XETÎP KAPÇAK (XEBAT)

Lawê gelê Kurd yê hêja, şoreşgêrê mêrxas, kadirê sereke yê Tekoşîna Rizgarîya Neteweya Kurdistan, endamê Komîta Navendî yê KUK, rêheval Xetîp Kapçak (XEBAT), roja 18 Mijdar 1992 li Şemrix bi êrîşek çekdarî hat şehîdkirin.

Roja 18 Mijdar 1992 seet li dor 18.30 dema ku rêhevalê me XEBAT tevlî kurê xalê xwe Sîyamedîn Kapan ji mal derdikevin, ji alî çar kesên bi şelwer û şevqe û rûyê wan bi kefîyan girtî tên taqîpkirin. Dema 150 metre ji mal dûrdikevin, ew êrîşkar bi çekên otomotîk lê direşînin, rêheval XEBAT jî bi çeka xwe yekser bersîfa wan dide. Yek ji êrîşkaran birîn dibe. Piştre birayê wî jî tê cîyê bûyerê. Lawê xalê wî û birayê wî jî birîndar dibin. Xelkê taxê dertên dixwazin rêya wan bibirin, lê kî dikeve bergîya êrîşkaran bera wan didin. Loma jinek Kurd bi navê Rîhan Aksay û kurê wê yê 17 salî Îsmet jî jîyana xwe wenda dikin. Dema bûyer rûdaye, li gelek deverên Şemrix çek hatine teqandin û bi vî şêweyî xwestine bala gel belav bikin. Kujerê ku birîndar dibe, ji cîyê bûyerê tê revandin û li helîkoptera leşkerî siwar dikin û dibin.

Rêheval XEBAT, him karê sîyasî û him jî rojnamevanî dikir; zordarî, çavsorî û kîryarên dewletê yên qirêj hemû bi hûrgilî dinivîsand û di çend rojnameyan (Diyarbakir Soz, Ozgur Gundem û Guneş, Hurriyet û kovara Gerçek) de  dida belavkirin. Loma ji alî hêzên dewletê yê eşkere û tarî lê gef dihat xwarin, bi mirinê dihat tehdîtkirin û li dor salekê dihat şopandin. Piştî wan gefan di şeva 26 Nîsan 1992`an de mala wî hat gullebarandin.

Lê ew ji tahlûka kuştina hêzên tarî netiditirsîya, loma dev ji kar û xebatên xwe berneda. Di nameyek (09.07.`92) ji hevalekî xwe yê di zîndanê de şandibû werê dinivîse: “Em jî bi alozîyên nuh yê ku heyamê bi xwe re anîye ditêkoşin. Wek tiştê berê têr nekirîye, bi giştî kî dibe bila bibe ku behsa `mafê mirovan, ji bo herkesî demokrasî` bike, tê wateya ku can û malê xwe davêje xeterê. Ji sedî nod û nehê qurbanê cînayetên kujer-nedîyar, ji mirovên mîna min pêk tê. Lê dîsa jî em bêjin bila canxweşî be! Vana pirsgirêkên erdnîgarîya me ne. Helbet emê sînga xwe bidin ber.”

Piştî ku derba 1980 ku 6 selan di zîndana Amed de ma û ji zîndanê derket bu endamê HEP (Partîya Gel ya Kedê).

Rêheval XEBAT, wek lawê malek nîvhalî, di 1960 de li Şemrix ji dayik bû. Dibistana pêşî û ya navîn li Şemrix, di navbêna salên 1975-78 de jî Dibistana Mamostetî ya Amed xwend. Di ciwanîya temenê xwe de, bi ramanên welatperwerî tije di tevgera PDK-T/KUK de cîh sitend û di astê cuda de wezîfe girt. Ji ber xebatên sîyasî gelek caran hat girtin. Di dawîya 1982`an operasyona mezin ya li hember KUK pêkhat, ew jî hat girtin. Li Amedê bi rojan îşkenceyên giran dît. Di berxwedanên zîndana 5 Nolî ya Amedê de cîh girt û ji alî dorhêlên welatperwer ve xwedîyê kesayetek bi rûmet dihat naskirin. Ji doza KUK hat darizandin û 6 sal ceza wergirt.

Rêheval XEBAT, piştî 6 sal cezayê hefsê, di sala 1989 de derket der. Piştî derketina ji hefsê, hîn zanetir, hîn bi biryar û hîn aktif tekoşîna xwe berdewam kir. Ji bo civandin û ji nuh de bi rêxistinbûna KUK, wezîfe û berpirsîyarîyên giran girt ser milê xwe. Kadirekî xwedîyê rolê sereke yê civandina Kongreya IV. ya KUK bû. Bi helwestên xwe yên erênî û yekrêzîyê, lênerînên xwe yên berhemdar û geşkirinê, bi tevgera xwe ya fedakar û biryardar, yek ji delegeyên rêzdar yê ku bergîya Kongreya IV ya KUK vedikir. Bi kesayeta xwe ya ku bawerî û rêzdarî dida çêkirin, rûmeta Kongreya IV ya KUK wergirtibû.

Rêheval XEBAT, di zanîna hilgirtina wezîfe û berpirsîyarîya giran de bû. Di heyama nuh ku Kongreya IV ya KUK vekiribû û di mercên giran yên derasayî yên Kurdistanê de, xwe ji tekoşînek ji her alî ve zor re amade kiribû. Bi wergirtina wezîfe û berpirsîyarîya giran tije, xwe amade dikir ku biçûya cîyê (…) xebata xwe.

Rêheval XEBAT, bi xebatên xwe yê welatperwer û şoreşgerane, bi kesayeta xwe ya biryardar û têkoşer, bi rûmetgirtina xwe ya ji alî gel ve, bala neyar û hin hêzên tarî bi tundî kişandibû ser xwe. Loma şehîdkirina wî, ne bûyerek ji rêzê bû. Ev çalakîyek ji berê de, bi plan û bername ku bi profesyonelî hatibû amadekirin. Ew ji alî Konter-Gerîlla yan kujerên profesyonel ku bi rêxistinek veşartî ya cînayetan a dewleta Tirk ve girêdayî ku yek karî dike, hat şehîdkirin.

Dewleta Tirk, ji bo dawî li tekoşîna gelê Kurd ya netewî ku geş dibe bine û gelê me bitirsîne, heta îro, tevlî qirkirinên bi komî, serî li her rê û rêbazê daye. Bi taybet di dawîya salên 1980 û salên pêşî yê 1990, di Şerê Taybet de ku dewletê vekirî li Kurdistanê dajot, bi destê rêxistinên cînayetê wek “Konter-Gerîlla” bi sedan kadirên sîyasî hatin kuştin. Pê ve girêdayî, şehîdkirina rêheval XEBAT, ne rûdanek ji xweber û yekane bû. Ev bûyera jî perçakî şerê tunekirinek vekirî ku dewleta Tirk li hember gelê me û rêberên wî yên welatperwer destpêkiribû. Û dîsa ev bûyer, beşek ji dewama gelek rûdanên kuştinê ku salên dawîn li hember elemanên rêxistina KUKê bû. Tenê di nava salên 1990-92 de, li Kurdistanê 10 endamên KUKê, ji alî hêzên dewletê yên veşartî û eşkere yan “hinek hêzên tarî” ve hatibûn qetilkirin. Eşkere ye ku di vê heyamê de neyar, li hember endamên rêxistina me, planekî bi sîstem yê tunekirinê xistibû pratîkê.

Rêheval XEBAT, rêberekî li herêmê di nava gel de dihat hezkirin û bawerkirin. Şehît kirina wî, di nava gel de bertekên mezin dabû çêkirin. Gelê Şemrix, qetilkirina wî, bi çalakîyên cûrbicûr bi rojan şermezar kir. Li dibistanan, xwendekaran ders boykot kirin, esnafan kilît li dikanên xwe xist, karmendên daîreyên dewletê neçûn ser karê xwe, ji bo ku beşdarî merasima cenazeyê wî bibe, tevlî hemû astengan gundî pêl bi pêl xwe bera navçeya Şemrix dan. Tevlî rêgirtinên “ewlekarî” yên şidandî û astengdarîyan, termê rêhevalê me XEBAT, bi meşîn û rêûresmek bi semyan û beşdarîya 5 hezar mirov li Goristana Şehîdan hat veşartin.

Gullehên ku bera rêhevalê me XEBAT dane, di kesayeta wî de rasterast bera gelê Kurd dane. Di vê rûdanê de, gelê Kurd û tevgera me KUK, tekoşerekî xwe yê baş wenda kir. Lêbelê tu hêz, nikare Tekoşîna Rizgarîya Netewîya Gelê Kurd bisekinîne. Wê bîranîna wî di tekoşîna me de bijî û wê ji me re bibe rêber. Rêheval Xetîp Kapçak (XEBAT) bêmirin e!.

EY ŞEHÎD

Canfîdayê gel, şehîdê welat

Em dikin pîroz, cejna te b`şewat

     Ku te bi merdî, emrê xwe`y ciwan

     Di rêya millet, te daye qurban

Em didin zanîn, kar û barê te

Em nîşan didin, cîh û warê te

     Gora te weke, baxê buhiştê

     Heval û hogir, tev tên teniştê

Tîrêj bi pesin û bi fexir û nazî

Cejna te dike, bi serfirazî

                                        TÎRÊJ

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir