Serokwezîrê Îraqê: Serok Barzanî pêşengek e ku li hemberî zordestiyê têkoşîn kiriye

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser Serok Barzanî got, “Wekî ansîklopediyekê ye ku gelek bûyerên cuda dihewîne, pêşengek e ku li hemberî zordestiyê têkoşîn kiriye.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di Rûdaw TVyê de bû mêhvanê Bestoon Talkê.

Mihemed Şiya Sûdanî pirsên xwendekarên zanîngehê yên di gelek biwarên cuda de bersivandin.

Serokwezîrê Îraqê meha borî hatibû Hewlêrê û bi Serok Barzanî re jî hinek hevdîtin kiribûn û ew li hinek deverên Kurdistanê geriyabûn.

“Li wê derê çîroka her çiyayekî heye”

Mihemed Şiya Sûdanî li ser wê serdana xwe û pêwendiyên xwe yên bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re got:

“Ji bo min gelekî xweş bû ku ez bi Serok Barzanî re bim. Em bi hev re li hinek herêmên cuda geriyan û min fêhm kir li wê derê çîroka her çiyayekî heye.

Serok Barzanî wekî ansîklopediyekê ye ku gelek bûyerên cuda dihewîne, pêşengek e ku li hemberî zordestiyê têkoşîn kiriye.

“Pêwendiyên min û tevên serkirdeyên Kurd gelekî baş in”

Pêwendiyên min û tevên serkirdeyên Kurd gelekî baş in. Pêwendiyên min hem bi Serok Barzanî hem jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gelekî baş in.

Nêçîrvan Barzanî mirovekî têgihiştî ye û di hemû qadan de pêwendiyê datîne bi me re.

Serokwezirê Herêma Kurdistanê birayê min Mesrûr Barzanî jî bi heman şêweyî. Pêdiviya me bi pêwendî, alîkarî û têgihiştinê heye.

Spas ji Xwedê re ku pêwendiyên me gelekî baş in û ev jî dê ji bo çareserkina pirsgirêkan bibe alîkar.”

https://www.rudaw.net/?utm_source=KwikPlayer&utm_medium=KwikShare&utm_campaign=KwikMotion
Petrola Kurdistanê

Li aliyê din, Dadgeha Navbeynkariyê ya Parîsê li ser serlêdana Îraqê, Adara 2023yan 1,5 milyar dolar ceza dabû Tirkiyeyê.

Piştî vê yekê hinartina petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê rawestiyabû û ev petrol heta niha jî bi rêya Bendera Ceyhanê nayê veguhastin.

Sûdanî li ser petrola Kurdistanê da zanîn, “Niha em rojane 470 hezar bermîl petrol winda dikin. Ev, ew rêje ye ku divê ji Herêma Kurdistanê were hinartin.”

Pirsgirêka budceyê

Serokwezîrê Îraqê li ser pirsgirêka budceyê got, “Ji ber ku em nikarin yasayê biguherin em krediyê didin Herêma Kurdistanê û hewl didin pirsigirêkê sivik bikin.

Ji bo ev pirsgirêk were çareserkirin divê karmendên li Herêma Kurdistanê jî wê miameleyê bibînin ku karmendên din ên li Îraqê dibînin.”

“Divê Madeya 140î were tetbîqkirin”

Van demên dawiyê Erebên hawirde li Kerkûkê dest datînin ser zeviyên cotkarên Kurd û hewl didin wan ji gundên wan derxin.

Sûdanî li ser vê yekê amaje bi Madeya 140î da û pê de çû:

“Ev pirsgirêk ji ber bicihnekirina Madeya 140î rû dide. Rejîma Beasê biryar dabû ku dest deyne ser zeviyên çandiniyê, vê jî guherîna demografîk bi xwe re anî.

Hinek ji van biryaran hîn jî di meriyetê de ne. Em rastî pirsgirêkên di navbera cotkaran de hatin û em hewl didin bi rêya tedbîran van pirsgirêkan çareser bikin.

Bi rastî, ji bo çareseriyê divê ew biryarên berê werin hilweşandin û ev jî bi rêya yasayên nû û tetbîqkirina Madeya 140î pêkan e.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di Bestoon Talkê de xeyn ji van babetan li ser gelek mijarên girîng ên di rojevê de axivî.

Hûn dikarin vê lînkê bitikînin û tevê bernameyê temaşe bikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *