Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

TRT 6 qencîyek e an rizîbûna sîyaseta pişaftinê ye? 

Di derheqê mijara TRT 6 ê de heta niha gelek dîtinên erînî û neyînî di çapemenîya Kurd û Tirk de cîh girt. Li rû dîtên û ramanên balkêş; gelek dîtinên bêbîngeh û li dijî rastîya rojevê bal kişand ser xwe. Derheqê mijarê de di nav her dû civatan de dîtinên dûr û nêzîkî hev ji xwe re alîger dît. Tiştê herî balkêş partîyên Tirkan yên nijadperest kû weke CHP, MHP û BBP; Kemalist, Çepgirên nasyonalîst û oldarên Tirkperest bi yek dengekî bi yek ahengekî li dijî mafê Kurda dengê xwe bilind kirin. Bi rastî mirov, reaksîyona wan nijadperestan fam dike. Ew neyarên gelê Kurdin û li dijî gelê Kurd her tim yek dengin yek bendin. Helwestek din bigirtina wê gavê mirov dikaribû bi gota “gelo çi dibe?” Belê ew ji bo serdestbûna xwe ji bo mafê dewleta xwe û ji bo berdewamîya dagirkerîyê yek deng û yek bendin!

Lê belê ya herî balkêş, reaksîyana ji beşekî Kurda hat ku nayê famkirin. Berîya her tiştî ev kesên hanê rabûne dibêjin ku “ev gav ne qanûnîye”, “TRT 6 li dijî zagona bingehîne!”. Ew kesên Tirkîyeyê nasnekin, ewê bêjin qey li Tirkîyê her tişt qanûnîye û li gor pîvanên zagona bingehîn dimeşin. Ev biraderên me yên ku bi “mezintîya Mustefa kemal” ji nûve pê hesîyane baş dizanin ku li Tirkîyê tu carî Kurd û zagon li cem hev cîh negirtine. Tu carî cihê Kurda di nav zagon û qanûna de nebûye. Tu carî jî, ji parastina zagon û qanûnên Tirkan, Kurd ne berpirsîyarin! Ev bar ne do, ne îro û ne jî sibê li ser pişta Kurda nîne! Em hemû dizanin ku ji serhildana 1925 an vir de (serhildana Şex Seîd) kuştin û qetlîamên li dijî Kurda hatine kirin li gor zagon û kanûnên Tirkan hatine kirin. Em dikarin bêjin ku dewlata Tirk ji bo Kurd nebin xwedî mafên xwe girêdayê zagonên xwe ne. Ji ber vê yekê parastina qanûn û zagonên Tirkan bi Kurda neketîye!

Di van 30 salên dawî de gelê Kurd gelek buhayên mezin û bêsînor daye û hêjî dide. Heta niha 40 hezar zêdetir xort û keçên Kurd hatin kuştin; di navbera 4-5 milyonan de Kurd ji cîh û warên xwe koç kirine; sê hezaran zêdetir gundên Kurda hat şewitandin an hat valakirin. Bi 100 hezaran xort û keç, jin û mêr; zarok û pîr hatin girtin. Bi salan di zîndanan de man û hêjî bi hezaran xort û keçên Kurd di zîndanan de ne! Gelo ev bûyer û trajedîyên hanê divê em qanûnî bibînin? Belê ji bo Tirkperestan ev tiştên hanê qanînî û gor pîvanên zagona wan e. Lê ji bo gelê Kurd?

Di vî warî de, ji bo hinek helwestên bê bîngeh baş bên famkirin, ez dixwazim mînakek balkêş nîşan bidim. Lewra ez bi xwe bûm şahidê vê mînakê. Çend roj berê ez û mamosteyek Kurd ku endamê komeleya Mamosteyên cepgire (EĞİT-SEN) û di beşa zimanî Tirkî de, zarokên Kurda perverde dike, bi awayekî tûj û heyacanek digot “ew kesên ku di TRT 6 de kar dikin xayinin, xwe ji bo pere difiroşin” Min nihêrî ew camêr nasekine û tu pîvanên wî jî tuneye. Ez lê vegerîyam û min jê re got: “Ka li min binhere, tu mamosteyê zimanê Tirkîyî û ji dewletê jî pere digirî. Tu bi Tirkî zarokên Kurda fêrî zimanê Tirka dikî, lê ew kesên ku di TRT 6 de kar dikin ez wan nasnakim lê belê ez dizanim ku ew kesên hanê niha xîzmeta zimanê Kurdî dikin. Ger problem pere be, tu jî ji dewleta Tirk pere digirî û karmendê (memûrê) dewletêyî. Ger bi rastî tu xwedîyê wan dîtinan bî divê tu dest ji karê xwe berdî û îstîfa bikî.”. Piştî vê dîyaloxê camerê delal bi hêrs li min zivirî û got: “Ew tiştekî din e!”. Lê min kir nekir camêr “ew tişt” zelal nekir û ji min xeyidî, rabû çû!

Belê, destpêkirana weşanên kurdî gavekî nêrînîye; Lê ne çareserîya pirsgireka Kurd û Kurdîstane! Piştî ewqas buhayên giran dewleta Tirk dixwaze bi tilîyek hungiv gelê Kurd têr bike. Na xer! Em li dijî gavên nêrînî nînin! Komara Tirk ger ji dil wan gava davêje divê zêdetir û bi awayekî bingehîn di hemû waran de gav bavêje. Ji ber vê yekê kî an kîjan hêz ji bo çareserîya pirsgirêkan gavekî pozîtîf bavêje tiştekî baş dike. Lê divê em baş zanibin ku ev gavên hanê şikestandina polîtîkayên înkar û tunekirinêye. Ev jî nayê wê manê ku dewleta Tirk dev ji wan polîtîkayên xwe berdaye.
Na xer, ev dewleta dagirker heta ji dest bê dev ji polîtîkayên xwe ber nade.Çewa berîya salên 1980 an çepê Tirkan digotin: “Belê Kurd hene lê mafe wan yê rêxistînek cuda tuneye li ser xeta netewî birêxistinî bibin. Em li dijî rêxistina cûdane. Fikra netewî kevneperestîye. Em sosyalîstên Tirk in. Em enternasyonalîst in(!) Daxwaza rêxistinîya cûda wê Tirkîyê perçe bike” û dîtinên hwd. Ji roja awabûna komara Tirk heta îro, çepê Tirkan her tim di warê parastina “sînorên Tirkîyê” de (mîsak-i mîllî) çalakvan û têkoserên dijwarbûne.

Em baş dizanin ku dewleta Tirk bi biryara TRT 6 ê îflasbûna polîtîkayên înkarê tîne ziman. Komara Tirk do digotin: “Kurd tune ne”, “kurd Tirkên çîyayîne”. Demek pirr dirêj bi çîrokên “kart- kurt” derbas bû, niha jî rabûne dibêjin: ” Em birayê hevin lê hêzên biyanî dixwazin têkilîyên me xirab bikin”, “Divê em neyên lîstîkê biyanîyan.”. De verin li vê temaşa hanê , li vê komedîyê binêrin! Tirkên çîyayî niha jî bi zimanê “nayê famkirin” an jî bi zimanê “çîyayî” îro jî rabûne û bi wî zimanê qedexkirî di TRT 6 de dest bi weşanên Kurdî kirine. Ji bilî rojnameya TARAFê çapemenîya Tirk bi yek dengekî û bi yek nivîsî manşetên xwe wiha avêtbûn ” TRT 6 bê xêr be” Ew helwesta hanê helwestek gelemperî bû û dîtinên hemû alîyan danî ziman. Tiştekî din jî şêwirmendê AKP ê, weşanên TRT 6 ê weke qençîyek, “lutif” nişan didin. Dibêjin “êdî hun çi dixwazin? Ma TRT 6 ne bese?” Tawanbarîya xwe ya bi salan dixwazin veşêrin! Ew ne qencîye û ne jî çareserîya her tiştîye! Lê ji bo twanbarîya bînin ziman ev gavekî nêrînî ye.

Hewce nake mirov ji nû ve “vedîtina Emerîka” dubare bike. Em hemû baş dizanin ku dewleta Tirk hebûna xwe, damezrandina xwe li ser tunebûna gelê kurd û li ser polîtîkaya pişaftinê sazkirîye. Îro ji dewlet dixwaze bi motîfên olî gelê Kurd bixapîne! Ji alîyekî ve bi destê cemaatên olî, ji alîyê din de jî di bin “sîwanên çep” de Kurd bi sîstemê ve girê didin. Di her du rêyan de jî yên pêşkêşîya vê sîyaseta pişaftinê dikin Kurdin.

Bi rastî gelek caran mirov van biraderên xwe fam nake! Em dibînin ku her tim çep, rast, oldar û sosyalistên Tirk û Ereb û Farisan pêşîyê bal dikşînin ser netewa xwe dûre bawerîyên xwe tînin ziman. Lê em Kurd berîya her tiştî bawerîyên xwe tînin ziman lê netewebûna xwe vedişêrin, pirî caran jî em şerm dikin bêjin em Kurdin. Yekî Ereb bi xuzayî dikare bêje “belê ez erebim û dûre îslamim” Tirk û Faris jî bi hêsanî netewa xwe dibêjin dûre bawerîya olî an jî sîyasî dibêjin Lê gava dor tê ser Kurda taybetmendîyek balkêş derdikeve holê. Li hemberê pirsa tu kîyî û ji kîjan neteweyî?
Bersîva Kurdê oldar “ez musilmanim û ji ummeta Muhemedim.” Gava vê pirsê ji kurdê çepgir dikî ew jî dibeje “ez enternasyonalîstim” Ev jî dide xuyakirin ku gelê Kurd her tim bi van her du qeydan ve dest û lingê wî hatîye girêdan û ziman hatîye mîxkirin (bizmarkirin). Niha jî dewleta Tirk di bin sîya “ummetgerîyê” de dixwaze rixê împaratorîya Osmanî li ser pişta gelê Kurd sazbike. Kurdê ku murîdîya Mistefa Kemal dikin, ew jî li ser navê cepgirîyê di bin sîya sîwana kemalîzmê de parastvanîya “dewleta ûnîter” dikin.

Ev Kurdên ku “Konferalizma Kemalîzmê” ji nûve keşf kirine rojekî qala pirsgirêka Kurdîstanê nakin. Di tu weşanên wan de projeyekî Kurdîstanî tuneye. Ji bilî yek helwestê em tu çalekîyekî netewî nabînin. Hebe tunebe enerjîya gelê Kurd li dijî AKP ê bi rê dikin. Rast e AKP partîya dewleta dagirkere û polîtîkaya pişaftinê bi rengê olî dimeşîne. Lê 10 sal berê, 20 salê berê AKP tunebû. AKP Û partîyên din, di destê dewlata dagirkerde maşene. Divê em, ew destê maşe digire bişkênên.

Rast e, divê em rexne û pêşnîyazên xwe bi zimanekî vekirî, bi dîtinekî zelal û metodekî avakirî rêz bikin. Gava ku em li gor daxwaz û xwestina dilê hinekan bimeşin wê her tim serê me biêşe û emê di destê hinek xêrnexwazan de bibin lîstok. Ev biraderên me yên dîtin û ramanên wan li gor dilê xwedîyê wan tê guherandin weke teyrokên biharê her tim zirarê didin der û dora xwe. Sîyasetek netewî li gor ba û babîloskan nayê meşandin. Ger ew Kurdên me bi rastî ji bo mafên xwe yên netewe têdikoşin divê enerjîya xwe, qeweta bilasev xerç nekin.

Em baş dizanin ku ew partîyên ku mafê dewleta ûnîter diparêzin tu carî ji bo berjewendîyên gelê Kurd kar nekirine û tu car jî nakin. Ji roja damezrandina komara Tirk vir de her tim gelê Kurd hatîye xapandin û di hemû demande du kujer derxistine hemberê gelê Kurd. Weke lîstîkek li ser kujerekî kincên olî û Tirkperestî li ser yên din kincên kemalizm û Tirkperestîyê hebûye. Mînak SCF û CHF (serbest cumhuriyet fıkrası-cumhuriyet Halk Fıkrası); DP û CHP; AP û CHP; ANAP û Partîya Gel (Halkçı parti); SODEP û DYP; DSP û Partîya REFAFÊ; CHP û AKP. Li hemû deman binihêrin ev partîyên ku serdest bûne li dijî Kurda yek deng bûne û yek rêzbûne.

Lê Kurda çi kirîye? Di hemû deman de Kurd bûne du alî û bihevra şer kirine; li ser navê wan partîyan neyartîya hev kirine. îro ji eynî lîstîk di rojevê de ye. Di hemû deman de xwedîyê vê lîstîkê; derhenerên wê lîstîkê dewlete ku navendê de Artêşa Tirk cîh digire. Niha jî artêşa Tirk gelê Kurd di nav AKP û CHP de hiştîye. Partîya nijadperest CHP li Kurdîstanê basqên şikîya. Şewirmendên dewletê yên Weke Yalçin Kûçik û Tîmûlengê devbixwînê Doğu Perînçek wezîfa şerê CHPê bi Kurda dan qebûl kirin. Niha jî dixwazin weke berê dîsa Kurd bikin du alî wan berî hevdin. Xuyaye hinek Kurd jî, ji do ve li benda vê lîstîkê ne!

Em dikarin bi kurtayî bêjin ku dewleta Tirk berîya her tiştî divê rastîya gelê Kurd baş bi nîrxîne! Ger Kurd hebin ew tê wê manê ku zimanê wan jî heye! Ger Kurd hebin divê axekî ku li ser dijîn jî hebe! Divê navê wê axê hebe! Bê tirs bê şik divê navê wê erdnîgarîye bê gotin! Berîya her tiştî ev pirs pirsa Kurd û Kurdîstanê ye!
Ji bo çareserîyê ji bi zimanekî zelal divê ji gelê Kurd lêborîna tawanbarîyê bê xwestin. Wê gavê em ê bawer bikin ku ev hewldan ji dilin!

25.2.2009

Nerîna te