Li Zîndanê Serhildan!

Piştî cûr bi cûr îşkence, zilm, zor, bêşexsîyet û bêşerefkirina nêzî sê salan, kuştin û xwe kuştina 30 hêsîran, rêvebirîya zîndanê êdî bawer kiribû ku bi temamî me serî tewandîye û me radest girtîye, wan digot qey heyvanê mirovtî û kurdbûnê bi me re nehîştine, êdî serhildan û berxwedana me nemumkun e.

Bi fermana Qolordîya 7 an, dozger û dadgerên leşkerî yên Rêvebirîya Awarte, komikek ji girtîyên PKK yên mikurdar çêkiribûn ku di bin rêvebirîya yuzbaşî Esat Oktay Yildiran de, bi taybetî girtîyên PKK yên rêvebir û hin girtîyên ji rêxistinên Kurd yên dervî PKK, mîna di binçavan de, lê li gorî doznameyên dozgeran amadekiribûn, dikişandin lêpirsînê û doza pejirandina wan sûcan û mukurhatina li dadgehan li wan dikir. Yên vê yeka red bikira û berxwe bidaya jî wan kesan bi leşkeran re li wan hêsîran îşkenceyên nedîtî dikirin.

Yên di vê grûbê de ku vî kara dikirin hinek jê ev bûn: Şahîn Donmez, Hidir Akbalik, Erol Degirmencî, Halef Çarpar, Mehmet Girgîn û çend kesên din bûn.

Ji bo ku hevalên xwe bikişînin lêpirsînê, îşkencê li wan bikin û li dadgehan derên rûyê hevalên xwe û li wan bidin, herçend zor dan hinek girtîyên rêxistinên kurd yên dervî PKK jî, wan di berxwe dan û daxwazên wan redkirin û neanîn cîh.

Girtî û rêvebirên PKKê jî bi giranî li hember vana derketin û di berxwe dan. Ji bo ku pêşî li îşkenceyên zîndanê û vê xayintîyê bigirin, endamên PKK Mazlûm Dogan xwe li hucrê di êvara 21`ê Adarê daliqand, gelek ketin rojîya mirinê, ji wan Kemal Pir, M. Hayri Durmuş, Akif Yılmaz, Ali Çiçek di encama rojîya mirinê de jîyana xwe ji dest dan, çar kesên bi navê Ferhat Kurtay, Mahmut Zengin, Eşref Anyik, Necmi Oner xwe şewitand.

Piştî van bûyeran, bi rêya çûn û hatinên dadgehan, bi rêya lûleyên ku di qawîşan re derbas dibûn ku bi dengvedena alfabeya mors, bi ta/ben şandina pisûleyan hemû girtîyên li qawîşan, ji bo amadebûn û destpêkirina serhildanê agahdarî dan hev!..

Li hemberî êrîş, îşkence, lêdan û heqareta leşkerên gardîyan, di roja 5 Îlon 1983`an, qîrîna diruşman bi qawîşa 27 ket! Gotin: “Bimre Îşkence, Bijî Berxwedan, Bijî Azadî!”

Bi dengê diruşmên qawîşa 27 an re, dengê diruşman bi hemû zîndanê ket! Xofa mirinê, heyecana serbilindîyê û dilşahîya serhildanê ya bi hev re mirov sermest dikir!

Ez wê demê ji xwe re difikirîm ku wê rojekê gelê kurd jî werê bi hev re serî hilde û neyar ji welatê xwe bavêje û xwe rizgar bike!

Li her qawîşê komîteyên rêvebirîya berxwedanê sazbûn. Birr bi birr komikên rojiyên mirinê, yên birçîbûnê li darketin. Zêdetirî sêsed hêsîrî ketibû rojîya mirinê. Ji bo êrîşan tevdîr hat kirin.

Gardîyanên ku heta wê rojê serdar, îşkencedar û ruhsitînê me bûn, şaşo-maşo bûbûn, nizanîbûn bê çi bikin; tev revîyan ba serdarê xwe.

Herçend efser hatin derî bi derî gerîyan, hêsîr tehdît kirin û hinek soz dan berpirsê qawîşan jî, kes bi wan bawer nebû û bi sozên wan nexapîyan.

Me tevan got: “ya berpirsên qawîşa vehewînin û bi wan re bipeyivin, yan jî çend kesên ku di hucran de berê di rojîya mirinê de ne wek berpirs bînin, bira raya hemû qawîşan bistînin, em`ê jî bi wan re bipeyivin; wê gavê em`ê ji we bawer bikin!”

Ber êvarkî, ji kolordîyê yekîneyên komando hatin. Hêrîşî çend qawîşa kirin. Bersîfa hêsîran werê bi şîddet bû ku rêvebirîya zîndanê bala xwe dayê wê gelek kuştî, seqet û birîndar derkeve: hinekan bi darên ku ji textê razanê kiribûn êrîşî komandoyan kirin, hinekan agir bi xwe û bi qawîşê xistin û hinekan jî canê xwe birrîn, serê xwe li dîwaran dan û serî li xwekuştinê dan!

Rêvebirîya Kolordîya 7. û rêvebirîya zîndana 5 Nolîyê ya leşkerî, nerîn ku wê gelek mirov jîyana xwe ji dest bide û mîna radestgirtina berê, tişta ku dixwazin jî bi dest naxin, loma operasyona komandoyan sekinandin.

Piştre çar hêsîrên di “grevê“ (rojîyê) de ji qawîşa 35 an anîn li qawîşên din gerandin. Bi rêya wan, rêvebirîya zîndanê got:

“Em li hember we operasyonan pêknaynin, li we îşkencê nakin û em`ê bixwazin pirsgirêkê bi hêminî çareser bikin!” Her çar berpirsên hêsîr jî gotin:

“Heta ku em berxwedanê bi dawî neynin, tu daxwazên wan qebûl nekin, lê heta ku ew êrîşî we nekin, hûn jî helwestên ne li rê û hişk rê nedin!”

Wer xwanê bû ku generalên faşîst, ji zîndana Amedê gelek kuştîyên nû nedixwestin. Loma taktîka xwe guhertin û bi nermî nêzîkî me bûn. Ji kolordîyê 6-7 fermandarên milên wan tije stêrk û li kêleka wan sûbayên rêvebirên zîndanê ku li me îşkence dikirin, li korîdora zîndanê, li dora maseyek mezin rûniştin, me yek bi yek kişandin lêpirsînê. Digotin:

-“Çima te serî hildaye û tê ji niha pê de qûralên (rêbazên) me qebûl bike yan na?!”

Ez wê gavê nizanim bê çend kesa çi got, lê ez bawerim ku bi giranîyek mezin me kiryar û îşkenceyên wan li rûyê wan xist û me got:

-“Ger hûn me bikujin jî êdî em tu rê û rêzikên we û îşkenceyên we nema qebûl dikin!”

Piştî lêpirsîn û bersîfên me, em li gorî planên xwe birin qawîşan. Xwanê bû ku dewletê, di kirasê serhildan û berxwedana 5`ê Îlonê de, mîna ku îflasa polîtîka xwe ya faşîst û têkçûna azînên “Şerê Taybet” qebûl kiribû(!)

Piştî 28 rojên rojîyê, rêvebirên zîndanê, daxwazên hêsîran bi giranî qebûl kirin, soz dan ku êdî nema îşkencê li tu kesî dikin. Hinek ji daxwazên sereke ev bûn:

  • Divê ji zîndanê her şêweyê îşkencê rabe.
  • Mafê parastina sîyasî û bi zimanê dayikê û rakirina astengên li ser darizandinê.
  • Bi serlêdanîyên xwe re bi kurdî axaftin û dirêjkirina dema serlêdanê.
  • Rakirina rêbaz û talîma leşkerî.
  • Destûrdana anîna hemû pirtûkên bi rêya dadgehê qedexe nebûye.

 

Helbet sozdan, ji bo serdestan hertim wek taktîkek ku rêvebirîya xwe ji nuh de saz bikin. Lê ji bo em bi aramî, bi rûmet û serbilindî bijîn, divîyabû me xwe amade û bi rêxistin bikira.

Em baş têgehîştibûn ku yekîtî û rêxistînîyek me ya hevbeş û bi şêwir tuneba, ji alî rêvebirîya zîndanê radestî, îşkence û bê rûmetkirin her kêlî li pêşîya me bû.

Ji ber nakokî, şer û dijberîya nava rêxistinan ya berî derba leşkerî ya 12 Îlonê 1980`yî, di nava endam û rêvebirên rêxistinan şik, dilsarî û ji hev bêbawerîyek hebû.

Loma berî serhildanê, li qawîşan, bi giranî her rêxistin di nav xwe de komuna xwe saz kiribû û bi rêxistinî tevdigerîya. Kesê bi sebebekê ne di nav komunekê de bana û serlêdanîyên wan tuneba, yan komunekê dikir nava xwe yan jî komuna bi wan re alîkarî dikir.

Piştî ku rêvebirîya zîndanê li me guhdarî kirin û me li qawîşa belav kir; ji bo jîyanek hevbeş û rêkxistina komunê, bi giranî me helwesta xwe kir yek. Lê ji bo çalakî û rêxistina jîyana li qawîşê û helwesta li dijî rêvebirîya zîndanê me ji berpirsên rêxistinan komîte ava kir û bi şêwir û tevdîr me helwest digirtin û jîyana rojane saz dikir. Ev jî heta astekê bû sebeb ku rêxistin û endamê rêxistina bêtir nêzî hev bibin, hevdû nasbikin û di nava wan de pêwendîyên germ çêbibe.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *