Serok Barzanî li gel Nûnerên Sendîka û Rêxistinên Pîşeyî û Cemaweriyên Herêma Kurdistanê civiya

Serok Barzanî li gel Nûnerên Sendîka û Rêxistinên Pîşeyî û Cemaweriyên Herêma Kurdistanê civiya

Roja dûşem 21.08.2017 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Nûnerên Sendîka û Rêxistinên Pîşeyî û Cemaweriyên Herêma Kurdistanê û çalakvanên warên cûda cûdayên pirsên medenî û miroviyan civiya û gotarekî pêşkêş kir. Li gotara xwe da, Serokê Herêma Kurdistanê tîşk xiste li ser proseya referandûmê û sedemên hengav avêtina berev serbixweyî ya Kurdistanê û balkişand li ser qonaxên cûda cûdayên berê yê gelê Kurd da li peywendiyên li gel Iraqê. Her di gotara xwe da Serok Barzanî ragihand “Ew şanda Encumena Bilinda Referandûmê ku ji bo guftûgoyê çûne Bexda, ji bo pirsa federaliyet û bûdçeya Herêma Kurdistanê neçûne, belku ji bo axaftina di derbarê referandûmê çûne Bexdayê. Tekez li ser ewe jî kir ku li bin her guvaşek de jî referandûm nayê paşxistin û li 25/09/2017 tê encamdan”.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir û got: “Li bin hîç guvaşek da referandûmê paş naxîn, ewên dibêjin dema wê ne guncawe, em jî ji wan re dibêjîn “êdî dema wê kengê ye û şûna wê baştir çiye?”. Li dirêjahiya gotara xwe da Serokê Herêma Kurdistanê eve jî ragihand: Bi min balkêşe hinek welat daxwaza serbixweyî yê red dikin. Her wiha got: Li destûrê da hatiye behskirin ku yekperçeyî ya axa Iraqê, bende bi bicîhkirina destûrê ve, ji bo wê yekê ji bo Bexda ne li cihê xwe ye behsa destûrê bike ku di demek de hemû birgeyên wê binpê kirine”. Piştî gotarê jî Serok Barzanî guh da dîtin û nêrîn û raman û rexneyên hejmarek ji amadebûyên civînê û bersîva pirsiyar û têbîniyên wan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *