Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Saturday, October 20, 2018

Êdî bi zimanê xwe bijîn! 

Di jîyana civakî de ziman cihekî pir giring digire. Di dîroka netewan de jî, cihê ziman cûda ye. Yên ku bi karê ramyarî ve mijûl dibin dizanin ku di çêbûna netewan de ziman şertekî bingehîn e. Wek hemû gelên bindest di jîyana gelê Kurd de jî, rola ziman pir giring e û peywirên mezin bi cîh tîne. Yek ji wan peywiran jî avakirin û  pêş xistina fikra netewî ye. Jixwe di vê nivîsê de armanca min a yekemîn ew e ku bala rewşenbîran bikşînim ser vê babetê û di bin hoyên îroyin de rewşa zimanê Kurdî raxim ber çavan. Ez hêvîdarim ku ev nivîs wê li gor hoyên ku em dijîn bê xwendin û bê şirovekirin.

Gava ku mirov ji alîyê zimanê Kurdî ve li rewşa rewşenbîr, xwendewan û rêxistinên Kurd dinêre tabloyekê baş nayê dîtin. Gellek sedemên vê nebaşîyê hene lê rewşa ku em tê da ne, dilê mirov ji kûr de diêşîne, dielciqîna; tîrêjên vê êşê di laşê mirov de cîh digire û meriv pê acis dibe. Lewra hate van salên dawî giringîya vê pirsgirekê baş nehatibû famkirin. Piranî ya kadroyên sîyasî hînbûna zimanî zikmakî karekî vala didîtin; lê em dizanin ku di têkoşîna rizgarîya netewî de ziman çekekî mezin e. Gava ku ev çek baş bê famkirin wê gel, zêdetir li daxwazî û armancên xwe yê ramyarî (siyasi) xwedî derkeve. Mirov bi zimanê xwe tê naskirin. Cûdaya gelan jî yek jê ziman e!

Îro li çar perçên Kurdîstanê, bi metodên cûda tekoşînek germ tê domandin. Hemû dewletên dagirker dixwazin ku gelê Kurd her tim bê ziman, bê maf û bê rexistin bimîne. Li gor dagirkeran kesên ku mafên gelê xwe û jîyaneke rêxistinî dixwazin û diparêzin “xayin in” û neyarê sazûmana îroyin in. Ji ber vê yekê bi hemû mecal û hêzên xwe, jîyanê li wan kesan qedex dikin. Di serê wan qedexan de jî ziman tê. Lewra ziman mirovan netewî bi hev re girêdide û di jîyana civakî de pêwendiya nav mirovan pêktîne. Di hemû qadan de dan û standin bi alîkarîya ziman çêdibe. Em hemû dizanin ku di hoyên çêbûna netewî de yekîtîya ziman pêwîsteke mezin e. Bê guman dijminên me jî, vê rastîya han dizanin. Ji ber vê yekê ye, dijmîn qet naxwaze em li zimanê xwe xwedî derên û bi zimanê xwe jîyana xwe bidomînin. Ev rewşa han bi awayekî li çar perçên Kurdîstanê navdêr in.

Gelê Kurd, îro li hemû hawêrdarê welatê xwe şiyar bûye, li doza xwe ya netewî xwedî derdikeve û agirê têkoşînê geş dike. Ji bo ku di demeke nêzîk de rojên azad û serbixwe pêk bê, gelê Kurd di hemû qadên ramyarî de şer dike. şerê çandî û hûnerî jî yek ji wan e. Di van salên dawî de gellek xebatên giranbiha tên domandin. Kovarên Kurdî, pirtûk û rojnamên Kurdî êdî tên weşandin. Ji xencî vana, îro mecaleke pir girîng û heja ketîya destê gelê Kurd. Ew jî wêneguhez e. Wekî ku hun jî dizanin îro li hemû derên Kurdîstanê temaşandina wênegugezên (Televîzyonên) kurdî mumkun e. Ji xencî vê radyoyên Kurdî bi salane hene. Ji bilî wan kovar, rojname û pirtûkên ku bi kurdî tên weşandin hene. Bi qasî ez dizanim li hemû perçên kurdîstanê kovar, rojname di rûpelên xwe de cîh didin zimanê kurdî. Ji bo hînkirina ziman ev gellek mecalên baş in. Heta ku ji destê me tê, divê em zor bidin hînkirina zimanê zikmakî û derfetên ku di destê me da ne baş binirxînin (an jî bidin nirxandin).

Hînkirina ziman wezîfa herkesî ye. Lê ya mezin dikeve para rewşenbîr û pêşvebîran re. Çiqas ku windakirina ziman bi polîtîkayên pişavtînî ve girêdaye ve jî dîsa di wî karî de alîkarîya rewşenbîran jî heye. Ji ber vê yekê pêşvebûna ziman wek barekî giran li ser milê rewşenbiran e. Rewşenbîr, welatparêz, Neteweperver, şoreşger, sosyalîst û xwendewan hemû di vî warî de xwedîyê berpirsîyarîyê ne. Di têkoşîna azadî û serxwebûn de “rola” wana cihekî giranbiha digire. Ger di jîyana cîvakî de be, an jî di cînekî din de be, divê ev kesên han li hemberê der û dora xwe wek mînakeke balkeş bijîn. Lewra di jîyana civakî de rewşenbîr wekî neynikê ne. Rewşa gel ya çandî, hûnêrî û sîyasî di vê neynikê de xuya dibe. Em hemû dizanin ku rewşenbîr her tim gavekê li pêşîya gel dimeşin. Di qada hilbarandina çandî de (kûltûrel ûretîm) rola rewşenbîran pir girîng e… Divê rewşenbîrên me ji bo hînkirina zimanê zikmakî pêşengîya gel bikin. Ji bo yekîtîya ziman divê xebatên akademîk kûr bikin û dezgehên akademîk sazbikin. Pêşengîya vî karî dîsa li ser milê rewşenbîran de ye.

Hêzên dagirker dibejin ku zimanê Kurdî nikare hewcedarîyên jîyaneke civakî têr bike. Ji ber ku em rê nedin van dîtinên çewt, divê em zimanê xwe li ser bingeheke zanîstî bidin rûniştin û bala xwe bidin qaydên rêzimanî û jê re rêyekî nûjen bibînin. Ji bo vî karê zanistî jî, divê rewşenbîr, zimanzan û pispor zû dest bidin hev û di bin dezgehên ziman de karekî akademîk bidomînin. Îro ji alîyê qaydên rêzimanî de tevlîhevîyeke mezin heye. Kesên ku ji nû ve dest bi hînkirina zimanê kurdî dikin, pir tengasîyen dijîn. Divê ev tevlîhevî û tengasîya han di demeke nêzîk de ji holê bê rakirin. Wê çaxê, wê hînkirina ziman pir hêsan be. Li dijî gotinên dagirkeran gelê Kurd bi hemû zaravên xwe di zanabûna rastîya xwe de ye. Kurmancî, Zazakî, Soranî û Goranî hemû zaravên kurdî ne. Yekîtîya zimanê Kurdî, ji dewlemendîya van zaravan tê. Ev çar zarave bi hemû awayî ve gencîneya zimanê Kurdî ne. Îro ev gencîne ji bo lêkolînên dewlemend li benda zimanzana li benda gencînvanan e. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd êdî bi zimanê xwe, bi nirxên xwe, bi dîroka xwe de dezgehên xwe yên netewî sazbike. Ev armanca han jî berpirsîyareke giran dide ser milê rewşenbîrên Kurd.

Gelê Kurd, ji bo jîyanekî azad û serbixwe, ji bo nîrxên mirovahî yên gelemperî têdikoşe. Tîrêjên têkoşîna gelê Kurd li seranserê welat belav bûye û îro ji do rinttir rîya rizgarîya netewî ronî dike. Em îro li gor do nêzîktir in ji bo rojên azad. Em bawer dikin ku gelê Kurd, di nav malbeta mirovahîya pêşveçuyî de cihê xwe yê azad wê di demeke nêzîk de bigire. Bi vê bîr û bawerîyê dibêjim: “Hevalno, hogirno, “bi serbilindî, bi kêfxweşî, bi dildarî bi kurdî bifikirin, bixwînin û binivîsinin”
29/04/2009

Hinek nivîsên din:

Nerîna te