KONTROLA CIVAKÎ

KONTROLA CIVAKÎ

B Baran
Jîyana merivatîyê bi jîyana civakîve girêdayî ye. Her weha jîyana merivatîyê li derveyî jîyana civakî nabe. Yanê meriv û merivayetî bi jîyana civakêve heye. Civak bi xwe ji merivan pêkhatîye.

Lê civak li gor dem, dever û rewşê ve tê guhertin. Yanê civak bi xwe jîndar e. Civak xwe li gor jîyana endamên xwe diguherîne. Meriv jî, li gor hest û helwestên xwe di nav civakê de cîyê xwe digirin. Rewşa merivan, hest û helwestên merivan dinav civaka fire yan jî bi gotinek din civaka mezin de civakên teng yanê civakên piçûktir amade dikin. Ji ber vê jî her civakek di nav xwe de gelek cure civakên piçûk bicî dike. Meriv civakên piçûk pêktînin, civakên piçûk jî civakên ji xwe mezintir pêktînin û ew jî yên ji xwe mezintir amade dikin. Lê her merivek di jîyana civakî de dikare li gelek civakên piçûk de yanê di gelek beşên civakan de cî bigirin. Her weha beşên civakan jî, yanê civakên piçûk jî li gor rewş, hest û helwestên xwe di gelek cure civakên ji xwe mezintir de cî bigirin. Ger meriv bixwaze vê bi mînakek bide dîyar kirin: Meriv endamê malbateke. Lê meriv li gor rewşa xwe, ya endamê civaka zarokan e, yan endamê civaka jinan e, yan endamê civaka mêran e, her weha xortan, keçan, ciwanan, pîran… dirêj bike. Dîsa li gor karê xwe yan jî rewşa xwe ya aborî di nav katek civakê de (karkir, tucar, dikandar, sermayedar…) endamê civakek din be. Dîsa ew kes dikare li gor ol, bawerî yan netewa xwe jî dinav civakek din de ( busulman, êzîdî, file, cuhî, Sosyalîst, Kurd, Tirk, Ereb…) cî bigire.

Civak jîndar e. Civak li gor pêdivîyek yan jî pêdivîyên cuda pêk tê. Heta ew pêdivî bi bi wê civakê hebe; civak hebûna xwe didomîne, lê gava pêdivî bi wê civakê nemîne, ew civak jî bi hawek ji holê radibe. Ev rabûnên civakan jî newek hevin, Hinek civak gelek hêdî, hinek nişkave, hinek bi darê zorê, hinek bi xweşikahî pêktên. Li vir mebesta me bi hawek gelemperî ne liser jîyan û jîndarîya civakê ye. Armanca me livir li ser kontrola civakê li ser kesan e.

Me got civak jîndar e. Gava civak jîndar be, ew jî wek her jîndarek bi hêz û helwestên xwe ve pêwiste ku xwe biparêze, Xwe parastin qanûnek bingehîn ya jîyanê ye. Xwe parastina civakê jî tiştek xwezayî ye. Lê ev parastin û hawê parastinê jî; li ger dem, cî, talûka li ser wê tê guhetin. Xwe parastin carna gelek dijwar e, bi xwîn e, bi îşkence û kuştin e, bi talan kirin û wêran kirinan e, lê carna pir nerme, siste.

Rêyek ji rêyên xwe parastina civakê jî kontrola civakî bixwe ye. Ji bona vê mijara me vî hawê parastina civakê tenê pêwist e.Livir pêwistîya me bi hawên parastina civakê yên din tune ye.

Li jor hatibû diyar kirin ku gelek cûre civak hene. Her cûreyek civakê ji bona xwe parastinê bi gelek alî rêyên controla civakî afirandine. Gelek caran, gelek civakên cuda rêyên xwe parastinên hevbeş afirandine. Ji bona mînakan; dewletek ji bona parastina xwe ristek xwe saz dike. Ev rista dewletê ji xwe re qanûnan datîne. Van qanûnaan li ser tevayîya kes û civakên piçûk mercan datîne, kî derkeve dervayê van mercan cezakî dixwe. Lê ji bona xweparastinê qanûn têrnakin, pirê caran ol pêwiste û olan ji bona berjewendîyên xwe dixebitînin. Li hinek deveran ol jî têrnake, edet û hînbûyinên kevin di rojevê de tên hîştin. Lê carna edet û hînbûyinên nu didin afirandin. Ger kes yan jî civakên jêrîn li gor civaka bilind tevnegerin, ceza heye, devera ceza karneke, ol heye, ol jî kaar neke hînbûyinên kevin yan jî yên nû afirandî dikevin jîyanê. Ji vana caarna yeke yek û caarna jî gelek jiwan bihevre tên xebitandin.
Mînakek; welatê me mêtingeh e. Dewletên mêtinkar gelek cûre qanûnan çêkirina ku em kurd nikaribin li gor hebûna xwe tevbigerin., nikaribin bi ziman û çanda xwe ve bijîn li dîrok û hebûna xwe xwedî derkevin. Gava kurdek yan jî gelek kurd xwedî li hebûna xwe derkevin û bixwazin wek kurd bijîn û hebûna xwe biparêzin çi dibe? Berê qanûn heye tên mehkeme kirin û ceza kirin. Derveyî vê bi deh hezaran merivên olê hatine perwerde kirin da ku li gel dîn dewletên mêtinkaar biparêzin û kesên li dij wê bi dij ol bidin zanîn û diyar kirin.Li gel vê bi sedên salan hînbûyinên sernişûv kirina kes û civakan li hember dewletê dane jîyandan
Lê di kontrola civakî de rola ol û hînbûyinan yan jî edetan cîyek gelek girîng digire.

Di nav civaka me de û di roja îroyîn de ji bona kontrola civakî ol, edetên feodalî û yên sermayedarî rolek mezin dileyizin. Yek here kumarê bileyize wê di nav civakê de bê rûmet be, kes harîkarîya wî nake, bi çavek baş lêmêzenake. Gava ew kes diçe nav civakê civak wî kesî wek mînakek neqenc nîşanê hev dide. Ev kontrola civakîye. Ji ber vê jî di nav civaka me de kesên ku bi qumarê dileyize vê leystika xwe ji civakê vedişêre. Kesekî/ê li zarûkan xe, dîsa ji alîyê civakê ve kesek neqenc tê dîtin û wek mînakek xirab ji hevre tê nîşandan. Yek limêj neke yan jî rojî negire ger busulman be ew kes ji alîyê derdorê ve dîsa neqenc tîyar kirin û merivek dînnenas yan jî ji dinder tê diyar kirin. Gelek caran kesên nebawermend ji ber vê rewşê xwe mecbûrê limêj û rojî girtinê dibinin. Dîsa jinek guhdarîya mêrê xwe neke, yan jî xort an keçek bê serûber bigere dîsa ji alîyê civakê ve kes /ên xirab tên dîtin, her yek ji bona kesên derdora xwe jiwan dûrbixe xwe gelek dêşînin. Ji ber vê jî piranî ciwan tevgerên xwe yên ne ligor hînbûyinên civakê ji derdora xwe vedişêrin daku kes yarîyên xwe biwan neke û wan mînakek xirab nebîne û ew tevî merivên xwe ve tûşê rexnên derdorê nebin.

Cûrên kontrolacivakî gelekin , li gor cî, dem û rewşê tim duguherin. Kontrola civakî di hinek waran de carna li ser civakê rolek erênî, lê carna jî rolek nehênî dibînin. Îro kontrola civakî di nav civaka me de li ser mêr yan jin, keç an kur, piçûk an mezin ji hev cuda ye. Li ser hinekan nerme lê li ser hinekan hişke. 29-12-2002

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir