VAKKAS ÇELÎK (FEQAZÊ HUSÎ MEHMÊ)

Em têkoşerê têkoşîna rizgarîxwazîya neteweyî, mêrxas û canbêzarê doza kurd û Kurdistanê, Cabir (Feqaz) bi rêz û hurmet bi bîrtînin! 

Nivîsandina bibîranînê, ji bo heval û hevrêyekî ku hemû jîyana xwe ji bo doza netewî feda kiribe, gelekî zehmet e. Em li vir behsa wek bav, bira, hevjîn, heval û merivê qedirbilind Vakkas Çelîk (Feqaz) dikin. Em di salvegera koça dawî ya vî têkoşer û dozdarê rizgarîxwazîya neteweyî Vakkas Çelîk, bi rêz û dilgermî bibîrtînin!

Navê hevalê me Vakkas Çelîk, yê di nav malbatê de FEQAZ bû. Di nav xebat û têkoşîna rêxistinîya Dîlokê de bi nasnavê SEYDO, li Dersîmê weke HEYDER û li binxetê û Ewrûpayê jî weke CABÎR dihat nas kirin.

Cabir, di sala 1959 de, li gundê Sûrgucê yê Berferatî ku girêdayî qeza Kelê (Araban) ya bajarê Dîlokê, di nav 10 xwişk û birayan de, wek zaroyê duyem hat dinyayê. 

Cabir (Feqaz) dikarîbû tenê 5 salan here dibistanê. Ji ber ku li gund, tenê dibistana bingehîn hebû û li dibistana bajêr xwendin jî zahmet bû.

Di sala 1972yan de, Cabir di 13 salîya xwe da, ji bo ku fêrî hunerekî bibe û kar bike, bi daxwaza xwe dihere Dîlokê cem birayê xwe yê mezin. Demek kurt li cem zêringerekî weke şagirt dixebite, lê ji ber heqdestê kêm dev ji wî karî berdide. Ew dest bi karê çêkirina xanî û avahîyan dike. Di vî karî de û li derdora xwe, rastî mirovên welatperwer û çepgir tê. Ew  merivna, gelekî bala wî dikişîne. Ji ber ku çepgir, qala çîna karker, mêtina kedê, sebebên zilm û zordarîya ku li wan tê kirin dikin ku ew bi xwe jî yek ji wan karkeran bû.

Di sala 1976an de li Dîlokê, taxa Duztepeyê du çekdarên THKO bi navê Îlhan û Memo di jêrzemînekê de, li hember polîs û leşkeran 24 seatan şer dikin û li ber xwe didin. Di vî şerî de Îlhan û Memo, polîsek, leşkerek û çend merivên sîvîl jî tên kuştin. Ji ber alîkarî û piştgirîya vê berxwedanê, 8 şoreşger tên girtin. Di nav wan 8 kesan da Cabir û Bozan Arslan jî hene. Piştî îşkenceyek hovane ya du hefteyan, wan li bajarê Edanê, bi dest û lingê zincîrkirî derdixînin pêşberî rojnamevanan. Ew li Dadgeha Parastina Dewletê tên darizandin. Ji ber ku dadgeh nikare delîlekî misoger nîşan bide ku Cabir û Bozan endamê THKOyê ne, pîştî demekê mecbûr dimînin ku wan serbest berdin. 

Bozan ku bi xwe dilxwazekî THKO bû. Wî digot ku ”Feqaz di îşkencê da ne digot him û ne jî gim, gava lêdidan, tenê xwe komî ser hev dikir û bêdeng dima!” Di wê demê de Cabir hê 16 salî bû.

Berî ku Cabir bê girtin, ew ne bi rêxistin bû. Di wê demê de, ji serokê ”Stêrka Sor” Alaattin Kapan bigre, hetanî çend kadroyên PKKyê yên weke Kemal Pîr, Cemîl Bayik, Hakki Karer û hwd diçûn û dihatin Dîlokê. Cabir li munaqeşe û propagandeyên wan gohdarî dikir. Wan digotin ku: ”armanca me, bi propaganda çekê, emê gelê Kurd şîyar bikin û bi rêxistin bikin. Bi şerê gerîla, emê dewleta tirk ji bajaran û bejayîyên Kurdistanê derxin û Kurdistanek Serbixwe, Yekbûyî û Sosyalîst ava bike.” Êdî Cabir têde digihêje ku ew endamekî miletê Kurd e û welatê wî Kurdistan di bin îşxal û îlhaqa dewleta tirk de ye. Wezîfeya wî ya pêşî, ne şoreşa neteweya Tirk e, lê rizgarkirina welatê wî Kurdistan e. Loma jî êdî ew xwe nêzîkî rêxistinên netewî yên kurdan dike û bêtir bi wan re dan û sitendinê dike. Mîna vê meqaleya xwe ya di netewe.com da digot: ”Gotinan çex û çox mekin, pirs Kurd û Kurdistan e!” http://portal.netewe.com/author/feqqaz-celik/

Piştî ew ji zindanê derdikeve, ji ber ku di wê demê de ji dervayî ”Stêrka Sor” û Apocîyan tu rêxistinek din a Kurd li Dîlokê tuneye Cabir, Bozan û gelek nas, dost û hevalên wan bi Apoyîyan re tevdigerin. Di wê demê de, grûba Apoyîyan xwe weke ”UKO” (Ulusal Kurtuluş Ordusu/Artêşa Rizgarîya Netewî) û ”Şoreşgerên Kurdistanê” bi nav dikirin. 

Piştî demekê Cabir terka malê dike. Li alîyekî li avahîyan kar dike û li alîyê din jî weke têkoşerekî profesyonel yê nav bajêr karên rêxistinîyê dike. Sal 1977 yan 1978 bû, helbijartin hebûn, xeber tê ku ”Feqaz hatîye kuştin!”. Herkes berbi cîyê buyerê de diçe ku xwe bighînin hawara Feqaz (Cabir) û hevalekî wî ku bi çek bi faşîstan re şer dikin.  

Herçiqas ji bo debara xwe karkerî dikir jî wî xwe perwerde dikir û di warê zanistîya siyasî de xwe pêş ve dibir û li gorî zanebûna xwe perwerdeya sîyasî dida bendewar û dilxwazên nû. 

Berî ku bi provokasyonekê Hakki Karer bê kuştin, ew li mala Cabir dima. Piştî kuştina Hakki Karer, di heremê de provokasyonên Apocîyan hîn zedetir dibin.

Di sala 1978an de, provokasyonên bi planên Abdullah Öcalan û Pîlot Necatî Kaya ku li Dîlokê dihatin li dar xistin; provokasyonên PKKê li Hîlwanê dijî eşîra Sulêymanan, kuştina serokê ”Stêrka Sor” Alaattîn Kapan ya bi destê Elî Yaylacik; di heman demê li cihê vê bûyerê gulebarankirina Elî Yaylacik ji alîyê Kemal Pîr ve û gelek pravakasyon û bûyerên din, bû sebebê ku hema bêje hemû kadroyên Apocîyan yên li Dîlokê ji wan veqetin. 

Piştî ku van kadroyan ji PKKê vediqetin, bi çend rêxistinên kurdan re hevdîtinan dikin û di dawîyê de gelek ji wan tevlî tevgera Tekoşînê dibin. 

Kesên kû ji apocîyan vediqetîyan û tevî rêxistinên din yên kurd dibûn rastî êrîşên apocîyan dihatin. Lê ew kesên ku beşdarî nav rêxistinên tirkan bûn, çûn leşkerîya tirkan kirin, ya jî dev ji şoreşgerîyê berdan, PKKê êrîşî wan nedikirin. PKKê, di wê demê de hemû giranîya xwe da ser Dîlokê: Her roj lêdan, dîlgirtin û birina nav goristanan û bi kuştinê tehdit, teror li dijî van kesên veqetîyabûn pêk dianîn û bi dijwarî êrîşî wan dikir. Bi dizî diketin malên kesên ku ji wan veqetîyayî û li wir dipan: ji bo dema werin mala xwe, wan bikujin. Lê li Dîlokê, kadir û endamên Tekoşînê guh nedan gef û terora PKKê. Her çiqasî berdêla vê biryarê, bi canê xwe didan jî meydan ji wan re çol nekirin, bi devkî û nivîskî provokasyonên PKKê ku ew bi xwe jî tê de hatibûn bikaranîn, dikirin.

Ferqa van mêrxasan û yên ku vê dawîyê ji PKKê veqetîyan an ji nav wê baz didan û xwe vedişartin; di serda jî hineka ji wan quretî dikirin, weke ku bi tevlêbûna PKKê karekî baş kirin e xwe nîşan didan, lê haya wan ji wan tunebû yan jî nedifikirîn ku wan bi xwe jî di vê pêvajoyê de cîh girtîbûn û zerar dabûn doza gelê xwe, loma hîn zêdetir deyndarê vî gelî ne. Cabir û hevalên xwe yên Dîlokê, sûc û provokasyonên PKKê ku ew bi xwe jî tê de hatibûn bikaranîn, wê demê, bi raya giştî re parve kirin. Wan ne ku tenê Abdullah Öcalan teşhîr dikirin, tevayîya provokatorî û tarîtîya PKKê ya bûbûn şahid jî eşkere dikirin. 

Alî Yaylacik di notên xwe de weha dibêje: ”Ajanên dijmin di provokasyonan de bi xwe cîh nagrin, lê şoreşgeran bi destê şoreşgeran didin kuştin, ger em bala xwe bidinê, plana bi kevirekî kuştina du çûkan heye!” http://www.arsivakurd.org/images/arsiva_kurd/kovar/tekosin/tekosin_4.pdf Wî zanîbû ku ew çi dibêje. Ji ber ku di gelek provokasyonan de, ew bi xwe hatibû bikaranîn. Ew mêrxas bûn, ji ber ku cara pêşîn bû ku têkîlîyên Apocîyan yên bi rêya Pîlot Necatî Kaya, bi dewletê re eşkere dikirin. Cabir jî di nivîsa xwe ya di netewe.com de eşkere dike ku PKK çawa û bi çi provokasyonan ew bi hevdû didan kuştin, (http://portal.netewe.com/bir-devrimciyi-anmak/)

Ji ber zulm û zordarîya PKKê, dewletê û faşîstan, gelek welatperweran dev ji şoreşgerîyê berdan, hinekan jî ji tirs û xofa PKKê, cardin vegerîyan nav refên PKKê. Ji yên mayîn jî Alî Yaylacik, Bozan Arslan, Mehmet Uzun, Ahmet Balli, M. Salîh Eren û Kamer Özkan bi namerdî ji pişt va, ji alîyê PKKê ve hatin qetilkirin. Lê Cabir û pir hindik hevalên ku pêra man, ne teslîmî terora PKKê bûn, ne jî serê xwe li hemberî êrîşên faşîst û dewleta kolonyalîst tewandin. 

Di sala 1979 da, Cabir dest avêt keleşê û demek dirêj bi tenê, li çîya û gundên Dîlokê xwe parast. Ew têra xwe hişmend û jêhatî bû. Gelê xwe baş nasdikir û ji gelê xwe pir hezdikir. Loma jî bi hêsanî bi gundîyan re pêwendî datanî û bi wan re dibû dost û hogir û bi saya serê gundîyan nediket ber kemînên PKKê û dewletê. 

Di sala 1980ê de, di dîrokê da cara yekem li Kelê (Araban) NEWROZ hate pîroz kirin. Bi berpirsîyarîya Cabir, şervan daketibûn nava Kelê. Li ser sûrên Kelê agirê Newrozê pêxistibûn. Bi navê rêxistinê, li ser dîrok û sembola NEWROZê, belavok belav kirin û di heman demê de baregeha leşkeran, nivîsgeh û komelên MHP û Ulku Ocaklari gulebaran kiribûn. Wê şevê, yek leşker û polis jî newêrîbû derketa derve û bersîva vê çalakîyê bide. Piştî wê bûyerê, tirs û xofek mezin ket dilê rêvebirên dewletê û faşîstên heremê.

Her çiqes Dîlok, li ser hudûdê binxetê be jî Cabir û hevalên xwe terka Kurdistanê nekirin, him li Dîlokê û him jî li Dêrsimê xebata çekdarî û sîyasî berdewam kirin. (http://portal.netewe.com/dersim-ve-bir-ozur/ )

Malbata Cabir, malbatek Kurd ya welatperwer e. Weke gelek malbatên kurd û welatparêz, malbata Cabir jî ji zilm û zordarîya dewletê para xwe digirtin. Di dema cûntaya leşkerî de, ji bo desteserkirina Cabir û birayên wî yên şoreşger, leşkeran gelek caran avêtin ser mala Feqaz û hevalên wî, tade li malbatên wan dikirin. Hêzên dewletê, li her derê li Cabir û birayên wî digerîyan. Carekê li şûna wan, birayê wî yê 15 salî û xwîşka wî ya 13 salî girtin û birin Dîlokê. Piştre bavê Cabir li gel fermandarê qereqolê yê gund çû Dîlokê û ji fermandarê leşkerî re got: ”Ji berdêla zarokên min de min bigrin, wan berdin, ew hîn zarok in, tu gunehê wan tune ye!” Wê gavê, bavê wan girtin û zarok berdan. Piştî sê mehan, bi gef û tehdîdan ji bavê wî re gotin: ”Emê te berdin, lê divê tu zarokên xwe teslîmkirin bidî, ya na emê dîsa te û zarokên te bigirin!” Lê Cabir û hevalên wî, xwe radestî dewletê nekirin! Xwe spartin çîya û newalan.  

Di sala 1981ê da, hêza Dîlokê ya Tekoşînê, li ser daxweza rêvebirîya rêxistinê, vekişîyan Dêrsimê. Di 1982an da Cabir, li gel çend hevalan derbasî Kobanîyê bûn. Piştî demekê, cardin vegerîya serxetê û bi hinek hevalên ku li Dersîmê mabûn, bi alîkarîya rêxistinek kurd, dîsa derbasî binxetê bûn.

Berî niha bi çend salan, gundîyekî Cabir ku ji kadroyên KOMKARa Almanyayê bû û tu carî wî û Cabir hevûdu nedîtibûn; piştî bi dehan salan li Ewrûpayê mabû dihere gund. Piştî vegerê telefonî Cabir dike û dibêje: ”Birayê Feqaz, te şoreşek li deverê pêk hanîye!”Ev jî tê wê wateyê ku bi xebata xwe ya şoreşgêrî ya neteweyî Cabir bandorek çawa li ser xelkê xwe û wê derdorê kiriye.

Di sala 1983an de Cabir weke penaber çû Swêdê. Di nav 20 salên ku li Swêdê jiya, ji tu kar û xebatên civata kurd yên siyasî, rêxistinî, komelayetî paş de nema. Cabir, yek ji damezrêner û xizmetkarê Komela Kurd li Stockholmê bû û gelek salan di Komîteyên Fedrerasyona Komeleyên Kurdistanê (FKKS) de xizmet kiribû. Eynî wextê de ew endamekî aktîf yê Partîya Çep ya Swêdê/Vänsterpartietê bû. Lê her dem, fikir û hizra wî li ser vegera welêt û têkoşîna rizgarîya Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê jî wî tu demê berpirsîyarîya xwe piştguh nedikir.

Piştî demekê li Ewrûpa, ji ber dîtinên cûda yên di nav xwe de, rêxistina Tekoşînê xwe fesih kir, lê Feqaz dev ji xebata rêxistinî berneda; li gel hevalên welat, yên zindanan û hinek hevalên li Ewrûpa, rêxistinek bi navê Tekoşîna Sosyalîst ava kirin. Li welêt bi navê SERKETIN kovarek derxistin.

Di sala 2004an de, ji Swedê mala xwe barkir Fransayê û li wê derê jî weke kurdekî niştimanperwer di hemû çalakîyên neteweyî, demokratîk, kulturî û civakî de beşdar dibû.

Tekoşîna Sosyalîst, bi qasî ku rêxistinek sosyalîst bû, ewqas jî rêxistinek netewî û Kurdistanî bû. Cabir û hevalên xwe baş bi lîstik û provokasyonên kolonyalîstan hesîyabûn. Jiber wê, wî û hevalên xwe pêşî yekîtîya sosyalîstên kurd û dûre yekîtîya netewî û bereyekî netewî ji xwe re wek armancek sereke didîtin.

Di dawîya sala 1994an û destpêka sala 1995an de, jibo yekîtîya siyasî û rêxistinî xebatek berfireh di nav çend rêxistin û partîyên kurdan de dest pê kir. Yek ji wan rêxistinan jî Tekoşîna Sosyalîst bû û li ser navê vê rêxistinê Cabir beşdarî nav van xebatan dibû.

Di encama xebateke hevbeş ya reşnivîsa programê, destûr û awayê pêkanîna kongreya yekitîyê ku ji alîyê Platform û Delegasyona Yekitiya Siyasî ve dihate meşandin, di 21-27ê nîsana 1996an de, bi beşdarîya delegeyên ku ji kevneşopîya KAWA, Rizgarîxwazên Neteweyîyên Kurdistanê (KUK/RNK), Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê (TSK), Tekoşîna Sosyalîst (TS) û YEKBÛNê dihatin û bi nûnertîyeke gihiştî ya siyasî û rêxistinî Kongreya Yekitî û Damezrandina PYSK (Partîya Yekitîya Sosyalîst a Kurdistanê) hate civandin û PYSK hate damezrandin. Damezrandina PYSKê di 1 Gulan 1996an de bi daxuyanîyekê ji raya giştî re hate îlan kirin. Yek ji endamên platform û delegasyona yekîtîyê û vê xebatê jî hevalê Cabir bû. Ev, di dîroka tevgera rizgarîxwazîya neteweyî de pêngaveke dîrokî û gelekî girîng bû ku li Bakurê Kurdistanê bi beşdarîyek weha û di vê berfirehîyê de yekîtîyek weha siyasî û rêxistinî pêk dihat.

Piştî avakirina PYSK, komîteyên vê partîyê li gelek welatên Ewropayê jî hatin avakirin û piştî wê jî Konferansa PYSKê ya Ewropayê hate li dar xistin. Cabir di van xebatan de bi awakî çalak beşdar dibû, di van rêxistinan de wezîfeyên rêvebirinê digirt ser milê xwe û bi awakî gelekî çalak xebatek hêja dikir. PYSK bi navê Roj û Nû Roj û rojnameyek hefteyî derdixist. Heval Cabir carna ji bo vê rojnameyê meqale û xeber jî dinivîsand. Hevpeyvînek wî bi Sekreterê Giştî yê Partîya Çep ya Swedê (Vänsterpartiet) Lars Ohly re kiribû, di hejmarên 27 û 31an yê Nû Rojê de derket. Ev hevpeyvîn, bi naveroka xwe hevpeyvînekî balkêş û bi bandor bû. (http://www.arsivakurd.org/ ). 

Mixabin, ji ber sedemên cihê û nakokîyên nav hinek hevalên ji kevneşopîyên cûda dihatin, PYSK nebû xwedîyê jîyaneke dirêj ya siyasî. PYSK di Konfernsa xwe ya temûza 1998an de xwe fesix kir. Piştî vê rûdanê, bi armanca domandina yekîtiyê, bi beşdarîya kadroyên ji kevneşopîyên KUK, TS, TSK û tevî hinek kadroyên ji rêxistinên din yên ku pêvajoya PYSK de cîh girtibûn, di 17yê çileya 1999an de “Rêxistina Sosyalîst û Demokratîk a Kurdistanê” (RSDK) hate damezrandin. Ji wê demê şûn de, van kadirên ji kevneşopîya wan rêxistinên navên wan li jor derbas dibe û ji PYSK dihatin, bi navê RSDK xebata xwe ya siyasî, çandî û rêxistinî domandin û di platformên hevbeş de cihê xwe girtin. RSDK li pêvajoya PYSKê xwedî derket, program û destûra PYSKê weke ya RSDKê jî pejirand û ew civîn weke civîna damezrênera vê rêxistinê hate qebûl kirin. Yek ji kadirên siyasî yên vê pêvajoyê jî dîsa hevalê Cabir bû.

Di konferansa di 7-8ê îlona 2005an ya RSDKê de, navê rêxistinê weke “Tevgera Demokratîk a Kurdistanê” (TDK-Tevger) hat guherandin. Di vê konferansê de jî hate deklarekirin ku “TDK-Tevger, di vê Konferansê de, weke rêxistinek nû nehatiye ava kirin. Ew berdewama û wêrisdarê PYSK (Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Kurdistanê) û RSDKê ye. TDK-Tevger, di warê îdeolojîk û siyasî de jî berdewama vê rêz û rêçikê ye. Herweha di xeta îdeolojîk û siyasî ya TDK-Tevgerê de jî, di warê bingehîn de tu guhertin çênebûne…”

Hevalê  Cabir çepgirekî neteweperwerê kurd û Kurdistanî bû, dilsoz û dildarê doza netewî û serxwebûna Kurdistanê bû. Wî, tevayê jîyana xwe ji bo weletekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk xebat û têkoşînek hêja û bi rûmet kir.

Hevalê Cabir teva delegasyonek TDK-Tevgerê ji bo beşdarî wê roja dîrokî ya Referandûma Başûrê Kurdistanê bibe (https://youtu.be/S4Eu7d6vwv4 ) dihere Hewlêra paytexta Kurdîstana Başûr. https://youtu.be/F_N6vGKfcbs ) Wî ji kûraya dilê xwe yê netewperwerî weha digot: ”Heya Birêz Kek Mesûd Barzanî doza serxwebûna Kurdistanê bimeşîne, ezê jî wek welatperwerekî kurd û kurdistanî piştgirî û alîgirîya wî bikim!”  Wî bi helwest û kiryarên xwe jî ev yek nîşan dida. Loma jî ji ber wê kelecan û serbilindîya neteweyî, ji qada referandûma serxwebûnê bêpar nemîne; Roja Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlon 2017ê de, li Hewlêra paytextê Başûrê Kurdistanê, bi gelê xwe re di nav wê şahîya dîrokî de ciyê xwe girt!

Cabir, di hemû jîyana xwe de wek şoreşgerekî Kurd û Kurdistanî tevgerîya. Ne tenê bi xebat û çalakîyên xwe yên sîyasî, lê herweha bi xebata ziman û edebîyata kurdî re jî mijûl dibû. Wî novelek kurdî ya bi navê ”Dizê Bêrîkan”  ku bi kurdî di Radyoya Swêdê de hat weşandin; (lê hîn di medya kurdî de nehatîye weşandin jî) li dû xwe hîşt.

Cabir, hergav di mala xwe de tenê bi kurdî dipêyîvî û bi zimanekî din nedipêyîvî! Zarokên wî bi kurdîyek delal dipeyivin. Çimkî wî tu demê xwe wek yekî ji Ewropa hîs nedikir. Ew bi kurdbûna xwe serbilind bû û wî ew hîs û hesta neteweyî derbasî zarokên xwe jî dikir. Ji zarokên xwe re digot: ”Ev der ne welatê me ye, welatê me Kurdistan e, divê em li welatê xwe bijîn!”Loma jî ew hertim bi hêvîya vegera welêt dijîya.

Cabir hertim digot:

”Xeyalkirin tiştekî pir baş e. Ji ber ku xeyalkirin bi xwe nîvê bi destxistina armancên xwe ye! Yên ku xeyal nakin, armancên xwe jî tunene!”

Cabir, merivekî dilsoz, cefakar, wefakar û wefadar bû. Dostanî û hewaltîya wî pir hêja û pir xweş bû. Merivekî dilnizm, qedirşînas û dilgerm bû. Di jîyana xwe ya şexsî û sîyasî de xwedî prensîp bû, di xebata rêxistinî de bi dîsîplîn bû. Bavekî dilşewat û hevjînekî dilovan bû. Hem ji bo welat û gelê xwe, hem ji bo zarok û malbata xwe û hem ji bo jîyana xwe ya pêşerojê hêvî, xewn û xeyalên wî yên mezin hebûn.

Cabir, di 27ê adara 2020an da, di 60 salîya xwe de, ji ber nexweşîya Corona ya malkambax, li Parîsê koça dawî kir û xatirê xwe ji dunyayê xwest. Ev mirinek bêwext û bêbext bû! Cabir (Feqaz) bi xanima Şerîfeyê re zewicî bû û bavê 5 keç û kuran (Fatîk, Roza, Rodan Spartakus, Rêdar û Şîyar) bû.

Çi heyf û mixabin em hevalên wî ji ber şert û mercên ku hebûn nikaribûn beşdarî merasîma dilovanîya hevalê Cabir bibin. Wê demê li seranserî Ewropa çûyîn û hatin, hatibû rawestandin. Loma me li ser wefata wî gotibû:

“Ji ber vê rewşa awarte ya dinyayê, dest û lingên me hatine girêdan. Ji ber vê bêçaretîyê mixabin em nikarin wezîfeyên xwe yên dawî ji bo te pêkbînin! Ev jî êş û jana hundurê me kûrtir û dijwartir dike, kekê Cabîr! Ji bo ku em nikarin di koça te ya dawî de, li cem te bin, xwedî li te derkevin, cenaze û tazîya te li gor derbasbûna te ya siyasî, xebat û têkoşîna te ya bi nirx pêk bînin û xatirê xwe ji te bixwazin, weke derdekî bê derman e, hevalê Cabir!

Em soz û peymanê didin ku em dê heval û hogirê hêja, mêrxasê doza azadî û serxwebûnê, kekê Cabîr tu carî ji bîr nekin!”

Em îro jî dêyndarê te ne hevalê Cabir û dibêjin:                  

Birayê delal, hevjînê Şerîfe xanê, 

Bavê Fatik, Roza, Rodan, Rêdar û Şîyar,

Hevalê FEQAZ, SEYDO, HEYDER, CABIR!

Welatperwerê bêhempa, mêrxas û dilsozê welatê xwe!

Şoreşger û welatperwerê bêwestan!

Me wek bira, bav, mêr û heval pir bêrîya te kiriye!

Em salvegera koça dawî, te bi rêzdarî û dilgermî bibîrtînin! 

Ji bo me, tu nemirî ye û qet namirî hevalê Cabir!

Tu dê hertim di dilê malbat û hevalên xwe de û di xebat û têkoşîna ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk de bijî!

Em bi soz û peyman dibêjin: Em ê herdem te weke mêrxas, canbêzar û fedakarê welatê xwe bi bîrbînin!

Em her sozdarê domandina têkoşîna pêkhanîna rêbaz û xeyalên te ne hevalê Cabir!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *