Me Rewşenbîr û Akademîsyenê Kurd Kedrî Yildirim Wenda Kir!

Rewşebîrê hêja Prof. Dr. Kadrî Yildirim, di roja 26.03.2021 de li nexweşxaneya Amedê ya Taybet jîyana xwe ji dest da!

Kadrî Yildirim, di 5 Sibat 1959an de li Navçeya Amedê Licê ji dayik bûye. Kadrî Yildirim, perwerdekar, akademîsyen, zimanzan, wergêr, dîroknas û sîyasetmedarekî Kurd yê hêja bû.

Wî gelek berhemên lêkolîn, rexne, werger, çand û edebîyata Kurdî li dûv xwe hîşt. Hîn jî bê westan karê lêkolîn û xebatên zanistî li ser ziman, çand û dîroka Kurd dimeşand.

Civata Kurd rewşenbîrekî xwe yê hêja wenda kir!

Em wek netewe.com, ji bo malbat, heval, dost û merivên Kadrî Yildirim sersaxî, sebir û aramîyê dixwazin!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *