li Yekîtiya Sovyetan û di qada navneteweyî de xebatek xûrt û bi plan meşandin.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, ji şoreş û serhildanên Kurdistanê yên beriya wê, ji aliyê pêşengiyê de jî xwedîyê ferqeke mezin bû.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, di pêşengîya Serok Mele Mistefa Berzanî de hat meşandin. Ew serokekî dema nû bû. Ew serokê hemû deman bû. Ew di gelek şoreş û avakirina Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê de hatibû pijandin û bibû xwedîyê ceribandin. Ew berîya Şoreşa Neteweyî ya Îlonê jî, her dem li pêş bû û serok bû.

Serok Mele Mistefa Berzanî,  serokatîya xwe piştî Şoreşa Neteweyî ya Îlonê jî domand.

Loma jî Şoreşa Neteweyî ya Îlonê bi pêşengîya Serok Mele Mistefa Barzanî xwediyê şanseke mezin bû. Wê şansa, bi serkeftinê û zora dijmin birinê û bi avakirina Otonomiya Kurdistanê xwe diyar kir.

Yekemnîn car bû ku şoreşeke milî ya Kurdistanê di pêşengîya partîyekê (PDKê) de hat meşandin.

Pêşengîya partîyê, serokatîya Şoreşa Neteweyî ya Îlonê guhert.

Hemû şoreşên neteweyî û serhildanên Kurdistanê li hemberî Împeratorî û dewletên kolonyalîst serkeftî nebûn. Li hemberî dewletan şikest xwarin.

Lê Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, di vê mijara stratejîk de qedera neteweya kurd guhert. Li hemberî dewleta kolonyelîst a Iraqê û Rejîma Baasê ya Faşîst serkeftî bû; zora dewletê û dostên wan Yekîtiya Sovyetê bir.

Dewleta Iraqê û desthilatdarîya Baasê mecbûr bûn ku bi Şoreşa Neteweyî ya Îlonê û Serok Mele Mistefa Barzanî û PDKê re Peymana Otonomiya Kurdistanê di 11ê Adara 1970yî de erê bike û bipejirîne.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê bi her awayî îradeya gelê Kurdistanê temsîl dikir.

Loma jî xwedîyê taybetîyeke dîrokî bû.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, şoreşeke civakî û gelemperî bû. Hemû beşên kurdan; mîr, şêx, axa, serokeşir, mele, gundî, karker, rewşenbîr,  jin, mêr, ciwan û kal,ol û mezhebên cûda beşdar û piştgirê Şoreşa Netweyî ya Îlonê bûn.

Loma jî şoreşeke gelek demokratîk bû.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê domand, ji şoreşa neteweyî ya gulanê re derfet çêkir û bingeha Dewleta Federe ya Kurdistanê ava kir.

Şoreşa Neteweyî ya Îlonê, li hemû beşên Kurdistanê şiûreke xurt ya neteweyî qewimand. Ji rêxistinbûna Kurdistanê û neteweya kurd re derfeteke mezin çêkir. Li hemû beşên Kurdistanê rêxistîbûn dest pê kir û pêş ket.

Di derbarê Şoreşa Neteweyî ya Îlonê de pêşmergeyê zarok yê şoreşê Birêz Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek xalên girîng anîne ser zimêm.

Serokê Kurdistanê dibêje ku:

“Şoreşa Eylûl şoreşeke resen û xwemalîya Kurdistanê bû…

(….)

“Şoreşa mezina Eylûl bi rêberîya cenabê Barzanîyê Nemir mezintirîn şoreşa siyasî û çekdarî û seranserîya gelê Kurdistanê bû bi navê mafên neteweyî û medeniyên gelê Kurdistanê. Şoreşa Eylûl îrade û bawerî bi xwebûnê li mirovê Kurd vegerand û bû bingeheke bi hêz ya siyasî û fikrî û cemawerî ya xebata rizgarîxwazîya gelê Kurdistanê li dijî sîtem û dagîrkerîyê.

“Şoreşa Eylûl, şoreşeke resen û xwemalîya Kurdistanê bû ku têda hemû çînên civaka Kurdistanî li netewe û olên cûda, li hemû navçeyên Kurdistanê bi hevre palpiştîya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn û ji bo yek armanca pîroz xebatê kirin. Her eve jî bû sedema wê yekê ku serwerî û dîrok û destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê bê tomar kirin û li ser asta navçeyê û cîhanê deng veda

“Hemû ew destkeft û têkoşîn û geşbûna siyasîya li Kurdistanê da pêkhat dirêjahîya qurbanîdan û têkoşîna gedeyên gelê me ya li şoreşa Eylûlê da bû. Ji bo wê yekê wane û bihayên wê şoreşa mezin divê ji bo me hemûyan bi bilindî bimîne û bibe ronahîya rêya me ya paşerojê.

“Li bîranîna şêst salîya hilpêkirina şoreşa Eylûlê da, rêz û pêzanînên min ji bo wan hemû qehreman û xebatkar û kedkaran heye ku li şoreşa Eylûlê da rola wan hebû û qurbanîyê dan, çi ewên li nav me da nemane û ewên ku hê jî li jiyanê da mane.

“Li vê bîranîna pîroz da hezaran silav li giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûl û hemû şehîdên rêya azadîyê.”

KERKUK KURDISTAN E Û VEGERA PDK-Ê KERKUKÊ GELEK TEVGEREKE XWEZAYÎ YE…

Kerkuk, bênîqaşe bajarê Kurdistanê ye. Serokê Efsanewî û Neteweyî Mele Mistefa Berzanî gelek aşkere diyar kiriye ku Kerkuk dilê Kurdistanê ye. Yanî Kürdistan bê Kerkûk nabe. Kurdistan bi Kerkukê serbixwe dibe.

Kerkûk, navenda petrolê. Loma jî bajarekî gelek dewlemend e. Dewletên emperyalîst û kolonyalîst, loma li ser Kerkukê hesabê mezin dikin. Naxwazin ku Kerkûk bi desthilatdarîya Dewleta Federe ya Kurdistanê re bê girêdan.

Wek tê zanîn di 11ê adar a 1970yî de dema Dewleta Kolonyalîst ya Iraqê û Rejîma Faşîst ya Baasê mecbûr bûn ku Otonomiya Kurdistanê nas jî bikin, Kerkûk bi Otonomîya Kurdistanê re raste rast nehat girêdan. Peymana 11ê Adara 1970yî de bû biryar ku di sala 1974an de encama refêrandûmê statuya Kerkukê diyar bibe.

Lê Dewleta Iraqê dizanî ku di encama Referandûmê de dê diyar bibe ku bi Kurdistanê û bi desthilatdarîya Kurdistanê ve bê girêdan. Rejîma Faşîst ya Baasê wê demê xebatên provokatîv û şerfıroşî kir ku pêşîya refêrandûma Kerkûkê bigre.

Rejîma Faşîst ya Baasê, dema dît ku bi provokasyonan nikarin pêşîya referandûmê bigrin, li hemberî Hikûmet û desthilatdarîya Kurdistanê şer îlan kir. Yekîtîya Sovyetan jî bir her awayî û bi hemû hêza xwe ya teknolojîk, ji Rejîma Faşîst ya Baasê re bû alîkar. Lê dîsa ji Rejîma Baasê û dewleta kolonyalîst ya Iraqê li hemberî Serokê Efsanewî û Neteweyî Mele Mistefa Barzanî û neteweya kurd û PDKê serkeftî nebû. Gelek zirar dît. Bi hezaran leşkerên wan tasfîye bûn.

Dewleta Iraqê dema dît ku nikare zora serokatîya Otonomiya Kurdistanê bibe, wê demê bi Îranê re li hevûdu kir. İranê dev ji piştgirîya xwe ya kurdan berda û wê demê Emerîkayê jî li kurdan xiyanet kir. Dewleta Iraqê û Dewleta İranê Peymana Cezayîrê li dar xist. Dewleta Tirk û Sûriyeyê yên kolonyalîst jî, ji peymanê re bûn piştgir. Serok Mele Mistefa Barzanî, ji bona ku li kurdan qirkirin û qetlîam nebe, şer da rawestandin.

Pişt re Şoreşa milî ya Gûlanê dest pê kir. Şoreşa Gulanê û xebata YNKê di demeke dirêj de encam wergirt. Di sala 2003-an de encama midaxeleya Emerîkayê û hevalbendên Emerîkayê Rejîma Faşîst ya Baasê hat rûxandin. Pişt re Dewleta Iraqê jinûve hat avakirin û qerektereke nû qezenç kir. Dewleta Iraqê bû Dewleta Kurd û Ereban. Encama refêrandûmê bû dewleteke federal. Di makezagona nû de jî, ji bona Kerkûkê refêrandûm bû biryar ku di sala 2007an de bê li darxistin, qedera Kerkûkê tespît bibe.

Hezar mixabin ereban sîstema federal nemeşandin û li Kerkukê jî refêrandûm pêk neanîn. Her demê li pêşiya refêrandûmê bûn asteng.

Di vê qonaxê de Kerkûk li hemberî DAEŞê ji alîyê Hikûmeta Federal ve nehat parastin. DAEŞ-ê Kerkûk îşgal kir. Pêşmergeyan Kerkûk rizgar kir. Kerkûk de facto ket bin bandor û desthilatdarîya Hikûmeta Federe ya Kurdistanê.

Wek tê zanîn ji bona ku Dewleta Federal ya Iraqê bersîva hewcedarîyên kurdan neda, ji bona Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê û Dewleta Konfederal biryar hat girtin.

Refêrandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an hat li darxistin. Encam gelek serkeftî bû. Kurdistanîyan biryara serxwebûnê dan.

Vê biryarê çar dewletên kolonyalîst xist nav panîk û tirseke mezin. Loma jî di nav YNK, Goran, PKKê de xiyanetkar çêkirin, êrişî Kerkukê kirin. Hikûmeta Kurdistanê û Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ji bona ku şerê hûndir dernekeve, li hemberî xiyanetê şer îlan nekir. Kerkûk ket bin destê nexêrxwazan û dewleta kolonyalîst.

Lê di nav demê de Hikûmeta Kurdistanê û PDKê û Serok Barzanî sîyaseteke ewqas aqilane û realîst meşandin ku derfet çê bû ku vegerin Kerkukê, Mexmûrê, Şengalê, Xaniqînê.

Kerkûk, Mexmûr, Şengal, Xaniqîn Kurdistan e û vegera PDK-ê ya wan bajaran gelek tevgereke xwezayî ye.

Dema ku PDK çû Kerkukê, ew coş û pêşwazîya girse jî vê rastîyê derdixwe holê.

Gelek aşkere ye ku Kerkûkî bi vegera PDKê ya ji bo bajar hêvîya wan zêde bûye

“Rûniştvanê taxa Ronakîye ya Kerkûkê Nadiye Tahîr jî got: ‘’Berî naha taxa me gelek bê xizmetkarî mabû, lê bi çêkirina vê rêyê ve pêngavek taxa me çû pêş û ew jî dema ku Nêçîrvan Barzanî bû serokê hikûmetê ew kar kir.’’

“Nadiye Tahîr got dê dengê xwe bide namzedê PDKê, ji ber piştî nemana PDKê ya li wî bajarî ti xizmetek jî nemaye.

“PDK li bazineya Kerkûkê du namzed daniye, yek ji wan Şaxewan Ebdula ye, yê din jî Necwa Hemîd e. her cure hewldanekî jî dê bide ku bikare herdu namzedan derbixe bo Parlamentoya Iraqê. Vê derbarê de helmetekî baş a bangeşeyê ji bo wan herdu namzedan bi ala Kurdistanê ve destpê kiriye.

“Namzeda PDKê Necwan Hemîd jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Xelk baş dizane kî dilsoz e û kî ne dilsoz e? herwaha gel dizanê kî berevanîya niştîman, al û Pêşmerge dike? Ji bo gel aşkera bûye, di zagona serdestîya PDKê de hemû pêkhateyên rûniştvanên Kerkûkê parastî û xwedî rêz dibin. Ji ber wê bi piştrastî dê PDK bê helbijartin û deng jê re bê dayîn.’’

Diyarbekîr, 17. 09.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir