Semînerekî sebaret bi jenosayda li Kurdistan

Îro 10.12.2023 ku herwiha roja Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye de Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarka semînerekî sebaret bi Jenosayda li Kurdistanê ji bo Mele Şaxî endamê Encumenê Bala ya Yekîtîya Nivîskarên Kurdistan ye li dar xist.

Semîner ji alîyê serokê federasyonê Ednan Axacan ve bi deqeyekî rêzgirtin bo pakê canê şehîdên doza azadî û rizagrîya Kurdistanê hat destpê kirinê.

Li dû kurteaxaftina Ednan Axacan di derbarê danasîna Mele Şaxî û karên wî, Mele Şaxî behsa karên xwe yên divî warî de kir û da zanîn ku pêş ku were Danîmarak beşdarê Civînekî navneteweyî ya sebare bi Jenosyîd li Holanada bûye. Û hemî dokumentên jenaosaydên ku li Başûrê Kurdsitanê ji alîyê Dewleta Iraqê ve hatine kirinê bi îngilîzî, kurdî û erebî dane beşdarên wî kongreyî.

Mele Şaxî dîsa, behs kir ku pêş were Danîmarka, li Norweç, Fînland û Swêdê jî bi heman mijarî semîneran daye.

Mijara semînerê taybet bi jenosayda ku di navbeyna 08.02.1963-18.11.1963 da li Kurdistanê ya ku ji alîyê dewleta Iraq ve hatiye pêkhanînê bû.

Mela Şaxî amajepêkir ku, Jenosîda li başûrê Kurdistanê ji aliyê Heres Qewmî (Hêzekî paramîlîter) li Başurê Kurdistanê di navbeyan 08.02.1963 – 18.11.1963 ji alîyê grubek paramiliterên bi navê Heres Qewmî kuştar, talan û zordariyên bê hempa li başurê kurdistanê encam dane. Ev jenosayîde teybeten li gundewarên Kerkuk, Helebçe, Silêmanî, koyê hatine meşandin. Lê, li hemû deverên din yên başur komkujî û talan hatine encam dan.

Ev rêxistine ji aliyê nijadperestên ereb li Iraqê hatibû damezrandin. Baas, Milîsên Qewmî û Sadam jî li gel wan bûn. 02.06.1963 Heresên Qewmî li hemû Iraqê xwe bi rêxistinî kiribûn.
Hevpeymanek wan li gel rejîma Sûriyê jî hebû, Leşkerên Iraqê, Leşkerên Sûrîyê û Heres Qewmî bi hevra êriş dikirin, tevgerîyane.

Mele Şaxî ku di mijarî jenosaydê de, li gel gelek nivîsan, 5 pirtûkên ku her 5 jî bi kurdî, erebî û îngilîzî nivîsîye.

Di semînerê de li gel gelek berpirsên partîyên sîyasî, endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê-PWKê, rewşenbîr û kesên din beşdar bibûn.
Semîner bi pirs û têbinêyên beşdaran û kişandina wêneyan bi dawî bû.
Rûpela nû/Danîmarka/10.12.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *