ENKS û PYNKê bi amadebûna şanda Amerîkayê li hev kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî  (PYNK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) têkildarî danûstandinên Kurdî-Kurdî yên jibo yekitiya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Herdu aliyan ragihandin, ku qonaxa yekemîn a danûstandinan bi dawî bûye û dê di rojên pêş de peymanek were îmzekirin.

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi amadebûna şandeyên ji her du aliyan, tevî fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê William Robak daxuyaniyeke hevpar weşand û tê de destnîşan kir ku qonaxa yekemîn a diyalogên yekitiyê bi dawî bûye û gihaştne nêrîneke siyasî ya hevpar.

Hate diyarkirin ku dê diyalog li ser bingeha Peymana Dihokê berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî were îmzekirin.

Daxuyaniya hevpar wiha ye:

“Di 16’ê Hezîranê de şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji diyaloga kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û diyalogên di navbera her du şandeyan de, wê peymaneke giştî di pêşeroja nêz de îmze bikin.

Her du şandeyan tekezî bi hevkarî û yekitiya Kurdî li Sûriyê kir û ev gav weke gaveke dîrokî ya girîng ber bi lihevkirineke mezintir û hevkariyeke pratîk di berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê û hemû pêkhateyên Sûriyê de pêşwazî kirin.

Her du şandeyan ev xebat oxirî cangoriyên mezin ên ciwan û keçên Sûriyê û bi taybet şehîd û birîndarên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kirin ku jiyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet ji bo parastina cîhanê ji sitemkariyaDAIŞ.

Ev lihevkirin wek gava yekemîn a girîng e ku em bi sponseriya cîgirê şandeyê amerîkî yê taybet ji Koalîsyona Navneteweyî re balyoz William Robak û fermandarê gîştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) general Mezlûm Ebdî de gihîştinê.

Her du şande, ji bo însiyatîfa wî ya yekkirina rêza kurdî li Sûriyê general Mezlûm Ebdî bi rêzdarî spas dikin û ji bo destek û keda wan a di yekkirina rêza kurdî de rêzdar serok Masûd Barzanî û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin. Her wiha ji bo sponserî û desteka wan a bihêz ji bo yekrêziya Kurdan û piştgiriya wan ji mîsogerkirina pêşerojeke demokrat û piralî li Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin, dewleta Amerîka spas dikin.”

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/170620207

Wêne: ANF

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *