Serok Barzanî: Nabe ku ji çanda pêkvejiyanê re bi ti awayekî paşvekêşîn bê kirin

Serok Barzanî bi boneya cejna Qiyamê a Hezretî Îsa Mesîh peyameke belav kir û pîrozbahî li Xiristiyanên Kurdistan, Iraq û tevahiya Cîhanê dike.

Serok Barzanî di peyame xwe de waha dibêje: ‘’ Ez bi boneya cejna Qiyama Hezretî Mesîh(Silava xwedê lê be) pîrozbahiyên xwe yên gerim arasteyê xwîşk û birayên Xirstiyan li Kurdistan û Iraq û tevahiya Cîhanê dikim, herwaha bi boneya serêsala nû û cejnên Ekîto pîrozbahiyê li gelê Kildan, Suryan û Aşûrî yên li Kurdistan û Iraq û tevahiya Cîhanê dikim û hêviya xêr û xwaşî û bextewariyê ji wan re dixwazim.’’

Herwaha amaje bi wê daye: ‘’Ez di wê boneyê de hêviyê dixwazim çanda pêkvejiyan û biratî û yekitiya di navbera hemû pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de dê were parastin û bihêztirbe û min piştevaniya xwe bo maf û daxwazên rewa yên hemû civakan dubare kir û tekez li ser wê yekê kir ku, nabe bi ti behanekê çanda pêkvejiyanê û mafên xwîşk û birayên Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî li Kurdistan û Iraqê paşde bê xistin.’’

Basnews

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *