Lİ TAXA “KURDΔ TİRSA SERXWEBÛNÊ!

Piştî nîşankirina dema referandûma serxwebûna Kurdistanê li taxa “kurdî” ba û bahozek rabûye, mirov pirî caran ecêbmayî dimîne. Bi salan ew kesên rêxistin avakirin, rêxistin belav kirine, bi xwe û hevalên xwe re, bi gelê xwe re xirabî kirine îro rabûne weke berdevkên dagirkeran bertekan, astengîyan derdixin û dijîtîya serxwebûna Kurdistanê dikin. Ew aktorên doh doza serxwebûna Kurdîstanê dikirin îro rabûne dibêjin: “ne dema serxwebûnê ye, ne dema dewletbûnêye, ji bo gelê Kurd dewletbûn pêwîst nake” û hwd çîrokên dagirkeran weke benîştê pûç li ser zimanê xwe tevdigerînin. Heval û hogirên wan di nav qada têkoşîna rêxistinî de, di zîndanan de, di nav germaya şer de, jiyan xwe ji bo doza serxwebûnê Kurdistanê dan, ew jî li gor berwejendîyên dagirkeran ketine tayê! Em dibînin îro li Kurdistanê hinek rêxistin û derûdorên pêşeroja xwe bi dagirkeran ve girêdane ev çend sale li gor stratejîyek kûr, plan û projeyên dagirkeran bi rê ve dibin. Li gor daxwaza dagirkeran propagandayên reş dimeşînin. Zimanek bi jehr û bi xwîn li dijî karwanê serxwebûna Kurdistanê bikar tînin. Gava li Tahranê, li Enkera , li Şamê û Bexdayê qêrîn bi dagirkeran dikeve xulamokên wan dest davêjin şûrê û êrîşî daxwazên gelê Kurd dikin.
Têkilî û pêwendîyên xulamên dagirkeran li gor berjewendîyên rojane û kesayetî dimeşe. Gelek jê aktorên salên 1970 an û yên1980 anin. Çîroka jiyana wan bi rûreşî û gemarîye tê zanîn. Her dem keda hevalên xwe binpê kirine an firotine. Hinek jê di demên dijwar de, li ser kar û barên xwe yên şexsî de jiyanek bê êş jiyane. Xwe û malbata xwe her dem parastine, li hemberî tofanan, li ber ba û bahozan her dem “bisiûd” bûn! Her dem “zîrek û jêhatî” hatine pesandin lê rojekî li pişt xwe pirêzekî ber bi çav nehiştine. Hêjî bi xewn û xeyalên postên salên 1980 an dijîn. Ji rastîyê dûr ketine, raste, wê demê serokbûn, sekreterbûn, endamê komîta navendîbûn, endamê lijnaya bilindbûn, lê îro rastî weke tîrêjên tavê li ber çavane! Li holê ne erk maye ne jî nav û maqam maye! Tiştên hebû we nift lê kir û şewitand!
Ew derûdorên îro li dijî serxwebûna Kurdistanê tevdigerin û weke şûrê Ayettullahan jehrê di heriqînin xewn û xeyalên pûç dibînin. Em bixwazin an nexwazin gelê Kurdistanê ber bi azadî û desthilatdarîya xwe ve dimeşe. Em bixwazin an nexwazin dewleta Kurdî, serxwebûna Kurdistanê îro ji hêvî û daxwazan derketîye weke rastîya rojê ketîye rojeva dinê. Ji ber wê yekê dijîtî, neyartî û hesûdîya li dijî serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî nabe bersîv û dermanê têkçûn û rolên we yên xirabîyê. Divê hûn rojek zûtirîn vegerin ser rîya rastîyê. Azadî û serxwebûn bi ked, bi baac, bi qelen, bi xwînê, bi êş û qewetê tê stendin. Tu hêz, tu dewlet wî mafî weke lutuf nade kesî. Gelê Kurd li ser axa xwe doza welatê xwe û desthilatdarîya xwe dike.
Belê mafê her Kurdekî û her rêxistinê heye li ser pîvanên heq û hûqûqê sîyaset û helwestên serokatîya birêz Mesûd Barzanî rexne bike. Pêşnîyar û projeyên çêkirî pêşkêş bike. Divê rexne û xwerexne kirin, li ser wezînên ûjdanê û li gor hûqûqa mirovahî bê kirin. Bi dijîtî û neyartîya kesayetan sîyasetek demokratîk ne mumkune bi ser bikeve. Partî û rêxistinên başûr bi rêya hilbijartinan di parlemento de xwedî temsîlîyet û xwedî hêzin. Birêz Mesûd Barzanî bi dengê gelê Kurdistanê weke serokê Kurdîstanê hatîye hilbijartin û di parlementoya Kurdistanê de sond xwarîye û dest bi kar kirîye. Erk û desthilatdarîyek meşrû û hûqûqîye.
We çi kir? Îro hûn çi dikin û li ku ne? Ka hêza we ya doyin? Hûn bi derûdorên xwe re çiqas lihevkirîne? Bersîvek we ya êrenî heye li hemberê heval û hogirên we? Di rojên zor û tengasîyê de gelo we erkên xwe bi cîh anî an na? Destbidin ser ûjdana xwe û bersîv bidin. Hûn bi xwe ji bersîva xwe bawer dikin an na? Hûn bi rewşa îroyin qayil dibin an na? Ger hûn daxwaza berdewamîya statu û bindestîya îroyin dikin vekirî derkevin hemberî gel û dîtinê xwe biparêzin. Li ser navê sîyaseta Kurdî tu mafê we tuneye hûn desthilatdarîya dagirkeran meşrû nîşan bidin! Êdî dev ji çîrokên pûç û vala berdin, xulamtîya dagirkeran we nake hêz û qewet!
Gotinek bapîran heye: “Kurmê şîrî heta pîrî” Ew kesên di jiyana xwe de bi ser neketine û her tim zirar dane derûdora xwe weke tacirên têkçûne defterên kevin tev didin û her tim yên hemberê xwe tawanbar dikin. Di bin bandora dêrûnîya (psîkolojîya) têkçûnê de herdem dibêjin: Ez û ez… Tu carî nikarin realist bikirin. Jiyana wan bi gilî û gazinan, bi rexnên ne dicîh de derbas dibe. Dixwazin herkes bi wan bawerbin, lê ji ber kû ew bi xwe nebawerin bi şik li derûdorên xwe dinihêrin, lome dikin.
Li keda xwe, li keda hevalên xwe xwedî derketin karekî pîroze, helwestek paqije! Li şehîd û hêjayên xwe xwedî derketin erkek mirovahî û netewîye, helwestek civakîye. Em baş dizanin li hêvî û bawerîyên xwe xwedî derneketin bêxîretîye û her tim zirar dide derûdora xwe. Ew kesên sî sal berê nikaribûn di nav mala xwe de, di taxa xwe de bersîva demê bidin, rê li ber têkçûnê, belavbûnê bigirin pêwîst nake dijberîya serxwebûna Kurdistanê bikin û “aqil” bidin hinekan. Ew kes û hêzên xwe Kurd dibînin, li ser navê doza Kurdistanê polîtîka an xebatek dikin mafê hemûyan heye rexne û pêşnîyaran bikin lê belê di bin navê rexnan de dijberîya doza serxwebûna Kurdistanê tawanbarîya herî mezine. Kîjan çîn û tebaqên civata Kurd dibe bila bibe ger piştgirî û alîkarîya referandûma serxwebûna Kurdistanê neke mafê wî tune bêje ez Kurdim. Azadkirina heremekî, ya bajarekî an ya gundekî ji bindestîya pergala dagirkerî çêtire! Cano Amedî 29-07-2017 AMED. .http://www.basnews.com/index.php/kr/opinion/kursiya-azad/370815

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir