Li Iraqê serokkomarî û pirsgirêka mezin

İbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

 

Demek dirêj bû ku li Iraqê hilbijartina giştî hat lidarxistin. Hewcedarî ew bû ku serokê meclîsê bi lez bê hilbijartin. Pişt re jî serokkomar ji aliyê meclîsê ve bê hilbijartin. Serokkomar jî, ji bona ku hikûmet ava bibe, serokê partiya ku d imeclîsê de xwediyê parlamenterên zede wezîfedar bike ku ew jî hikûmetê ava bike. 

Hezar mixabin wek her demê, ev pêvajoya dîsa dereng ket. Heta nuha bes serokê meclîsê hat hilbijartin. Diviya bû ku di 7ê Sibatê de, serokkomar bihata hilbijartin. Ji bona ku di civîna Meclîsê de piranî pêk nehat. Loma serokkomar nehat hilbijartin. Lewra ji bona hilbijartina serokkomar, pirsgirêkek mezin hat rojevê. Wek tê zanîn ji bona serokkomar du berendam hene. Yek berendamê PDKê Hoşyar Zêbarî ye,  yê duyemîn jî berendamê YNKê Berhem Selah e. Hemû pîvan û dengên di hilbjartina serokê meclîsê de hatibûn bikaranîn diyar dikir ku berendamê PDKê Hoşyar Zêbarî, dê dihilbijartinê de bibe serokkomar. 

Hezar mixabin  beriya hilbijartina serokkomar, nîjadperestên ereban serî li Dadgeha Bilind ya Makezagonê dan, ji bona berendamê PDKê Hoşyar Zêbarî pirsgirêk çêkirin. Ev pirsgirêke hîn çareser nebûye. Loma jî piranîya endamên Meclîsê ji bona ev pirsgirêka çareser bibe, beşdarî civînê nebûn. Loma jî hilbijartina serokkomar pêk nehat. 

Di hilbijartina serokkomarê Iraqê ya di sala 2018an de derket holê ku nîjadperestên ereban dixwazin ku serokkomarî ji deste kurdan derkeve, ereb jî bikarin bibin serokkomar. Ji bona vê yekê, di sala 2018an de Berham Salih bi kar anîn. Nûha jî dixwazin Berhem Saleh bikar bînin. Lewra ew dizanin ku Berham Saleh kurdan temsil nake. Ew di sala 2018an de wek berendamê Dewleta Islamî ya kolonyalîst a Îranê hat hilbijartin. Di hilbijartina bê de, erebên nîjadperest bikarin bibin berendamê serokkomar û bên hilbijartin. Min di sala 2018an de bal kişandibû vê xeteriyê. 

Ji bona ku pêşîya vê xeterîyê bê girtin, divê em pêvajo û struktura hilbijartina serokkomar baş fahm bikin.

 Di sala 2003an de Rejîma Baasê, bi destwerdana Emerîka û hêzên hevpeyman hat rûxandin. Sîstema ku Baasê ava kiribû û leşkerên Baasê ji holê rabûn. Dewleta Iraqê ji nû ve ava bû. Berîya ku Rejîma Baasê têk biçe û jiholê rabe, kurdan di sala 1992an de biryar dabûn ku Iraq bibe dewleteke federal. Gor vê biryarê û senaryoyê, kurdan xwe rêxistin kirin. Li beşekî mezin yê Başûrê Kurdistanê sîstema federal ava bibû.

 Loma jî dema ku Dewleta Iraqê jinûve ava bibe, modela federal li ber çavan bû û li Kurdistanê jî birêve diçû. Lê hezar mixabin Emerîkayê dixwest ku dewleteke ji 18 eyaletan ava bike. Serokê YNKê jî ev modela pejirandibû. Ev modela wek peymanekê jî bi nivîskî anîbûn rojevê. Lê ev sîstema ji aliye Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û PDKê ve nehat qebûl kirin. Gelek aşkere hat diyar kirin ku li Kurdistanê sîstema heyî ya federal dê bimeşînin.

 Di encama gelek danûstandinan de, pêşniyara Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî hat pejirandin. Biryar hat dayin ku Dewleta Iraqê bibe dewleteke federal. 

Makezagon, ji bona Dewleta Federal ya Iraqê hat amadekirin. Di sala 2005an, encama referandumê de, makezagon hat erê kirin. Dewleta Iraqê, ji alîye hiqûqa Iraqê û hiqûqa navneteweyî ve, bû dewleteke federal û hevbeş ya kurdan-ereban û hemû civatên neteweyî.. 

Piştî ku makezagon hat qebûl kirin, gorî sosyolojiya neteweyan û mezheban di hilbijartina serokê meclîsê, serokê hikûmetê, serokkomar de li hevhatineke civakî û neniviskî û centîlmenî pêk hat. Gor ev peymana neniviskî: Biryar hat girtin ku serokê Meclîsê ji erebên sûnî, serokkomar ji kurdan, serokwezîr jî, ji erebên şîî be.

 Piştî hilbijartina giştî ya yekemin, ev peymana neniviskî pêk hat, sîstem gor wê peymanê ava bibû.

 Serokkomar, di destpêkê de, bi konsensûsa kurdan hat hilbijartin. Ji bona kurdan du kes dikarî bibe serokkomarê Iraqê. Ew du kes, Birêz Mesûd Barzanî û Celal Talabanî bûn. Birêz Barzanî ji bona ku nedixwest ji Kurdistanê dûr bikeve û wek serokê Kurdistanê bimîne, Celal Talabanî, li ser navê kurdan bû serokkomarê Iraqê. Birêz Celal Talabanî, serokekî kurdan yê karîzmatîk bû. Ji karên dikir zêdetir, hebûna wî ji bona kurdan bes bû û ciyê xwe dadigirt. Lê dema serokkomarîya wî, dema zêrîn bû, wî baş bi kar neanî. Wî jî, ji bona refêranduma Kerkukê xebateke balkêş û encamgirtî nekir. 

Birêz Celal Talabanî, heta ku jiyana xwe ji dest da li ser navê kurdan wek serokkomarê Iraqê ma. Piştî wî, kurdan konsensûsa xwe domandin. Ji bona ji Celal Talabanî re rêz jî bê girtin, hevalê wî yê gelek nêzik û damezrênerê YNKê û demekê jî bibû serokwezîrê Kurdistanê Fûad Masûm, li ser navê kurdan bi konsensûsê bû serokkomarê Iraqê. Hezar mixabin, Fûad Masûm, li ser navê kurdan temsîleke baş nekir, ji bona serokkomarî bi giştî jî karekî baş nekir. 

Di sala 2018an de, dema serokkomarî hat rojevê. Kurdan xwestin ku dîsa bi konsensusê serokkomar hilbijêrin. Diviyabû ku endamekî PDKê bibe serokkomar. YNKê, di berendamê xwe de bi israr bû. Hezar mixabin Berham Saleh, dihat zanîn ku ji YNKê qetiyaye. Li ser navê xwe partiyek ava kir. Bi partiya xwe, beşdarî hilbijartina Kurdistanê bibû, hîç serkeftinek neanîbû. Ji aliyê din de, diyar bû ku ew ji aliyê Dewleta Îranê û Haşdî Şabî û nîjadperesetên ereban ve tê piştgirî kirin.

 Di encamê de, berendamê PDKê, Fûad Huseyin û berendamê YNKê Berham Saleh beşdarî hilbijartina serokkomarîya Iraqê bûn. Tîfaqa qirêj bi Fûad Huseynî serokkomarî dan wenda kirin. Loma jî Berham Saleh nebû serokkomarê kurdan. Bû serokkomarê tîfaqa qirêj. 

Lê di sala 2018an de jî derket holê ku erebên faşîst û nîjadaperest dixwazin ku serokkomarî ji kurdan bigrin. Lewra pişt re wan ev nêrînên xwe gelek vekirî jî anîn ser zimên. 

Di vê qonaxê de jî PDKê ji bona ku di mijara serokkomarî de konsensus çêbibe gelek hewil da. Hezar mixabin, bi YNKê re lihevkirinek pêk nehat. 

Loma jî PDKê Hoşyar Zêbarî û YNKê jî Berhem Saleh wek berendamê serokkomarî nişan dan. Aşkere bû ku Berham Saleh nikare qezenç bike. Ev car erebên nîjadperest lîstikeke din ya mezin çêkirin.Ji bona ku  berendametîya Hoşyar Zêbarî bixin û têk bibin, lîstikeke dadgehê rêxistin.

 Gelek aşkere ye ku ev nûha li Iraqê pirsgirêkeke mezin e. Divê ku çareser bibe.

 Berendamê PDKê yê serokomarê Iraqê Hoşyar Zêbarî, helwêsta xwe ya derbarê biryara dadgeha federal de ragehand.

 “Zêbarî di tora xwe ya civakî facebookê de derbarê biryara îro ya dadgeha federal de ragehand; Em derbarê ragirtina berbijêrbûna min a demkî de rêz li biryara dadgeha federal digrin, ku heta dema zelalkirina wê doza hatiye vekirin, ji aliyê hin kesên xwe bi desthilatê ve girêdane yên ku bi rojên berîya reformê ve girêdayî ne û bawerîya me jî bi wê heye ku dadgeh dê bigehê heman wê nêrîna saziyên dewletê û teqez jî bike ku mercên xwe berbijêr kirina min hene, ji bo peywîra serokomartiyê. Ew gotegotên tên belav kirin jî ne tiştek in û tenê ji bo xwe bi desthilatê ve bizeliqînin û pê ve bimînin ji bo wê ne.’’ 

Diyarbekîr, 11. 02. 2022

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *