Roja Ala Kurdİstanê û Peşawa Qazî Mihemed û Serok Mistefa Barzanî û Hîs/Hestên Neteweyî…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Meclîsa Kurdistanê, di 11.11.1999’an de qanûnek çêkir ku roja 17.12. ya her salê  bibe Roja Ala Kurdistanê.

Loma Roja Ala Kurdistanê, li Başûrê Kurdistanê îsal jî gelek bi coş û kîtlewî û fermî hat pîroz kirin. Ala Kurdistanê li Dewleta Federe ya Kurdistanê fermî/resmî tê bilind kirin û li her ciyekî tê daliqandin.

Rojhelatê Kurdistanê gelê me û pêşmergeyên qehreman bi coş Roja Ala Kurdistanê pîroz kirin. Lewra Roja Ala Kurdistanê ji bona wan xwediyê wateye dîrokî û girîng e. Lewra Roja Ala Kurdistanê, Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, serok û têkoşerên wê, Pêşewa Qazî Mihemed tîne bîra wan û her kurdekî.

Hezar mixabin li Bakûrê Kurdistanê Roja Ala Kurdistanê bi girseyî ne, di çarçeweke gelek teng de, di malên kurdperweran û di salonên biçûk de hat pîroz kirin.

Pîroz kirina Roja Ala Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê hat qedexe kirin.

Roja Ala Kurdistanê çima li Bakûrê Kurdistanbê girseyî nehat pîroz kirin û li Rojavayê Kurdistanê çima hate qedexe kirin, ezê li ser sedeman rawestim.

Ji aliyê din de jî li ser dîroka Ala Kurdistanê û şiroveyeke we jî rawestim.

DÎROKA ALA KURDİSTANÊ Û ROJA ALA KURDİSTANÊ…

Dagîrkerên Kurdistanê wek ji hemû hêjiyayên milî yên Kurdistanê tirsiyan, ji Ala Kurdistanê jî tirsiyan. Her demê xwestin qedexe bikin û şerê Ala Kurdistanê bikin.

Li hemberî ev êrişên dijwar kurdan paşve gav navêtin û ji Ala Kurdistanê re xwedî derketin.

Loma jî Ala Kurdistanê xwediyê dîrokekê kevn û gelek zehmet e.

Ev Ala ku Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1919’an de rengên wê bijartiye. Di destpêka sala 1919’an de, di civîneke (Komela Tealî Kurdistan) de li Stenbolê, bi serokatiya serokê wê yê duyemîn Mîr Emîn Alî Bedirxan, biryar hat standin ku xaka Kurdistanê ji hêzên Tirk û biyaniyan rizgar bikin.

Ala Kurdistanê:

Cara pêşî di serê adara 1919’an de bû, dema ku şehîdê leheng Elîşer û Dr. Nûrî Dêrsimî ev Al li Emraniya Dêrsimê, li ser çiyayê Qoçgîrê bilindkirin.  

Cara duyem di sala 1929 – 1930’an, de bû, di van her du salan de jî, ev Al, ji rex General Îhsan Nûrî Paşa û hevalên wî ve li ser çiyayê Aararatê hatiye bilindkirin.

“Cara sêyem di roja 22 /01 /1946’an de, di roja beyankirina komara Demokrat li Mehabadê, ev Al ji rex Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî ve di navtara Çarçira de hatiye bilind kirin. Lê mixabin, di van her sê caran de ev Al bi darê zorê hatiye daxistin û qedexe bûye..

“Cara çaran, di roja 9/6/1999’an de, bi erêkirina serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistana başûr de, bi rengekî fermî biryar hat standin bibilindkirina Alê re.

Û her wiha di roja 11.11.1999’an de birayar hatiye standin, ku roja 17.12. ji her salê (Roja Ala Kurdistanê) be.

Ev roja ku Pêşewa Qazî Mihemed Ala Komara Mehabadê spartiye Barzaniyê nemir.

ALA KURDISTANÊ CARE PÊŞÎ FERMÎ LI DEWLETA KURDİISTANÊ YA MEHABADÊ HAT BILIND KIRIN…

Dema em li dîroka Ala Kurdistanê binêrin, dîroka wê kevn e. Piştî ku Ala Kurdistanê tê pejirandin, tê daliqandin û bilind kirin. Lê ew bilindkirina, her dem di şertên gelek zehmet û xwezayî de, di demên awarte û şoreşên milîde tên bilind kirin.

Lê cara peşîn bi awayekî esmî, li Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê  Meydana Çarçirayê hat bilind kirin. Dema ku Ala Kurdistanê hat bilind kirin, sirûta kurdan ya milî “Ey Raqîp” hat xwendin. Her kesî û her berpirsiyarekî Dewleta Kurdistanê li ser piyan pêşwaziya Ala Kurdistanê û Ey Raqîp kirin.

Di heman dem de bi axevtina Pêşewa Qazî Mihemed Dewleta Kurdistanê hat îlan kirin. Serok Mele Mistefa Barzanî jî wê demê lê tenişta Serokdewletê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed bû. Her her awayî diyar dikir ku dê di bin serokdewletiya Pêşewa Qazî Mihemed de xebat bike, dê wek serok leşker xizmetî Dewleta Kurdistanê bike.  

PEŞAWA QAZÎ MIHEMED ÇIMA ALA KURDISTANÊ TESLÎMÎ SEROK BARZANÎ KIR Û EW DIHAT ÇI WATEYÊ?

Piştî ku dewletên mezin yên Rojava, Emerîkayê û Îngiltereyê, serokê sîstema sosyalîst Yekîtiya Sovyetê dinya dinav hevdu de parçe kirin û parve kirin; biryar dan ku ji Îranê hêzên xwe yên leşkerî vekişînin û dawiya dagirkeriya xwe bînin. Ew dihat wê wateyê ku Dewleta Îranê ya Kolonyalîst, dikare êrişî Dewleta Kurdistanê bike û Dewleta Kurdistanê ji holê rake.

Îranê rastî jî di demek kurt de ew peyama rast wergirt û êrişî Dewleta Kurdistanê kir.

Serokdewletê Kurdistanê Pêşawa Qazî Mihemed, meclîs û hikûmeta Kurdistanê dema ku dît ku Dewleta Îranê dê êriş bike, ji bona neteweya kurd û Kurdistaniyan di qirkjirinê re derbas nebe şer nekin, biryar girtin. Di heman dem de biryar girtin ku bi xwe jî welêt û gel terk nekin. Li Serokbajarê Dewleta Kurdistanê Mehabadê jiyana xwe bidomînin.

Serok Mele Mistefa Barzanî di van şertan de bi sewrokdewlet Pêşewa Qazî Mihemed re hevdîtinek kir. Jê daxwaz kir ku ew welêt derkeve, ew û hevalên wî û hêzên wî yên pêşmerge li hemberî dewleta İranê şer bikin.

Pêşewa Qazî Mihemed, ev pêşniyart û teklîfa qebûl nekir. Aqsê Serok Mele Mistefa Barzanî, wî  daxwaz kir ku serok Mele Mıstefa Barzanî ji welêt derkeve. Di wê hevdîtinê de Ala Kurdistanê teslîmî wî kir, got “Ala Kurdistanê ji bona ku tu dikarî biparêzî ez didim te. Xwedê te biparêzê.”

Pêşawa Qazî Mihemed dema ku Ala Kurdistanê teslîmî Serok Mele Mistefa Barzanî kir, wateyeke mezin da vê tevgera xwe û wezîfeyeke mezin jî da ser milê Serok Barzanî. Yanî digot ku “bes tu dikarî Kurdistanê ava bikî. Wê demê Ala Kurdistanê li Kurdistana azad û rizgarbûyî bilind bikî.”

Mele Mistefa Barzanî, ew wexîfeya giran pir alî anî cî. Pêşî Ala Kurdistanê bi tenduristî bi hevalên xwe ve derbasî Yekîtiya Sovyetê kir. Di sala 1958an de ji Yekîtiya Sovyetê bi ewlewî anî Kurdistanê.

Di Şoreşa Milî ya Îlonê de serkeftî bû, Hikûmeta Baasê mecbûr bû ku Otonomiya Kurdistanê di 11ê Adara 1970yî de qebûl bike.

Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, emaneta Pêşewa Qazî Mihemed Ala Kurdistanê li Kurdistana azad û rizgarbûyî bilind kirin. Li bin Ala Kurdistanê, Kurdistan birêvebirin.

Ew pêvajoya di sala 1975an de têk jî biçe. Encama rêkoşîna milî ya dijwar, Şoreşa Milî ya Gulanê Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû. Ala Kurdistanê li wir bilind bû. Di Meclîsa Dewleta Federe ya Kurdistanê de  Roja Ala Kurdistanê hat qebûl kirin û bû qanûn.

HÊJAYIYÊN NETEWEYİ Û ALA KURDISTANÊ LI SER HÎS/HESTÊN NETEWEYÎ ÇI BANDOR ÇÊ DIKE?

Neteweya kurd jî, wek her neteweyekî xwediyê hêjayiyê neteweyî ye. Axa welat hêjayeke girîng û bingeh a neteweya kurd e. Zimanê kurdî, hêjayiya hebûna neteweya kurd e. Çand, dîrok, edebiyat, helbest, hûner rih û canê neteweya kurd e.

Ala Kurdistanê hêjayiya diyar, sembol û nîşan û temsîla neteweya kurd e.

Netewe, di destpêkê de bi Al a xwe tên nas kirin. Neteweya kurd jî  di destpêkê de bi Ala Kurdistanê tê nas kirin.

Ji hêjayiyên welatê me Kurdistanê û neteweya me kurd hez kirin, hîsên neteweyî ji kurdan re çê dike. Rihê milî bi kurdan dide qezenç kirin. Diba sedem ku li hemû Kurdistanê neteweperwerî pêş bikeve. Kurd, evîndarê welatê xwe  bin.

Kurdên, ji hêjayiyên xwe hez nekin, kurdbûnê dûr dikevin, dikevin pêvajoya biyanîbûnê. Wê demê li hemberı Kurdistanê û neteweya kurd tevdigerin.

Ala Kurdistanê jî wek hêjayiyeke Kurdistanê û neteweya kurd, di çêkirina hîsên milî û neteweperwerî de rolek û mîsyoneke mezin dilîze. Loma jî divê her kurdek ji Ala xwe hez bike. Ala xwe li her derê biparêze û bilind bike.

Ew kurd û rêxistina ku ji Ala Kurdistanê hez neke û ji Ala Kurdistanê re xwedî dernekeve, ji eslê xwe dur dikeve û heramzede dibe. Xizmetî asîmîlasyon û siyaseta kolonyalîst ya dewletên dagirker dike ku dixwazin kurdan tune bikin.

LI BAKÛRÊ KURDISTANÊ BI GIRSEYÎ ROJA ALA KURDISTANÊ PÎROZ NEBÛ. ÇIMA?

Li Bakûrê Kurdistanê îsal jî Roja Ala Kurdistanê bi coş û girseyî nehat pıîroz kirin. Bes di çarçeweke ten de di salonên biçûk de Roja Ala Kurdistanê hat pîroz kirin.

Ew rewşa li Bakûrê Kurdistanê bê sebep nîne. Sebeba mezin ew e ku li Bakûrê Kurdistanê tevgereke milî û kurdistanî ya xurt, girseyî, sosyalojîk û ji neteweya kurd piştgirî digre, tune ye.

Ew jî encameke trajedîk e. Ew encama projeya dewletên gagirker bi destê PKKê hat amade kirin. PKKê ji 40 salî zêdetir e ku ji bona tasfiyekirina tevgera milî ya Bakûrê Kurdistanê û rêxistinêm Kurdistanê û hêzên civakî yên milî şer dike û xebat dike.

Di encam de li Bakûrê Kurdistanê PKK desthilatdarî û hukumraniya xwe ava kir. PKKê jî ji bona ku dijminê hemû hêjayiyên milî yên neteweya kurd e û dijminê Ala Kurdistanê ye, li Bakûrê Kurdistanê Roja Ala Kurdistanê bi coş û girseyî nayê pîroz kirin.

Divê ew rewşa bê guhertin. Ji bona vê jî avakirina Tevgera Milî ya Girseyî ya Bakûrê Kurdistanê pêweîst e.

PKK/PYD PÎROZKIRINA ROJA ALA KURDISTANÊ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ QEDEXE KIR…

PKK/PYD, piştî şerê hûndir yê Sûriyeyê, bi wekalet û alîkariya Rejîma Baasê li Rojavayê Kurdistanê bi rejîmê ve desthilatdarî parve kir.

Desthilatdarîbûna PKK/PYDê, li Rojavayê Kurdistanê, bi awayekî nû li dijî neteweya kurd şer meşand. Li dijî rêxistin û partiyên Kurdistanê û kurdperweran şer kir.

Di heman dem de li dijî hêjayiyên neteweyî şer kir û ew hêjayiyan dejenere kir. Bi taybetî jî li dijî Ala Kurdistanê şerekî dijwar kir. Îzin neda ku kurd, Ala Kurdistanê bilind bikin. Lewra digotin ku ew Ala, Ala nasyonalîstan e. Loma jî divê em ji holê rakin.

PKK/PYD pîroz kirina Roja Ala Kurdistanê sala berê bi zorê û bi şidetê û bi kûştinê qedexe kir. Gelek kudperwer hepis kir. Binçav kir.

Îsal jî ew qedexeya PKK/PYDê li dijî Ala Kurdistanê domand. Loma jî kurdan û kurdperweran bes Roja Ala Kurdistanê,  li ser xaniyên xwe û li ber pencerên xwe bilind kirin.

Ev xeteriyekje mezin e.

Amed, 21. 12. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *