ALMANYA – Ciwanên Kurd konferansa ‘perspektîf û potansiyelê’ li dar xist

https://www.rudaw.net/?utm_source=KwikPlayer&utm_medium=KwikShare&utm_campaign=KwikMotion
Tora Ciwanên Kurdistanî, li bajarê Hamminkelnê yê Almanyayê bi sernavê “Li Ewropayê Perspektîf û Potansiyela Ciwanên Kurd” konfernasek li dar xist.

Konferans duh (8ê Kanûna Pêşîn) li Akademiya Klausenhofê dest pê kir û dê 10ê Kanûna Pêşîn bi dawî bibe.

Ciwanên Kurd, akademîsyen û siyasetmendarên Alman û Kurd ên ku ji deverên cuda yên Ewropayê beşdarî konferansê bûn.

Rûniştina yekemîn a Konferansê bi sernavê “Li Dîasporayê, ciwan û beşdarbûna wan a siyasetê” bi rê ve çû.

Mêvanên rûniştina yekem, endamê Partiya Demokrata Azad a Almanyayê (FDP) Tobias Huch ku dostê Kurdan e, Endama Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) ya Meclîsa Eyaleta Nordrhein-Westfalen Seyran Papo û akademîsyen Şoaîb Danîşpejû bûn.

Seyran Papo: Divê ciwanên Kurd ji pêşketinê re vekirî bin

Seyran Papo ku pirsên peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno bersivand got ku pêwîst e ciwanên li Ewropayê ji entegrasyonê re vekirî bin.

Seyran Papoyê û got:

“Divê ciwan ji xwendin, xebat û entegrasyonê re vekirî bin. Mijara herî girîng ev e. Divê ciwan ji bo mafên xwe yên civakî, di siyasetê de çalak bin. Di vê mijarê de rola ciwanan girîng e.”

Li aliyê din siyasetmendarê Alman Huch, di panela ku Rojda Şêxo û Somayeh Fattahî moderetoriya wê dikir de axivî û got: “Pêwîste Alman bêhtir girîngiyê bidin civaka Kurd.”

Keleş: Divê ciwanên Kurd tezên xwe bi Kurdî amade bikin.

Xwendekarê beşa Fîlolojiyê ya Zanîngeha Gottingenê û Mamosteyê Zimanê Kurdî Mihemed Keleş jî got:

“Divê ciwanên me tezên xwe yên dixtorayê li ser Kurdan çêkin. Divê ne tenê Kurdolog vê yekê bikine. Di hemû beşan de em dikarin li ser Kurdan tezên xwe amade bikin.

Eger em vê bi ser bixin dê Kurdên Dîasporayê û yên li welat jî jê sûd bigirin. Ev yek gelekî girîng e.”

Wiryanî: Ciwanên me li vir belav bûne

Endamê Konfederasyona Komeleyên Kurdên Ewropayê Cihangîr Wiryanî armanca konferansê wiha şîrove kir:

“Ciwanên me li vir belav bûne. Organîzasyoneke ku wan bicivîne tine ye. Ji ber vê sedemê jî me girîngiyeke mezin da ciwanan.

Em dixwazin dest bidin ciwanan û piştgiriyê bidin wan. Ji bo ku çand û nasnameya xwe ji bîr nekin.

Ji seranserê Ewropayê û hinek cihên din jî nûnerên hinek rêxistinan hatine konferansê.”

Wiryani diyar kir ku ciwanên Kurd li Dîasporayê jî hîna di bin bandora çanda Erebî, Tirkî û Îranî de ne.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *