Têkilîya Kurdstanê û rewşa Iraqê

Têkilîya Kurdstanê û rewşa Iraqê

B Baran
Her dewletek dema tê ava kirin li ser hinek hîman tê avakirin. Van hîmên ku dewlet li ser ava dibin li gor rastîya xwe ya jîyanê çend bingehîn bin ewçend guherandinên wan zorin. Lê ev hîm ne bingehînbin jî; yanê bi hawek jixweber jî hatibin danîn dîsa guherandinên wan ewçend neasanin. Wek mînak Tirkîyê liser hîmên ne bingehîn yên jixweber çêkirî hat avakirin; yanê li ser hîmên înkar kirin û pişavtinên gel û neteweyên dinhat ava kirin; lê ji heyştê salî bêtire tevî ewçend zordanan jî nehat guhertin. Ne tenê nehat guhertin ne li gor hîmên xwe lê li gor berjewendîyên hêzên dinê peywendî û girêdanên wan guherandin ne asane jî.

Piştî şerê dinê yekemîn dewletên emperyalîst gor berjewendîyên xwe navçe li hev par kirin û lê bicî bûn. Divê parve kirinê de welatê Ereban û Kurdan hat perçe kirin û parve kirin. Ev parve kirin ne li gor hîmên coxrafî bû, ne li gor hîmên dîrokî bû, ne li gor hîmên olî bû û ne jî li gor hîmên netewî bû.Yanê parve kirin ji hîmek bingehîn dûrbû, tenê berjewendîyên dewletên emperyalîst û hinek dewletên mêtinkaar yên navçê li ber çavan hat girtin. Lê welatê Ereban tevî geşkirinên nexweşîyên olî, mezhebî û êlî be jî li gor berjewendîyên xwe dewletên Ereb li ser ava kirin û li dû xwe hîştin. Lê mixabin welatê Kurdan yanê Kurdistan ji dewletên heyî û yên çêkirî re bexişandin. Yanê Kurdistanê nav Tirkîyê, Îranê, Iraqê û Sûrî de parve kirin û ji wan re bexişandin. Li gel vê pirsgirêkê pirsgirêka pirsgirêka Ereb û Cûhîyan jşkirî hîştin.

Di vê navçê de dewletek ji van dewletên çêkirî jî dewleta Iraqê bixwe ye.Dewleta Iraqê jî wek her dewletek din di avabûnîya xwe de xwedîyê hinek hîmên taybetî ye. Van taybetîyên dewleta Iraqê jî zûbizû nayên guhertin. Iraq ji avabûna xwe ve xwedîyê sê hîm û sê pirsgirêkên bingehîn hat ava kirin. Ev ji alîyek ve pirsgirêka mezhebên sûnî û şîîtîyê ye û ji alîyê dinve herçend beşek Kurdistanê jêre hatibe bexişandin jî xwedîyê pirsgirêka navbera netewa Kurd û Ereb e.

Dema Ingilîz ji Iraaqê vekişîyan ev hersê hîm di hevîrê avakirina dewletê de bicî kirin û vekişîyan. Herçend bicî kirina van hîman nebihawek mafdarîyek raste, ne hawek wekhevî ye jî lê wek hîm hebûnek gelek girîng e. Ew nerastdanîna hîman ji avabûnêve buye egerê xwîn rêtinek mezin û ji bona netewa Kurd buye egerên qirkirinên pir mezin. Lê ji ber ku Kurd jî hîmek ji hîmê dewletêne di avabûna her rist û desthilatdaran de jî Kurd hatine hesibandin û li quncikek hatine bicî kirin. Ji avabûna Iraqê û virde gelê Kurd ji bona sererast kirina mafê xwe û bicî kirina hebûna xwe ku wek hîmek bingehîna vê dewletê bi gelek dijwarî têkoşîn daye xwîna xwe rijandîye û hêjî dixebite. Di demajoya vê têkoşînê de bidestxistina otonomîya 11 îlona 1970 yî jî gavek gelek girîng e ew jî bû egerê hinek fire kirin û cîwar kirina mafên vê hîmê.

Piştî vê rewşa dîrokî, li hev ketina şerê kendavê û pêkhatina vê firsenda hêja ku ji 1991 ê virde jîyana Netewa Kurd li vê beşê Kurdistanê dibin sîbera hêzên çakûç de be jî bi hawek xweser, pir û pir girînge. Dehsal bêtir xweser jîyan, xweser avakirina rista rêvebirî di her warê jîyanê de. Vê jîyan û guherandinan bi hawek fermî dibin pejirandin û parastina Yekîtîya Netewande pêk hanîn gelek û gelek girîngtir e. Li gel vê li darxistina dewleta Federe ji alîyê Parlamentoya Kurdistanê guhertinek nû û gavek gelek girînge di sererast kirina hîmên Iraqê de. Pejirandina Federasyonê ji alîyê mixalefeta Iraqê ku dibin sîbera Emerîka de tê geş kirin jî xweser gavek hêja ye. 12-2000

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir