Sozdarê Rêbaza Barzanî Şêx Beşîrê Sêrtî rehmet kir!

Şêx Beşîr, ev demek bû ko nexweş bû û dihat dermankirin. Hat zanîn duh li bajarê Wanê rehmet kiriye û li Batmanê jî hatiye veşartin!

Şêx Beşîr di sala 1929an de li bajarê Sêrtê navçeya Dihê gundê Kêrxwer ji dayik bûbû û heta dawîya temenê xwe yê 88 salî her doza kurd û Kurdistanê kir.

Şêx Beşîr, di Şoreşa Îlonê de wekî şoreşgerekî dilsoz û bêwestan, alîkarîya birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê kir.

Herwiha li bakurê Kurdistanê jî bi awayekî çalak di damezirandina Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiye`yê de cîh girt û xizmet kir.

Ew sozdarê Rêbaza Barzanî, hevrêyê Şehîd Seîd Elçî û qehreman û kedkarekî mezin ê têkoşîna neteweperwerîya kurd bû.

Di heman demê de Şêx Beşîr, pispor û zanyarê medreseyên Kurdistanê bû.

Wî sond xwribû ku heta Kurdistan ava nebe ew nazewice. Rehmetî Şêx Beşîrê Sêrtî heta dawiya emrê xwe pabendê soza xwe ma û nezewicî.

Dema herî dawî, ez di gel wî axifîm; tevlî ku nexweş bû jî pirsa referandûma serxwebûnê ji min kir. Wî xema nexweşîya xwe nedixwar, lê xema serxwebûna welat dixwar.

Hezar mixabin ko emrê wî têra dîtina serxwebûna Kurdistanê nekir. Ez ne bawerim îro li bakurê Kurdistanê kesên wekî wî mabin. Hezar rehmet li gora wî be. Hezar rehmet…

Murat Ekinci

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *