Riza T. Hulmanî û Sonet!

„Riza Topal-Hulmanî di tayê Sinne Ilija Trojanows de berhemkarekî cîhanê ye. Di destpêkê de ew bi çanda arkaîk ya Hîtît, Misir, Asûrîyan û destanên Kurdî ve eleqeder bûye. Di hin deman de wî hema hema her teknîk bikar anîye. Piştî ku têgihîştina hunera Ewrûpî bidest xistîye. Dest bi gerê kirîye. Nêzî 30 welatan gerîyaye, berhemên wan komkirîye, sûret kişandîye û li ser muze û çandên wan rawestîya ye. Îlhamek mezin ji xwezayê girtîye.“ Birgit Ammann -1009

Sonet:

Hunerê“Sonet”tan; di destpêkê de ji hêla Giovanni Croce (1580) û Andrea Gabrieli ve têt bikar anîn. Bi pênûsa wêjehezên Îtalî, di dema Rênesansê de li Îtalîa hatîye geş kirin. Şaîrên mezin û navdar wek Dante û Francesco Petrarca ev stîla wêjeyê bikar anîne. Paşê bi sirê; li Îtalîa, Elmanya, Fransa û welatên din belav bûye.

Naveroka Sonetê, wek “gotin, dengên piçûk” hatîye danîn û ji bo orkestrayê jî wek „dengên senfonî“, wek muzîka serbixwe hatîye binav kirin.

Sonet, bi aheng, li gor pîlana hejmarek qafîye, li angora 14 xetan hatîye nivîsîn. Hunerê Sonet, helbestên kompleks in û divê xwendevan di xwendina sonetan de pir dîqat bike!

Destpêkê Sonet; bi formên 4+4+2 hatîye nivîsîn. Li îngîlterê Shakespear Sonet, bi formên 4+4+4+2 nivîsandîye. Sonet hunerekî piranî bi du versîyonan têt naskirin. Wek huner, sonet yên pir hatine bikaranîn, Shakespear û Petrarchan.

Riza Topalê Hulmanî jî Sonetên xwe bi „forma sêcar çarîn, yek duyîn“(4+4+4+2=14) nivîsîye. Li angora têza naveroka Sonetê; Çarîn a pêşîn têze (sebeb), çarîna duyem Pêzanîn û îspat kirine, çarîna sêyem lihevanîn e, temam kirin e. duhîa dawîn, dawî dayîne, netîce ye. Di mijara Sonetê de gelek cûreyên îfadekirinê hene: Wek „felsefî, adedî, polîtîk, fennî, natûrî û çandî“(!)

Sonet, di warê koroyê de jî bi şîweyek „pirdengî“ hatîye bikaranîn. Sonetayên herî kevin, perçên çend amûran in (keman, viyola, prong û trombon); mebesta wan li ser pêşkeftina pirbûna ahengsazîyê hatîye avakirin.

Sonet, di muzîk û ayînên dêrê de jî hatîye bikaranîn. „Soneta Dêrê“, bi gelemperî ji danasînek hêdî, alegroyek bi xeletî fûgal, tevgereke hêdî ya dengbêjî û fînalek zindî ya ji du beşan pêk tê. Lêbelê, ev nexşeyek bi rengek hişk nayê sepandin û tenê di xebatên Handel û Bach de xwe wekî forma soneta herî pêşîn derxistîye ber me. Li Îtalîa, di amûra kemanê de di sedsala 19an de bi muzîka  Boccherini em dibînin.

Bi taybet Sonetayên paşîn bi xurtkirina motîfan,li ser esasên terikandina tonalîzmê hatine afirandin. Riza T. Hulmanî; Sonetên xwe bi naverokek nû, lê bi formên klasîk nivîsîye. Sonet, di warê muzîkê de „Perçe û deng“ divê hevûdû temam bikin. Hunermendê me R.T. Hulmanî, hewl daye xwe ku, perçe û deng di wêjeya Kurdî de jî hevûdû temam bikin.

Di sonetên R. T. Hulmanî de dînamîzma xwezayê bi xwe re baharê tîne cem Riza Hulmanî. Di fealsefa wî de her tofan û her bahoz bi xwe re baharek rengîn, mizgînîya vekirina derîyekî nû diafirîne. Sonetên R. T. Hulmanî, li ber çemê Perî beşek ji jîyana xwezaya Kurdistanê ye. Dibe berf li ser sînga me dihile, dibe av, diherike nav axa Kurdistanê û dibin şeng, peng û dengên derdorê çemê Perî.

R.T. Hulmanî, di warê nivîsandina Sonettan de xebatek hêja, klasîk û zêrîn ji wêje û senfonîya Kurdî re afirandîye. Ev xebatên cenabê wî li gor 1000 perçeyan, bi naverokên cûda cûda, têr û tije hatîye nivîsin.

Hunermend, entelektuel R.T.Hulmanî; mîratek hêja ji kurdan re afirandîye. Ku Kurd bibin xwedî dewlet, xwedî xebatên akademîk, bibin xwedî senfonî û okestrayan; universîteyên kurdan li ser vê xebatê hûr bibin, wê hingê tama qîmeta hêja R. T. Hulmanî bigirin ser zimanê xwe.

Ezê Sonetek Apê R.T. Hulmanî li jêr binivîsim. Bi hêvîya ku rojek Kurd bigihêjin asta parastina vê xebata hêja, xezîneya netewî û tamê jê bigirin.

Sonettek Riza Topalê Hulmanî.

Xercinin, tim wêda dem dikin xerc,

Aqil sivikên ber ba, yên talwala;

Hîleda tên firotan, bo dupûl merc.

Meriv hene pez malin, tam tevda.

Rastcil da, derew dibe mathêş şik

Pez cins dibînin wek kesk gîya;

Aqilçav, ger wir têrbikin birçî zik

Dibin nêçîr, çer ku bûn nêzîk ba.

Bin namerd sîberda, wek meyît ser;

Telik nedîtin, bi sersevikîya bawar;

Dereng hayajin, da ketine dev ber,

Dem dawirt da taze dibin hêşyar.

Dixercînin, yên ku bûne frotin bazar,

Miletek dibe wer hal xerc wêranmal.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir