Serok Barzanî: Ez piştgiriya çaksaziya di nav Hêzên Pêşmerge de dikim

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê bi Wezîrê Pêşmerge re civiya û diyar kir ku ew piştgiriya xwe ya temam ji bo bername û tedbîrên çaksaziyê di nav Hêzên Pêşmerge de nîşan da.

Îro Çarşemê 10ê Tebaxa 2022an li Pîrmam a Hewlêrê Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Wezîrê Pêşmerge encamên serdana şanda Wezareta Pêşmerge ya ji bo Brîtanya û Amerîka û hevdîtinên wan ên bi berpirsên siyasî û leşkerî yên her du welatan re ji Serok Barzanî re ragihand.

Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja Înê li Amerîkayê di kongreyeke rojnamevanî de bersiva pirsên peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde da, diyar kir ku çaksaziya nav Hêzên Pêşmerge li ser asta herî pêşiyê ye û got, “Hevpeymanên me li Amerîka, Brîtanya û Holanda bi tundî teqezî li ser wê yekê dikin ku pêwîst e Hêzên Pêşmerge bibin yek û rêxistî.”

Şoriş Îsmaîl di hevpeyvînekê bi Rûdawê de diyar kir ku proseya çaksaziyê ya di nav Hêzên Pêşmerge de merc e ji bo berdewamiya alîkariyên Amerîkayê û di wê baweriyê de ye ku astengiya herî mezin li pêşiya yekgirtina Hêzên Pêşmerge û çaksaziya Wezareta Pêşmerge “siyaset” e.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1008202219

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *