12 ÎLONÊ 1980 destpêka darizandin û têkçûnê ye. (1)

Cano AMEDÎ

Berîya ez dîtin û nêrînên xwe bi we re parve bikim, bi hest û hişmendîyek netewî, hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz bibîr tînim û bejna xwe li ber tekoşîn û keda wan ditewînim. Di demên herî xirab û zor de şehîdên Kurdistanê bi ked û xebatên xwe, reşayî nîşan dan û rêya têkoşînê ronî kirine û dikin.

Heval û dostên hêja, mijara me salvegera 12 îlonê ye. Lê divê em bi kurtayî wêneyek gelemperî pêşkêş bikin. Li gor bîr û bawerîya min 12 îlonê 1980ê, di dîroka nêzîk a tevgera netewî ya bakûrê kurdistanê de; destpêka şikestin û lawazbûnê ye. Despêka derizandin û hilweşandinê ye.  

Divê em qebûl bikin ku çavkanî û destpêkirina çîrok û nexweşîyên me yên îroyîn encamên pêvajoya 12 îlonê ne. Pêwîstîya me bi xwendin û şîroveyên nû heye.

Di warê guherandinên civakî, derûnî û aborî de, çi bandor li ser nîrx û hêjayên civatê kir? Ev gêrînoka ku civat tê de serûbin bûye divê baş bê nîrxandin. Wêneyê em dibînin çawa hat amadekirin? Divê bê tirs, bê hesabên rêxistinperestîyê, li gor pîvan û huqûqekî giştî ku hemû mirov pê bawer be, li gor berjewendîyên netewî û giştî, xwendinek cuda, nîrxandinek hevpar pêwîst e. Aktor û berpirsên wan rojan, şahid û çalakvanên wan deman, zanyarî û tecrubên xwe parve bikin.

Weke em hemû dizanin dewleta Tirk, piştî berxwedana Agirî, di rojname û kovarên wê demê yên Tirkan de, wêneyên “serkeftina” xwe di rûpelên pêşîn de weşandibûn:

Yek ji wan wêneyan jê jî çiyayê Agirî kiribûn gora doza netewî ya Kurd û li ser kevirê ber gorê ewha nivîsîbûn: “Kurdistana hat heyalkirin, li vir bin ax bû” (qedîya!

Lê demek dîrêj derbas nebû li Dêrsîmê berxwedan destpêkir. Pişt re Li Mahabadê, di bin serokatîya pêşawa Qazî Muhamed de, Komara Kurdîstanê hat damezrandin. Piştî têkçûn û meşa dirêj şûnde (Ji Mahabadê heta Sovyetê) dagîrkerên hov cardin bi “xewnên derewîn” xwe şad kirin.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958 an de, ji Sovyetê vegerîya Baxdayê û weke serokdewlet hat pêşwazî kirin. Vegera Mele Mustafa Barzanî, têkilî û bandora wî ya li ser sîyaseta İraqê û gelê Kurd, cardin dewletên dagîrker û rayedarên İraqê tirsand.

Tirk, îran, Sûrî û İraq peymana Sadabatê bibîr anîn û ketin nav hewldanên hevpar. Di bin bandora xebat û tekoşîna Mele Mustafa Barzanî ya Kurd û Kurdistanî de, li hemû beşên Kurdistanê bayê fikra netewî geş dibû. Hest û hişmendîya netewî bi têkoşînek netewî, vejînek hêja nîşan dida.

Ew hewldan û têkoşîna di bin serokatîya Mele Mustafa Barzanî de geş dibû, xewn û xeyalên dagîrkeran serûbin dikir. Çar dewletên dagîrker, li gor peymana Sadabatê (1937), dest bi kemîn û plansazîyên têkçûna şoreşê dikirin.

Bi destpêkirina şoreşa îlonê, dewleta Tirk dît ku, yên li ser heyalan dijîn ew bi xwe ne. Lê tu carî dev ji heyalê xwe yên bê bingehîn bernadan. Ew jî tunekirina gelê Kurd û Kurdistanê bû. Ji bo wan heyalan bi cîh bîhne pêwîstî bi stratejîyek nû dîtin.

Deng û awazên şoreşa îlonê li bakûrê Kurdistanê deng veda! Hişyarbûna hestên netewî û hewldanên rêxistinbûnê, di nav rewşenbîr û welatparêzan de her çû weke pêwîstîyek jîyanê derket holê û şopa xwe ronî kir. Dewleta Tirk bi operasîyon û kefleyên girtîyan, bi koçberî û surgûnan xwest civata Kurd bitirsîne.

Qampa Sêwasê, yek ji wan helwestên dewleta Tirk bû. Bi bîryarek stratejîk dewleta Tirk hesabê geşbûna şoreşa îlonê dikir. Di wê demê de, bi sedan Rewşenbîr, serok Eşîr, zana û rûsipîyên civata Kurd, li qampa Sewasê dîl girtibûn. Eger pêlên şoreşê li Bakûrê Kurdistanê dengveda baya, ew kesên dikaribûn pêşkêşî û serkêşî ji serhildanê re bikin, wê bihatina gulebaran kirin. Hesab û kîtabên dewleta dagîrker li ser wê projeyê bû.

Li Tirkîyê, piştî kodeta leşkeri ya sala 1960 an şûnda dewlet bi hemû beşên civata Tirk re lihevhatinek stratejîk kirin. Çepgir, rastgir û oldarên Tirk ji bo berjewendîyên dewlet û “netewa” xwe bi helwestek hevpar metirsîya herî mezin pirsgirêka Kurd û Kurdistanê dîtin. Ev pirsgirêk ji bo wan problemek hebûn û tunêbûnê bû. Ji ber wê yekê, bê şert û merc, hemû alîyên civata Tirk, dijberîya gelê Kurd ji xwe re weke erkên hebûna xwe dîtin.

Beşê oldar, mufazakar, “liberal” û alîyên nijadperest, em hemû dizanin xwedî çi helwestbûn. Lê ya herî girîng, di bin navê çepîtîyê de, bi taybetî jî ew kadroyên girêdayî kevneşopîyên “Îttîhat Terakkî”, weke “hespê Troya” bidizî an eşkera, di hemû deman de mudaxala doza gelê Kurd kirine; bi şêweyekî parêzgerên kolonyalîstan tevgerîyane.

Di dema jenosaydên, 1925 Pîran, (Şex Saîd) Dêrsim, Agirî, Sason, Gelîyê Zîlan de, Partîya Komunîst ya Tirk, li gel Sovyet û partîyên girêdayî enternasyonalê piştgirîya dewleta Tirk kirîye. Îro têra xwe belge û dokuman derketin holê. Ji dema Şêfîk Hüsnü bigirin, heta dema çepgirên îroyin, tu sîyasetek cûda derneketîye holê.

Tenê taybetîyek heye, ew jî helwesta Dr Hîkmet Kivilcimli û Îbrahim Kaypakaya ye. Herduyan jî bal kişandine ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, lê mixabin ji alîyê “hevalên xwe” û çepên dewletê ve hatine mehkûm kirin.

Îsmail Beşîkçî, nûmeya herî girîng e ku bi salan e, ji alîyê çepê Tirk ve hatîye îzole kirin û xwestine wî bipelçiqînin, bifetisînin.

Di salên 1970 de dewleta Tirk, bi destê çepgir û rastgirên xwe, li ser bingeha nîjadperestîya tirk, ayarek balansê çêkirin. Mekanîzma dewletê li gor pêwîstîyên demê hat nûjen kirin.

Lewra li başûrê Kurdistanê şoreş gihîştibû qonaxa otonomîyê û dewleta İraqê rastîya Kurd û Kurdistanê di destûra bingehîn de qebûl kiribû. Şoreşa Başûrê Kurdistanê, carek din, avek germ di serê dagîrkeran de rijandbû.

Bi kelacanîya bayê şoreşa îlonê, li hemû beşên Kurdistanê hewldanên rêxistinbûn û têkoşînê dest pê kir. Di sala 1965 an de, li bajarê Amedê, rahmetî Seîd Elçî û hevalên xwe PDKT damezrandin. Xwendevan û cîwanên Kurd yên li bajarên Tirkîyê, di zanîngehan de dixwendin, DDKO damezrandin.

Hewldanên rêxistinbûnê û pêlên hişyarbûnê di nav civatê de her çû zêde bû. Xwepêşandanên li bajarên Kurd pêk dihat, ziravê rayedarên mêtinkar diqetand.

Dewleta Tirk bi girtin û dadgehkirinê, xwest rê li ber vê tekoşînê bigire, lê bi ser neket! Doza 49 an (50 kesin), dadgeh kirina Seîd Elçî û hevalên wî ya Antalya, em dikarin weke minak nîşan bidin.   Wê bidome…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir