Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, July 17, 2018

DI MESLEKÊ CIWANAN DE ROLA DÊ Û BAVÊ 

Di warê perwerdeyî de, ji bo zarok (ciwan) serfiraz bin û meslekekî baş bibijêrin, îdeolojî, pîvana çanda malbatê, têkelî û peywendîya dê û bav ya bi ciwanan re gellek grîng e.

Gava ku zarok ji dêya xwe çêdibe, ne xwediyê bîrbirin û zanînekê ye. Ji bo hînbûna her lebatê pêşî mirovan texlît dike. Zarok, bandûra herî girîng ji dê û bavê xwe digire. Dê û bav, zanîn, lênerîn û bawerîya xwe, derbasî zarokên xwe dike.  Gotinek pêşîyên me Kurdan heye: “Mal dibistan e!” Zarok, zanîn, çand, ehlaq, bawerî, terbîye, başî û xerabî û gelek tiştên din pêşî ji dê û bavê xwe hîn dibe.

Ji bo ku pêşî zarok ne xwedîyê tu zanînê ye, dê û bav çawa tevdigere û çi dibêje zarok jî bi daxwaz wana dipejirîne û pêk tîne; ev jî pirrê caran dibe egera xwexapandina dê û bav ku zarok wek kopîyak xwe dibînin:  loma zen dikin ku ew çi bifikirin, an bixwazin, an ew bi hiş, jîr û jêhatî bin, wê zarokên wan jî werê bin, na, ew nezan, teral û xerab bin dê zarokên wan jî werê bin.

Carina jî kompleksên psîkolojîk yên dê û bav derdikevin pêş: hin dê û bav, difikirin ku ew xwedîyê çi kar û meslekî ne, divê zarokên wan jî xwedîyê wî kar û meslekî be; hin dê û bav dibên ku: “Em nebûn tiştek, ma wê zarokên me bi çi bin!?” hin dê û bav jî, di jiyana xwe de, tiştê ku xwestibe bibe û nebûbe, an ji kîjan makam û meslekî re heyrantiya wan çê bûbe, bi israr dixwazin zarokên wan bibin xwediyê wî meslekî.

Carina zarok jî meyila wan li ser daxwaz, kiryar û kar û barê dê û bavên wan heye û li gorî daxwaza dê û bav dibin xwediyê meslekekî; lê hertim ev werê naçe: gava kêfa zarok ji meslekê dê û bav re neyê û tiştekî din bala zarok bikişine, lê dê û bav guh nede daxwaza zarok û jê re bibe asteng, wê gavê dibin egerê neserfirazî û dilsarbûna zarok ji xwendin, an ji kar û xebatê.

Gava dê û bavên ne xwedîyê tu karekî bi wesif be, xwe kêm û biçûk his bikin û bifikirin ku ew nebûn tiştek, zarokên wan jî nabin tiştek û bi vê egerê guh nedin tu daxwaz û kiryarên zarokên xwe, tenê bi kiryar û jiyana xwe ve têkildar bin, zarokên xwe bera kuçan din, tiştekî neyê hesabên wan jî li hemberî zarokên xwe şîddetê bikar bînin, dibin egerê ku zarokên wan nexwendî, nezan, bêmeslek, serserî an krîmînal bibin.

Dê û bavê,  kar û meslekên di serên xwe de îdealîze kiribin û heyrantîya wan jê re çêbûbe ku bi israr bixwazin zarokên wan jî bibin xwedîyê wî meslekî, lê zarokên wan wêna nexwaze û li hember zarokên xwe têkevin hundir reaksîyonekê, an têkevin bawerîya ku zarokên wan nabin tu tiştek, ew jî dibin egerê pirsgirêk, xemgînî û neserfirazîya zarokên xwe.

Bandorek biyanîtî an biyanîyan jî li ser dê û bav û zarokan heye: dê û bavê ku wek karker an penaber hatibe welatên biyanî, bi gelemperî, di hinek waran de xwe kêmî, an xwe bi temamî li dervî civaka biyanî dibînin; ev jî di warê lênerîna perwerdekirin, kar û meslekê zarokên wan de dibe egerê lênerîn û helwestên şaş.

Civaka Ewropî jî, bi gelemperî, bi çavekî kêm û şûndemayî li biyanîyan dinêrin: li gorî wan, ewçend şens û qabîlîyeta biyanîyan tune ye ku biçin dibistanên bilind û zanîngehan û bibin xwedîyê meslekên bi kalîte; loma li gorî wan divê zarokên biyanîyan bixebitin ku meslekên nizm û sektora xizmetê bidest bixin ku pirr mejî bikaranîn û xwendin jê re ne pêwîst be.

Erê, dê û bav zarokan tine dinyayê, lê dê û bav divê pêşî vêna bipejirîne ku di warê hiş, xwîy, kesayetî, tevger û daxwazê û hwd. de zarok mirovek bi serê xwe ye.

Ku kêmanî û seqetiyek bedenê tune be, ferqa zarokê mere, ji yê xelkê nin e.

Di warê terbiyê, zanîn, xwendin kar û meslek de, meriv berpirsiyar e ku zarokên xwe agahdar û perwerde bike, lê ne rast e ku meriv bi zorê, daxwaz û lênerînên xwe, bi zarokên xwe bide pejirandin.

Divê heta mumkun be, meriv bi pîvana ku zarok bixwazin, meriv têkelî xwendin û perwerdeya zarokên xwe bibe. Ku wan meslekek bijartibe, divê meriv şewka wan neşikîne, lê nebijartibin û alîkarîya meriv bixwazin, divê li gorî zanîna xwe meriv alîkarîya wan bike.

Ya bi rastî jî, gava ku mirov ji dil û bi kêfa xwe meslek an karekî bibijêre, kalîta wî karî ji bo merivên din çi dibe bila bibe, ji bo meriv, ew kar herî di cîh de ye û bi kalîte ye. Ya herî grîng ku meriv bi daxwaza xwe tevbigere.

Hinek nivîsên din:

Nerîna te