Rewşa Kurdan di demajoya Şoreşa Sûrîyê de

Rewşa Kurdan di demajoya Şoreşa Sûrîyê de
Di destpêka xwepêşandanan de, ku di Adara 2011 an de destpêkiribû rêxistinên Kurdistanî xwedîyê yekhelwestîbûn. Wê demê ez bixwe jî li binxetê bûm. Ew fersend ji min re çêbû ku ez yeke yek bi berpirsên Partîyên Kurd re bipeyivim.
Wê gave; Kurdan bi yekdengî digotin ku; `bêguman ev rejîm liserî namîne û gereke here, lê wê demajoyek hinek dirêj be heta bikeve. Serhildan niha di hinek navçeyande tenê geşe, em piştgirê wanin, lê gava em jî niha bi girseyî derkevin; rejîma BAAS ê wê serhildanê vegerîne dijberîya Kurd û Ereban! Ji ber vê jî em piştgêrîya serhildanan dikin lê pêşî gereke em daxwazên xwe yên neteweyî bidin pêş û zorê li vê rejîmê bikin. Gava serhildan belav bû û bi taybet Şam û Heleb jî tevwêbûn wê gave gereke em jî bi girseyî rabin û çi ji destê me were em şûnda nadin.`
Kurdan dive çarçoveyê de civînan lidarxistin, belavokan belavkirin,ji alîyek ve bi berpirsên dewletê re rûniştin û têkilîyên xwe bi serhilderan û mixalefetê re jî dixwestin xweşbikin. Gel jî li gor daxwazê partîyan tevdigerîyan. Her weha tim gava ku rêxistinên Kurdan bihevre biryar girtine, tim gel ligor wan tevgerîyaye û niha jî ev wehaye.
Desthilatdarên Sûrîyê jî di destpêkê de li hember mixalefetê, hinek gavên piçûkhavêtin. Nifûsên Kurdan ku di sala 1962 wan de ji wan sendibûn bi piranî şûndadan, goya hukmê leşkerî rakir, qedexekirina li ser avakirinan (ku piranî bandore wê li ser Kurdistanê hebû) yê seranserê sînoran rakir… Lê van gavên han li ber qeyd û zincîrên ku li gel pêçayî bû, bertiştek nedigirt û negirt jî!
Mixabin di demajoya buyeran de tevgerên Kurd yekîtîya xwe nikaribûn biparêzin. Lênêrînên wan di demajoyê de ji hev cudabûn:
Hinekan dixwestin ji demajoyê fersend bigirin zorê bidin dewletê , daxwazên xwe bidin pêş.
Hinekan jî digotin gereke em tu daxwaza ji dewletê nekin û rûxandina rejîmê bidnpêş.
Hinekan jî têkilîyên xwe bi dewletê re xweşkirin, lis er navê kurdî qursên ziman û civîn hwd kirin wekî dan zanîn dewletê van mafan dinase…
Her weha têkilîyên Kurdan bi serhildar û mixalefetê re jî hebûn. Lê cîyê lihevgeryan û civînên mixalefeta Sûrîyê jî li Tirkîyê bû! Wan qet nedixwestin lis er mafên neteweyî ya Kurd bipeyivin û digotin ev pirsgirêka rejîma piştî şoreşê ye!
Lê kuçeyên Kurdistanê û deverên ku kurd lê niştecîne ji xwepêşandanan qet xalî nebûye. Xwpêşandan her berdewamin. Di vê rêyêde gelek Kurd hatine girtin û hundane û çend Kurd jî vekirî hatine kuştin. Gelek termên ciwanên Kurdên ku li leşkerîyênin û hatine kuştin ji malbatên wan re tênşîyandin, lê egerê hemû kuştîyan tarîye û dîyare ku ji alîyê dewletê ve hatine kuştin!
Serhildanên gelêrî li Sûrîyê herdiçe geştir dibe. Her roj hejmara girî, îşkence û kuştîyan jî bilindtirdibe lê her weha hejmara berxwedan û pêşanderan jî gelektir dibe. Di ser bêkarî û buhabûnê de jî tunebûn jîyana rojane ya gel girantir û bêdebar dike. Birçîbûnî, serma, tirs, şîn û girî tevlihev bûye. Kesên ku ji mal derdikevin bawerîya zivirîna malê nemaye. Heta li malan jî bawerî nemaye gava çekdarên dewletê ligor dilxwestina xwe êrîşê malan jî dikin û kê dixwazin digirin, îşkence dikin yan jî dukujin!
Alîyê Kurdan bi girseyîya partîyên Kurd ve (12 partî) tevî kesên serbixwe vel i Qamişlo yê konferansek çêkirin Komîteyek Rêvebir bijartin. Vê Komîteya hanê, berdewama we Konferansek li Hewlêrê jî pêkhanîn. Wan li her devera ku karibûn xwe gihîştandin mixalefeta Sûrîyê û Yekîtîya Dewletên Ereban. Lê mixabin heta niha ne Yekîtîya Dewletên Ereban û ne jî Mixalefetê lis er mafê neteweya Kurd tu soz û peymanek berbiçav nedane. Herweha dîyare ku, bandora dewleta mêtinkara Tirkîyê li ser Konferansa Neteweyîya Sûrîyê jî tevî nijadperestîya Ereban dibe ku ew li hember mafê Neteweyî ya Kurd bêpaxaftir dibin! Lê bê guman di rejîma pêş ya Sûrîyê de tu hêz nikare bi tevayî pêşîya mafê gelê Kurd bigire. Van helwestên dewleta Tirk û Erebê nijadperest dixwazin asteng li pêşîya mafên neteweyî bigirin û tenê mafê kesayetî bidin pêş!
Çend partî û rêxistinên Kurdên din jî li vê dawîyê (7 çile 2012an) hevkarîyek din çêkirin û jinavbirina Rejîma Sûrî wek hedef dane pêş.
PYD ku ser bi PKKyê ye ew jî xweser karê xwe dimeşîne. Lê hemû alîyên Kurdan li Kurdistana Rojava bawerdikin ku têkilîya wan û BAASîyan bihev re heye û ew astengîyan li pêşîya çalakîyên xwepêşandanan çêdikin!
Herçend Yekîtîya Dewletên Ereban dixebite ku temenê Rejîma BAASê dirêj bike lê vê rejîmê ewçend zordarî û hovîtî li gel kirîye ku rêye tu bawerî û hêvîyê nemaye ku kes pişta xwe bi gotin û peymanên we girêbide. Herweha wan bawerîya navbera ol û mezheban û gelan jî têkdaye. Ewçend hovîtî û zordarî li ser gel hebû û heye ku tiştek hundakirinê nemaye. Dewletên Ereban ji Sûrîyê pirtir xwanêye ku ji dorhatina xwe ditirsin! Ji ber vê jî heta karin dixwazin pirsgirêkê dinav xwede dirêjbikin û serhildanan vemirînin, dora xwe derengtir bixin.
12-01-2012
B. Baran

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir