Pir dengî an yek dengî?

Gava ku asoyên mirovan an civatan teng be, ber xwe nebînin û xwe di navenda dinyê de bihesibînin, wê her tim serê wan kesan an civatan ji nexweşîyan, ji pirsgirêkan xilas nebe. Mirovên nezan, asoyên wan tenge û her tim xulamên diz û zordarane. Bîr û bawerîya wan bi der û dora wan naye. Bi xwe ne bawerin. Ew her tim dixwazin bin baskên serdestande bijîn. Li gor şert û berjewendîyên şexsî xwedîyê wan tên guhertin. Çavên wan her tim li sergoyê xwînmij û serdestane. Kî dewlemend be ew kolê wan in. Daxwaz û armancên wan her dem wekî biharên derewîn in. Ev camêrên hanê, car caran mîna teyrokan dibarin-xwe nîşan didin- lê bandora wan zû derbas dibe. Li hemberê dijmînê xwe demokrat û bîhn firehin lê belê li hemberî birayên xwe yên ku cûda difikirin zordar û diktatorin. Naxwazin dengekî cuda, zimanekî cuda bibîhîzin. Şev û roj li ber derê kemalist û çepgirên tirkperest sitûxarin…

Gelê Kurd di demek awarte de derbas dibe. Ji bo mafê gelê kurd li ser rîya çareserîya piralî lêkolîn tên kirin. Li alîyekî hêzên dagirker û hevalbendên wan dixwazin bi lîstik û xapandinê gelê kurd bixin bin bandora xwe. Ji alîyê din de kesên ku pirsa gelê kurd wek pirsa kurdistanî dibînin bê rêxistin û bêpirojenin. Ev rewşa hanê destê dagirker û hevalên wan yên çavsor xurt dike. Ev biraderên me ku berê bi navê Kurdîstan sond dixwarin, îro rabûne li ser navê “komara demokratîk tirkîyê” sond dixwin! Lîstikên xwe yê gemarî jibo bi gel bidin pejirandin çiqas pergel û polîtîkayên pişaftinê hene bi kar tînin. Bi salane rojevê bi tiştên wala tije dikin. Bi siyasetekî çavsorî alîgirên xwe wekî kerîyê pez berî kolanan didin. Kesên ku bi wan re nameşin bi “xayintiyê ” tawanbar dikin. Li gor wan ew kesên doza kurd û kurdîstanî dikin “neteweperestên hov” tên dîtin.

Ev kesên dûrî rastîyan dimeşin, tu carî karekî neyînî nakin. Rastîyan berevaj nîşandidin û her tim tiştên tahl û tirş devlîhev dikin û bi wan tiştên bêbingeh jiyana xwe didomînin. Piştî evqas êş û elem şûnde rabûne ala bixwîn, komara faşîzan û artêşa dagirker bi me şîrîn nîşandidin. Gelo çi zû ji bîr kirin ew rojên reş! Ma nayê bîra wan ew rojên bi serxwebûna Kurdistanê sond dixwarin! Kesên qala federasîyon û otonomî dikirin fermana kuştina wan didan. Gelo jibo me çi hatîye guherandin ku îro rabûne dibêjin “ji bo Kurda dewlet ne pêviste, em, ne li dijî dewleta tirk ya uniterin; em ne li dijî yek al, yek ziman û yek netew in! Ala tirkan ala meye jî.” Ev kesên bêpîvan ji bo xwe bi celadên xwe şîrîn bidin xuyakirin rabûne birayên xwe înkar dikin. Ji tirkan re dibejin: “Em xwe nêzîkî tirkan dibînin, Kurdên başûr dûrî me ne” Ew Kurdên piştgirên kemalîstan, îro jî rabûne civata xwe bi hestîyan, bi mû û pozan şad dikin. Daxwaza wan ewe ku gelê xwe bixapînin û dixwazin bi ava derewîn, kevirê aşê pûç bigerînin. Lê jiyan rê nade wan û av her tim di cîhe xwe de diherike.

Di van salên dawî de, dem dem di kolanan, di meş û xwepêşandinan de banga “bê deng nemîne, ku tu bêdeng bimînî wê dor were ser te jî” bilind dibe. Lê belê gava dor tê pirsa kurd û Kurdîstanê, tovê van dîtin û dengan, bi awayekî neyînî di pratîkê de, di kolan û sûkan de, li qada şer de tu carî em nabinin. Raste, oldar û çepên tirkan ji bo alîkarîya Seddamê dev bi xwîn, ji bo Filistînya, ji bo netewên nêzîkî tirkan in bê deng namînin (!) Lê belê gava dor tê ser Kurdan, “biraderên” me yên çep, rast, oldar, liberal çi ecebe her tim bê dengin! Her tim li dijî mafên kurdan e! Li gor wan “Kurd alikarên Emerîkane, kurd kevneperestin û dixwazin bibin îsraîla duyemîn” (!) Ji bo kurd nebin dewlet ji dagirkeran zêdetir şîyarin. Çekên wan, mîkrofonên wan û pênûsên wan di destê wan daye û hertim li dijî Kurdan êrîşvanên çalakin.

Ji ber van sedemane ku çi tê serê me, ji bêasotî û bê ramanî tê serê me. Jiber ku em dost û dijmînê xwe ji hev serast nakin. Em bi destê xwe qeydê bi lingê xwe girêdidin. Em, tu carî na fikirin tiştên ku îro tê serê birê me wê sibê bê serê me jî. Raste, Kurd her tim li dijî zordar û xwînmijan rawestîyane û di hemû deman da wek netewên din mafê xwe yê netewî parastîye.
Niha hûnê bibêjin tu çima ewha dinvîsî? Raste, ev pirs mafe we ye. Lê belê, gava mirov ku li rewşa Bakûrê Kurdîstanê dinihêre wê çaxê mirov dibîne ku ev peyv, ev nivîs bêsedem nayén gotin û nayê nivîsandin! Welatê me îro seranser di bin paletên dagirkeran de, dinale. Bi hezaran keç û xortên me hatin kuştin, bi hezaran hemwelatîyên me li xerîbîyê bûne koçber. Bi hezaran gund u bajarokên me hatin walakirin. Sal û temenê me, roj û şevên me di bin sîya xwînê de, jiyana me di sûk û kolanan de bi hêvi û coşî, bi girîn û bi tirsa wendakirinê derbas bû. Lê me tu carî serî danînî li hemberê xwînmijan, dagirkeran. Em her tim dizanin ku “Rî dibe bihost lê dijmîn nabe dost.”
Bi hêvîya rojên azad ez ser sala xebatkar û xwendekarên NETEWE pîroz dikim. Ji hemû dost û birayên xwe yên Kurd re salên xweşî û serfirazî dixwazim.
23 Jan 2009

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *