‘Alaya Kurdistanê dê li dibistanên Kerkûkê bilind bibe’

Necwe Hemîd Kekayiyê ragihand ku dê li dibistanên Kerkûkê Alaya Kurdistanê bilind bibe.

Endama Lijneya Perwerdeyê ya Parlamentoya Îraqê Necwe Hemîd Kekayiyê da zanîn ku wê û Wezîrê Perwedeyê yê Îraqê Îbrahîm Namis Cibûrî hevdîtinek kiriye.

Necwe Hemîd Kekayî li ser vê naveroka vê hevdîtinê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî:

“Me jê re got ku em dixwazin li hemû dibistanên Kerkûkê yên ku bi zimanên cuda perwerdeyê didin, li kêleka alaya Îraqê alayên wan neteweyan jî werin danîn.”

Necwe Hemîd Kekayiyê destnîşan kir ku wan xwesiye Alaya Kurdistanê jî li ser dibistanên Kurdî bilind bibe.

Li gorî daxuyaniya Necwe Hemîd Kekayiyê, Îbrahîm Namis Cibûrî ev pêşniyar bi awayê devkî qebûl kiriye û ferman daye ofîsa xwe da ku ji bo bicihkirina vê biryarê pêwendiyê bi Kerkûkê re daynin.

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîna 2017an alayên Kurdistanê yên li hemû saziyên fermî yên Kerkûkê hatin rakirin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, niha li seranserê Kerkûkê 96 hezar xwendekar li 550 dibistanan û bi serperiştiya 10 hezar mamosteyan dersên xwe bi Kurdî dibînin.

Belgeya Necwe Hemîd Kakeyiyê ya li ser mijarê

Belgeya Necwe Hemîd Kakeyiyê ya li ser mijarê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *