Cûnta 12 Îlon 1980 çima qewimî!?

Xidir Ûso

Di ser derba leşkerî ya 12 Îlona 1980 re 42 sal derbas bû; lê birînê wê derbê di laşê me û yê Kurdistanê de hîn zindî ne!

Îro bêtir gelek sirrên wê derbeyê derketîye holê ku cûnta leşkerî ya Îlona 1980 ji alî hêzên Komara Kemalîst ve bi endezyarîyek sîyasî û civatî hatîye plankirin û pêkanîn.

Hîn ji 1977-78 dest bi provokasyon, sabotaj, êrîşên dijî xwendekaran, karkir, Elawî û Kurdan hat lidarxistin. Ji alî endezyarên dewleta kûr û tarî, rêxistinên çep û rast û yên Kurd yan hatin avakirin yan bi rêya sîxurên xwe hatin manîpulekirin; xistin pêxîra hev û bi hev dan kuştin.

Piştî hêzên ku dewleta tirk îdare dikirin, bi plan û bername şertê derba leşkerî amade kirin, cûnta pêkanîn. Leşkera vekirî Kurdistan kirin îşkencexane û zîndanek vekirî. Bi hênceta `terorîst`, revokên leşkerî û fîrarîyên şoreşgêr, çekên qaçax wek kuçikên har êrîşî gelê Kurd kirin. Tu kes nema ku çavtirsandî nekirin…

Yên bi rêya berhevdan û provokasyonan kiribûn xwînî û sûcdar jî yek bi yek girtin û kişandin îşkencexanan, bi îşkenceyên dijwar wan ji desthilanîn xistin û bi rûhev xistin, li hev dan mikurdan û bi dijûnên dozger û dadwerên hilbijartî avêtin zîndanan.

Ji bo çavtirsandin, helandin, bêxîretkirin û tunekirina me Kurdan, zîndana Amedê wek navend amade kirin! Navê zîndana Amedê ket nav deh zîndanên herî dijwar û xerab yê cîhanê. Li ser vê zîndanê bi dehan pirtûk hat nivîsandin fîlm û belge fîlm hat kişandin. Lê îşkenceyên ku li vê zîndanê hat kirin, tu pirtûk û fîlmek jî nikarîbû îfade bike!

Li tirkî, dewletê bi rêya hêzên xwe yê mîna şerê taybet û ergenekonê, wek Elawî û Sûnî, rastgir û çepgir bi kontrol insan bera hev dan. Ji bo ku li Kurdistanê nikarîbû bi van rêya Kurdan bera hev bide, vê carê wek “çepgir û Kurdperwer“ pkk derxist pîyasê, bi rêya wê eşîret û malbat, rêxistin û partî bera hev da.

Piştî girseya hedef ya bêt êrîşkirin xwanê bû, dewletê bi rêya cûnta ew pelixandin û ji hev berbelav kirin. Ji bo wan komên welatparêz, dîsa bi rêxistin nebin û serî hilnedin, rêya çîya û şerê çekdarî ji wan re vekir.

Piştî ku daxwaz û hestên netewî baş şikand û qels kir, rêya legalîte û parlamento ji Kurdên kedîkirî re vekir. Çepên Kemalîst û dewletvan da tengala wan û sonda makezagona nîjadperest û mêtinkar ya ku hebûn û hemî mafê Kurd înkar û qedexe dike da ber wan kesên bi eşqa meqam û meaşekî qelew berê xwe da wê meclisa ji agir û xwînê sazbûye!

Em Kurd, xwe ji rojeva neyarên xedar dûrbikin û bêhnekê li xwe, li dîroka xwe û li rastîya rewşa xwe vegerin, emê binêrin ku her ji deh salan carekê, neyarê me wek çavtirsandin û pozdaxî êrîşek dirinde, bobelatek ku trajedîyek mirovahîyê ye, qetlîamekê tîne serê gelê me!

Sebep ev e ku dewletên welatê me dagîr kirine û bi taybetî ya tirk, bîyanî ye û bê esl û fesil e. Bi rêya dewletek çêkirî (sûnî), miletekî çêkirî û welatekî çêkirî ji xwe re sazkirîye. Her tim di tirsa ku emê bi yekîtîyek milî, bi rêxistin bibin û serî hildin de ne. Loma misêwa di odeyên kozmîk de lêkolîn dikin, tecrûbeyên xwe yên sedsalan di çavre derbas dikin û li gor mercên nuh, bêwestan dek û dolab û dafik û kemînên nû dirêsin û me tê werdikin û dihêrin.

Ev dewleta dagîrker, heta me neke wek xwe yan tune neke, nasekine! Em jî heta yektîya xwe pêkneynin û xwe rizgar nekin, ne tenê em, zaro û nebîçîçirkên mejî wê ji îşkence, koçberî, hêsîrî, birçîbûn û kuştinê rizgar nebin!…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *