Tofana Erdhejê:3 hezar û 381kesan jiyana xwe ji dest daye..

Piştî erdheja bi lerza 7,7an ku di demjimêr 04:17an de li navçeya Pazarcika Mereşê pêk hat, li gor daneyên fermî hejmara miriyan bû 3 hezar û 381 û 20 hezar û 426 kes jî birîndarin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya AFADê demjimêr 04.17an de li navçeya Pazarcika Mereşê bi pileya 7.7, li navçeya Elbîstanê jî heman rojê demjimêr 13.24an de bi lerza 7.6an erdhejek pêk hat.

AFAD’ê ragihand ku di erdhejan heta niha li 10 parêzgehan wêraniyeke mezin pêk anîne û 3 hezar û 381 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 hezar û 426 kes jî birîndar bûne. Hejmara avahiyên hilweşiyane jî 5 hezar û 775 e. Ji ber erdhejê 7 roj şîna neteweyî hat ragihandin.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li parêzgehan berdewam dikin, geşedanên dawî yên derbarê erdhejê de wiha ne:

Demjimêr:10:08 Murat Kurum: Erdheja rasterast bandor li 13,5 milyon welatiyên me kir.

09:46 Du gumanbarên ku kesên di bin xirbeyan de bi rêya înternetê bi telefonê xapandin, li Stenbolê hatin girtin.

09.34 AFAD: 3 hezar û 381 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 hezar û 426 kes jî birîndar bûn. 5 hezar û 775 avahî hilweşiyane, hejmara avahiyên ku hêj nehatine tespîtkirin, lê hejmara avahiyên ‘hilweşandin’ 11 hezar û 302 ye.

Demjimêr: 09.30 Li Mereş û Hatayê bi lerza 4,0an bi şev erdhejên piştî erdhejê pêk hatin.

Demjimêr: 09:22 Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de piştî 28 demjimêran erdhejê li Dîlokê dayikek û 3 zarokên xwe û li Amedê jî jineke 27 salî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.

Demjimêr: 08:16 Piştî erdhejê AFAD’ê ragihand ku 13 hezar û 740 personelên lêgerîn û xilaskirinê, 3 hezar û 361 alavên înşaatê wezîfedar bûne, ji 65 welatan 2 hezar û 660 personel ji bo piştgiriyê hatine, 48 hezar û 416 kes li wargehên wezaretê hatine cihkirin, 300 hezar betanî, 41,78 çadir û 41,70 nivîn, 101 hezar 738 doşek rêkirine deverên ku erhej li bûyî.

07.25 Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya ragihand ku heta niha 12 hezar û 752 personel û dildarên AFADê ji Stenbolê sewqî herêma erdhejê bûne.

07.10 Şewata ku di konteynirên ku di erdheja li Bendera Îskenderûnê de ketine derketiye, dewam dike.

04.33 Serokê AFADê Yunus Sezer ragihand ku 2 hezar û 921 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 hezar û 834 kes jî birîndar bûne.

 

Tofana Erdhejê:3 hezar û 381kesan jiyana xwe ji dest daye..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *