Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

GOTINAN ÇEXÛÇOX MEKIN; PIRS KURDISTAN E Feqqaz Çelik

Van rojên dawî li ser perwerda bi zimanê kurdî û xweserîya demokratîk mineqese tê kirin.

Bi zimanê zikmakî perwerdebûn, di jîyana rojane da zimanê xwe bi karanîn, bi çanda xwe jîyankirin, bi zimanê xwe edebîyat nivîsandin û xwendin heqê bingehîn ên mirovetî ne. Loma ew prensîp him di Yeketîya Miletan da him jî di qrîterên Yeketîya Evropa da mevcud in. Her wiha perwerde bi zimanê xwe daxwezek di cih da ye. Gelek partî û rêxistinên Kurdistanê, bi salan e daxwaza vê yekê dikin. Kurd li Kurdistanê heqê xwe yê mirovetî daxwaz dikin.

Bêgûman perwerde bi zimanê kurdî gelek mûhîm e. Lê eger statuyek sîyasî tûne be, ne pêşeroja hebûna zimanê kurdî, nejî pêşeroja perwerde bi kurdî wê dûr û dirêj hebe. Tenê bi zimanê xwe perwerde  pirsgirekê çareser jî nake.

Pirsgireka bingehîn ax e, welat e. Hertişt bi qebûlkirin û ne qebûlkirina welatê me va, ango bi Kurdistanê va girêdaye.

Bi sedsalan e têkoşîna gelê kurd ji bo welatê xwe ye. Dema welatek û milletek hebe, heq û huqûqên wê jî dê hebe. A herî girîng jî huqîqek sîyasî ye.

Ew huqîqa sîyasî; ya dewletek serbixwe ye, ya dewletek konferderesyon e ya federesîyon e  yan jî otonomî ye. Bê statuya sîyasî zimanê me wê wenda bibe.

Jibo nolstajî kes zarokên xwe naşîne dibistanên kurdî. Divê xwandina kurdî di berjewandîya mirovan da be. Fêdeka wan ya aborî û sîyasî têda hebe ku zarokên xwe bi kurdî perwerda bikin.

Wek mînak : Em bêjin dewletê heqê perwerdê bi zimanê kurdî qebûl kir û ew ket qanûna bingehîn. Min zarokê xwe li wê dibistanê xandin da û unîversîte qedand û dîploma xwe sitand. Ew bû ekonomîst û dive karekî xwe peyda bike. Dema bazarek ku ew bi wî zimanî karê xwe bimaşîne tûne be, perwerda wê kêra tiştekî neyê. Gelo ew çax mirov wê zarokên xwe bişînin dibistana kurdî? Ew çax perwerde bi zimanê zikmakî dê ji bo çi be?

DTK, xwesarîya demokratîk ji bo dewletek ûnîter pêşnîyar dike. Dewleta unîter û pir milletî  yek jî Fransa ye. Li Fransa Brotanî, Baskî û Korsîki hene. Li wir heqê perwerde bi zimanê zikmakî heye. Lê çi mixabin ku him zimanê Baskî û him jî zimanê Brotanî îro ji alî kêm kesan va tê xwandin û nivisandin. Piranîyên Brotanî jî zimanê xwe ji bîra kirine . Jiber ku wek milet statuyek wan sîyasî tune ye. Baskên Fransî, bi xêra ku statuyek sîyasî li Baska Ispanya heye, zimanê xwe karin biparêzin. Li korsîka rewşek taybetî heye.

Di pêşnîyara BDP û DTK’da, li ser statûya sîyasî porgramek zelal tune ye. Di pêşnîyara  xwesarîya demokratîk da statûyek sîyasî çîye ne zelal e. Di pêşnîyara wan da tiştê zelal‚”unîter dewlet” e. Di hevdîtina xwe ya dawî da A. Öcalan, bi xwesteka xwesarîya demokratik de  got; « An ez şaş hatime fehmkirin, an jî hevalên min di mehna ku ez dibejim da şîrove nakin. Ez qala dewlet nakim.» Ango Öcalan dixwaze bêje ku ew ne dewletek serbixwe, ne dewletek fedare û ne jî dewletek otonom dixwaze.

Her roj tiştekî nu dibejin û  rêçikan tevlihev dikin. Geh navê wê komera demokratîk e, keh xwesarîya demokratîk e. Keh qala hêzên parastinê dikin. Lê dema dikevin tengasîyê dibên; «em dewlet jî naxwazin. Em devleta tirk ya unîter diparêzên.»

Dema rêxistinek devleta tirka ya unîter biparêze, dema statuyek sîyasî jibo Kurdistanê daxwez neke, xwestina perwerda bi zimanê kurdî tu mehneya xwe zêde namîne. Jiber ku hebûn û pêşeroja zimanê kurdî li Kurdistanê, bi hebûna statuyek sîyasî va raste rast giredayî ye. Bê statuyek sîyasî, hemû pêşnîyar vala ne.

Armanc vekirîye: Tevgera netewî ji nu va hêdî hêdî puçkirine û dîsa bi sîstema komara dewleta tirk va girêdane. Ji wê şunda jî hêdî hêdî asîmlekiri û ji holêrakirina kurdan e.

Divê sosyalist û welatperwerên Kurdistanê rê nedin vê yekê. Axa ku kurd li ser dijîn navê xwe Kurdistan e. Divê dost jî dûjmin jî werga zanibin.

Divê statukek me ya sîyasî hebe. Zimnanê me kurdî ye û divê li Kurdistanê zimanê yekem be. Çi rêxistin, çi partîyên kurdan ku hene, divê vê yekê bi zimanekî zelal bêjin. Hewce tûne ku em gotênê çexûçox bikin; mesele Kurdistan e.

Nerîna te